• Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Ên Din
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giþtî û Serokomarî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
  • Rûpela Pêþî
  • Serbest

Piþtgiriya Demîrtaþ ji bo Beþîkçî pîroz e!

Dîrok : 10 03 2011 | Beþ :

Serbest

Edîb Polat

Methê kesên mezin û biqedr û qîmet hêsan e, xasma di rojên xweþ de pir pêkan e, lê ew ne hewceyî tiþtek wisa ye. Belkî bi sedan nivîs der heqê wî de derketine, lê piraniya wan dema ew ne di hefsê de bû hatine weþandin. Carna ew tenê ma, bi serê xwe meþiya, kesekî silav neda wî, carna ew pir bû, bû girse, bû gel, bû pîroz, lê wî ji her du mercan jî tesîr negirt. Her riya ilmî parast, serbilind sekinî.
Demek berî niha wî hin rexneyan anî, li kurdan jî anî. Belkî sarbûnek pêk hat di navbera wî û kurdan de, lê ji ber çiksekinandina wî ya li dijî sîstema mêtingeh, ew ji rastiyê dûr neket, pêþniyariyên xwe pêþkêþî kurdan jî kir, mînak got: “Çima dewlet wekî heyet bi Ocalan re dikare biaxife, lê çima destûr nadin di dema hevdîtinan de heyetek bi Ocalan re be jî?” Ev fikra wî eleqeyek mezin dît, hat pejirandin, bû mijara nivîsan. Dewlet dost û neyarên xwe baþ dizane, lewma vê carê ne sîstema “Ergenekon”, lê desthilatdariya AKP’ê rê da ku ew ceza bixwe. Sal û pênc meh ceza lê birîn. Dîsa, belê dîsa. “Dewleta Tirk”, “Pirsgrêka Kurd”, “Beþîkçî Xoce” û “Ceza”!... Ev çar peyv nêzîkî 50 sal in di vê serdemê de di mêjiyê kurd û tirkan de dubare dibin.
Li temenê wî yê heftê salî nenihêrtin û dîsa ceza dan ji ber “sûcê” wî yê ne sûc. Wî wekî her car dîsa “beraat” nexwest, wekî her car ji peyva “Kurdistan” îmtîna nekir, ji ber ku wî xwestina beraatê wekî parçeyek ji sîstema dîtîna “sûc”ê ramyariyê didît. Mafdar bû, heke li cihekî sûc tune be, divê ne îdîaname hebe, ne jî xwestina ceza û beraatê. Cezagirtina Beþîkçî nîvqirnek e ku didome, yên ku ceza didin wî nabetilin, lê kurd, tirk, tewer dinya jî ji bihîstina peyva “ceza”yên ji bo wî dibetilin. Ev peyv sîstemê jî diherifîne helbet. Piþtî 50 salan Beþîkçî derxisitin weþana zindî ya TV’yê. Piþtî xwestina cezayê sed salan, raketina 17 salan ya di zindanê de, ew derxistin weþana zindî. Cara ewil wî qala îþkenceyên li ser wî çespandine kir. “Di 5-6 meha rezbera 1982’yan de, 6 roj berî Darbeya 12’yê Rezberê, Mîralayek bi hezîranê bi destê xwe” lê îþkence kiriye. Derketina TV’yê pêþdeçûyînek e, lê ne parçeyek ji “pêþvekirina demokratîk” e. Ji ber ku di heman rojan de cezayek nû yê di dema “qaþo pengavên demokratîk” de lê tê birîn. Wekî ku ew dibêje, “desthilatdarî bi riya dadgehan û darezandinê polîtîkaya xwe ya derbareyê kurdan de didomand.”
Di van rojan de weþanxaneya Îletîþîmê ji bo rêzgirtina wî, bi navê “Îsmaîl Beþîkçî” pirtûkek weþandiye. Tê gotin ku di vê pirtûkê de nêzîkî 50 nivîsên nivîskaran jî hene. Ev jî ji bo piþtgiriya sekna Beþîkçî gavek girîng û hêja ye. Mirov dipê ku ev 50 kes her dem piþtgiriya wî jî bikin, ne tenê hest û ramanên xwe binivîsin. Dibe ku ew kes grûbek wekî “Piþtgiriya Bi Beþîkçî re” ava bikin. Gava ew di DGM û “Dadgeha Rêveberiya Awarte” de dihat darizandin, pêdiviya wî bi girseyek alîgir hebû, belkî ji niha pê de jî hebe. Min ew pirtûka rêzgirtinê hêj nedîtiye û nexwendiye. Lê divê xebatên wiha di encama lêkolîn û lêgerînekê de, mînak fikrên kesên pê re di hefs û zindanan de mane, kesên pê re îþkence kiþandine jî werin sitendin. Beþîkçî ne ew kes e ku di cîldê pirtûkekê de bi cih bibe, an xebat û serpêhatiyên wî, bîr û boçûnên der heqê wî de ew çend kurt were zimên.
