logo
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
3 ROJ
  1. Pirtûkên Helîm Yûsiv vegeriyan Rojava
  2. Dêrsim, Mûş û Bîngolspor bi ser ketin
  3. 'Vê carê rast e' hat
  4. Lêborîn û Bexşandin; Bi nêrîneke derûnkolînerî û civakî
  5. Festîvala Wêje û Helbestê ya Jinan dest pê kir
news-details

Di edebiyatê de rexne û rexnevanên kurd

Ji roja ku ez bi edebiyatê re têkildar bû me heta niha, nivîsên rexnekirina pirtûkan pir bala min kişandine. Lê ez li ni

  • Dîrok: 28/04/2011
  • Beş: Serbest

Cihan Yildirim

Ji roja ku ez bi edebiyatê re têkildar bû me heta niha, nivîsên rexnekirina pirtûkan pir bala min kişandine. Lê ez li nivîsên ku li ser pirtûkan hatine nivîsandin dinêrim, nivîsên rexneyan û nivîsên danasîna pirtûkan tevlihev dibînim.
Edebiyata dinyayê ku em dinêrin, beşa “Rexne”yê pir bi pêş ve çûye û bi taybetî li ser vê mijarê rexnevan eleqedar in. Çimkî ev beş bi serê xwe qadeke taybet e. Nivîskar li ser vê mijarê eleqedar nabin, ev kar karê rexnevanan e.
Gelo, di vê sehayê de, rewşa edebiyata kurdî çawa ye? 
Bi dehan, bi sedan weşanxane, akademîsyenên me yên kurd, nivîskar, helbestvan, wênesaz, peykersaz, televîzyon, radyo, kovar û rojname hene. Lê em dîsa dinêrin di edebiyata kurdî de ev seha pir vala ye. Ji bo edebiyata kurdî kêmasiyek pir mezin e. Heger em bixwazin ku edebiyata kurdî pêş ve here, divê em vê beşa edebiyatê geş bikin. Di edebiyata kurdî de ev seha niha di destê nivîskaran de ye û ev kêmasî bi nivîskaran tê tijîkirin. Hêviya min ew e ku di demek nêzîk de ev kêmasî ji holê rabe.

Nivisên danasîna pirtûkan:
1- Divê kin û hindik bin.
2- Vegotin; heta derfetê mirov hebe divê gotinên vala tune bin.  
3- Peywira nivîsê ev e, divê ji bo pirtûkê fikr bide xwendevanan.

