Diyarname
FAO'yê 16'ê kewçêrê wekî Roja Xurekê ya Cîhanê îlan kiriye. 450 kes nikarin bi têra xwe nan bixin. Vane agahiyên li ser vê rojê.
Rêxistina Çandinî û Xurekê (FAO) ya Neteweyên Yekbûyî 16'ê kewçêrê wekî Roja Xurekê ya Cîhanê pejirandiye. Di vê rojê de li ser rewşa birçîbûn, bikaranîna xurekê û hilberîna xurekê li welatên ku endamên Neteweyên Yekbûyîne lêkolîn têne kirin.
Li ser rûyê dinyayê hilberîna ku ji bo xurekê tê kirin têrî serjimariya dinyayê ku her ku diçe zêde dibe nake. Li welatên ku amûrên xwarinê lê kêm e pirsgirêka birçîbûn û bi têra xwe xwetêrkirinê her heye.
Pirsgirêka birçîbûnê û bi têra xwe xwetêrnekirinê pirsgirêka hemû neteweyan e. Ji bo balê bikişîne ser vê pirsgirêkê Neteweyên Yekbûyî li gelek welatan civînan li dar dixe, encaman pêşkêş dike.
Li gor encamên dawî niha li dinyayê nêzî 450 mîlyon kesî ji ber ku xurek nîn e bi têra xwe nikarin zikê xwe têr bikin. Tenê ev hejmar rewşa birçîbûna li dinyayê nîşan dide. Û ji ber ku bi têra xwe nikarin zikê xwe têr bikin jî pêre nexweşî derdikevin holê.
Li Tirkiyeyê di warê xurekê de zêde pirsgirêk nîn e. Tê gotin ku di warê amûrên xwarinê de Tirkiye di nav heft welatên ku xwe bi xwe têra xwe dikin de ye.
Di Roja Xurekê ya Cîhanê de bi hêviya ku dê her kes bikaribe zikê xwe têr bike...