Nivîskar, gerek miqatê nivîsa xwe be. Ji ber van sedeman gerek mirov nebêje “Berhemeka herî mezin”, “mutleq bixwînin”, “pirtûkek pir xerab” an jî “ne hewce ye ku mirov bixwîne”.  Heta destê me bê, em gerek ji van peyvan dûr bikevin. 
Nivîskar wexta ku nivîsa danasîna pirtûkê nivîsand, gerek fikr û ramanê xwe bike navê. Pirtûk ji bo xwendinê ku hêja be, em dikarin bibêjin ev pirtûk baş e û divê were xwendin. Lê pirtûka ku me xwend kêmasiyên wê hebin, di nivîsa danasînê de dîsa jî gerek em nebêjin ev pirtûk “xerab” e. Çîmki nivîsa danasîna pirtûkan gerek ji bo xwendevanan û xwendinê were nivîsandin. Ev tiştên din karê rexnevanan e.
Rexnekirina edebiyatê ne karekî hêsan e. Heger pirtûk roman be bêtir zor dibe. Ji bo rexneyên nûjen, pêşî divê mirov pirtûkê rehet bixwîne û bê berbiryar be. Hemû xwendevan di nav metin de xwe dibînin û dizanin çi xwendine û ew wext karê rexnekirine pir zor dibe. Çîmkî rexnevan jî xwendevan e û fikr û ramanên wî jî ne yên giştî ne, tekane ye. Rexnevan dikare ji berhemekê re bêje, “romanek biserneketî” an jî “romanek xweşik”, lê ev fikr û ramanên wî şexsî ne. Ez dikarim mînakek bidim: Rexnevan, romanek dixwîne û difikire ku ew roman ne biserketî ye û li gora wî pir kêmasiyên wê hene û li ser wê romanê nivîs dinivisîne. Dû re demek tê de dibore, dinêre xwendevanên wê romanê zehf in û rexnevanên din jî romanê pir xweşik dibînin. Di rewşek wisa de, rexnevan pir şaş dibe û heta aciz jî dibe.
Tiştê ku ji bo rexnevan “baş” e, ji bo wî yê din dibe ku “xirab” be. Îhtîmal e ku îro peywira rexnevan, romanê ji bo xwendevan bide fêmkirin û alîkariya şîrovekirinê bike. Li gor min, sînorê rexnevan ew qas e. Terry Eagleton, li ser vê mijarê wisa dibêje: “Peywira rexnevan şîroveya berhemê nîn e, berhema bêdeng bide axaftin.” 
Roman cureyek edebiyatê ye. Hemû berhemên edebiyatê sêwirî (kurmaca) ne. Lê sêwirbûn jî di nav hev de gerek hevgirî û objektif be. Em dikarin bi terzek objektîf sêwirî bikin, lê ji aliyê xwendevanan ve gerek “bawerker” be,  an jî em dikarin “dinyaya objektîf” ji xwe re binivisînin. Roman bi xwezayî, di sefoka nivîskar de dibore û piştre dinyayek tîne ber çav. Ne wiha bûna, ew nivîs nedibû berhemek edebiyatê, dê bi tenê  biba “belgename”.
Nivîskar çi dide?, Daxwaza xwendevan çi ye û çi dixwîne? Bersiva van pirsan ne hewce ye ku rexnevan bide û li gor min ev kar ne peywira rexnevan e. Rexnevan çi dike? Rexnevan li gor zanîna xwe bi riyên estetîk û wêjeyî romanê dixwîne. Di nav vê xwendinê de, di navbera rexnevan û romanê de bazar çêdibe. Ev jî dibe dendikê xebatê.
  
Min di serê nivisê de jî behs kiribû. Ev beşa rexneyê pir taybet e. Di edebiyata kurdî de vê beşê nivîskar tijî dikin. Lê divê em ji bo xwe hinek pirsan bikin:
1- Gelo, ji aliyê beşa rexneyê ve, nivîskarên me kûpê rexneyê çiqas tijî kirine?
2- Gelo, ev romanên ku tên rexnekirin, çiqas objektîf û rast in? Çiqas gengeşî çêbibe jî, divê em nivîskarên kurd li van her du pirsan binêrin.
Di edebiyatê de rexnevan li gorî peyva “Zilamê ku her tiştî dizane”,  li xwe dinêre û xwe di nav vê peywirê de dibîne. Rexnevanê ku peyv bi peyv romanê dixwîne û di nirxandina her peyvê de xwe mafdar bibîne, ev ne tiştekî rast e û hewleka vala û westîner e..
Nirxandina romanê û miqayeseya pirtûkên ku berê derketine ne tiştekî rast e. Rexne, bi romanê re ketina diyalogê ye. Xwendin di serî de divê objektîf be û gerek mirov bi romanê re bibe heval û bikeve diyalogê. Heger rexnevan lîstikan nelîze “baweriya nivîsê” namîne.
Tevgera rexnevan divê mîna dedektîf nebe û di nav berhemekê de, rexnevan divê nebe şopger û armanca wî ne girtina li ser sûc be.    
      

Parve Bike

Youtube Me

Hogir Berbir: Keleha Rebetê Xezîneyeke Dîrokî ye

news

Berhem Çiîrokên liber Bayê Nûbihar #diyarname #news #diyarname20salîye

news

Berhem-Yaşar Eroğlu: 'Kula Faykeyê Spî' derket

news

Berhemeke dîrokî ya wêjeya kurdî: Terenumên Kurdî - Îlahiyên Dêran hat weşandinDîrok: 11/09/2025

news

Berhem: Gotinên Pêşiyan, Xezîneya Çanda Kurdî / Brahîm Alûcî / Belkî / 206 rûpel / 2025 / Folklor

news

Dilyar Amûdî: Hesasiyeta kurdan li hemberî rexneyancihûyekî

news

H. Kovan Baqî: Amed dimeşe wekî hişê min ê hîperaktîf

news

Yeqîn H.: Çol

news

Kadîr Stêra: Li xerîbiyê pel û kortik

news

Dilşêr Bêwar: Nezanîn

news

Sal 1225, Û sal 2025...

news

Omer Dilsoz: Ew warê dûr

news

Keda 16 kesan

news

Erbane...

news

Hogir Berbir: Vedîtinên li Wanê û Sirên Şaristaniya Ûrartûyan

news

Çerkezê Reş 70 salî ye

news

'Em gora Dengbêj Şakiro dibin Agiriyê'

news

Cemil Oguz: 1992 – 2003 – 2012 – 2025

news

Dema binçavkirina Lahûr Şêx Cengî

news

‘Landayî Helbest û Stranên Jinên Peştonî’ bi kurdî hat weşandin #diyarname #diyarname20salîye

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 19 09 2025

Lêborîn û Bexşandin; Bi nêrîneke derûnkolînerî û civakî

news
  • 16 09 2025

Konferansa Êzîdiyan di bin navê diyaloga Êzîdî –Êzîdî

news
  • 16 09 2025

‘Date’a min bi jineke alman re

news
  • 01 09 2025

'Payîz an jî Ziyab'

news
  • 01 09 2025

Hesasiyeta kurdan li hemberî rexneyan: Çîroka îngilîzekî û ya cihûyekî

news
  • 31 08 2025

Nîqaşên li ser pênaseya folklorê / Zanista gel

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Bi îstatîstîkan Rojava û hinên din

  • Cemil Oguz
news

Keleha Rebetê Xezîneyeke Dîrokî ye 

  • Hogir Berbir
news

Gotin Zinarên ‘Dara’yê nerm dikin

  • H. Kovan Baqî
news

Amed dimeşe wekî hişê min ê hîperaktîf

  • H. Kovan Baqî
news

Çol

  • yeqîn h.
news

Li xerîbiyê pel û kortik

  • Kadir Stêra
news

NEZANÎN

  • Dilşêr Bêwar
news

Ew warê dûr

  • Omer Dilsoz
news

Vedîtinên li Wanê û Sirên Şaristaniya Ûrartûyan

  • Hogir Berbir
news

Temûz û Xeleka Bedew 

  • Mesûd Qeya
news

Ji peyvê berev nivîsandinê

  • yeqîn h.
news

Nivîsên Kralê Asûrî Salmanasarê 3’yem

  • Hogir Berbir
news

1992 – 2003 – 2012 – 2025

  • Cemil Oguz
news

Ev ziman nasname, dîrok û xeyalên gelê kurd hildigire

  • Hogir Berbir
news

Por zerê, bêje kê we şewitand?

  • Kadir Stêra
Ev jî hene
ad

Li Cizîrê Mîhrîcana Cejna Zimanê Kurdî dest pê kir

ad

Newroz bi beşdariya sedhezaran dest pê kir

ad

Halis ji nexweşxaneyê derket

ad

Roja Xurekê ya Cîhanê

ad

"Ma Mona Lîsa biroşin"

ad

Donald Trump: Ez heyranê çekdarên kurdan im

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Pirtûkên Helîm Yûsiv vegeriyan Rojava

  • 18 09 2025
news

Dêrsim, Mûş û Bîngolspor bi ser ketin

  • 17 09 2025
news

'Vê carê rast e' hat

  • 17 09 2025
news

Lêborîn û Bexşandin; Bi nêrîneke derûnkolînerî û civakî

  • 19 09 2025

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2025 Diyarname