Wî tenêtî pir kiþand, tê bîra min dema “înfaz yasasi” (qanûna bicîhanîna ceza) derket, gelek kesên ji rêkxistinan hatin berdan. Wê demê merhûm Eyþenûr Zarakolu wiha got, “Kesek li rewþa Beþîkçî napirse!” Belê, mixabin nedipirsî.
Kurtebîranînek ji dema ku ez û wî ji ber darizandina pirtûka “Di Zimanê Zanistî de Kurd û Kurdistan” (Bilim Dilinde Kurtler ve Kurdistan) dixwazim bi we re parve bikim: Ew bi Wedat Yenîçerî (Xwediyê Weþanxaneya Otekî) û Unsal Ozturk (xwediyê Weþanxaneya Yurtê) re hatibû salona DGM’ê, ez berê çûbûm û li wir li benda wan bûm. Tenê du mele ku yek ji alî Serhedê yek ji aliyê Mêrdînê bû li ser banqekê rûniþtibûn. Beþîkçî nivîsek amade kiribû -ji bo pêþgotina pirtûka navborî dihat darizandin- rûpelek û nîv bû, hêj ew li mala min e, ew da min. Min çavek lê gerand, parastinek hiqûqî bû, tiþtek “tûj!” an “mirov jê bitirse!” tune bû. Lê gava wî dora peyvê sitend, rabû piya, ewil hêdî axifî, piþtre hêrs bû û dest ji wê parastina nivîsî ber da, got: “Dewletê Qulp daye ber topan, Licê serobino kir, Cizîr daye ber guleyên tanqan, ew çend gund þewitandin û xera kirin, hûn hê qala bikaranîna navê giyayên  Kurdistanî dikin? Em vê zilma li ser kurdan qebûl nakin, eger ev sûc be, ez tevlî îdîanameya dozger dibim, divê hûn ceza bidin me. Lê ev fikrên min yên azad in, an hûn dê van fikran azad berdin an hûn dê me di zindanê de birizînin!” Heyeta dadgehê û dozger þaþ man. Gava em derketin, her du mela xwe tewandin destê mamoste, lê wî ji destmaçkirinê hez nedikir, nehiþt. Yekî ji wan got: “Em di mala xwe de newêrin li cem zarokên xwe bêjin Kurdistan, hûn li hember van generalan dibêjin, em  deyndarê we ne…”
Me di dawiya wê darizandinê de jî ceza xwar: her yek salek û heþt meh. Lê ev ceza her çiqas nehat zimên jî, ji ber bikaranîna “Kurdistan” a di termên biyolojiyê de hat bipaþdexistin. Der heqê Beþîkçî de cezayê yekem bû ku dihat paþdexistin!
(Di demên pêþ de, bîranînen xwe yên der heqê Beþîkçî de ez dê binivîsim, dê biberfirehî qala parastinan û rojên zindanê bikim.)
Gava Beþîkçî rexne li Ocalan anîbû, tê bîra her kesî çawa tenê hatibû hiþtin. Helbet nêrîn û siyaseta serokê tevgerekî ku berpirsiyariya deh-hezaran gerîla û mîlyonan kesan li ser mila ye û ya zanyarekî nabe yek. Zanyar takekes e, aram e, nirxandinên rihet dikare bike, xem û metirsiya wî ji mêzîn û balansa nava wî gelî û dewletê de nîn e, lewma bi hêsanî kare ji serokekî bixwaze ku ew mîna mîlîtanek tevbigere. Niha Beþîkçî jî dizane ku piþtî 13 salên di zindanê de derbasbûyî, nikare ji heman kesî re bêje “sekna riziyayî”. Lê kesên ku bo vê rexneya wî xwestin dengê wî bibirin jî rast li bertekan hatin. (Yek ji wan ne þaþ bim Samî Tan bû ku gotibû, Beþîkçî van bertekên tûj heq nake, divê em jê re rêzdar bin.)
Beþîkçî heman Beþîkçî ye, gava qala “sekna riziyayî” jî dikir ew Beþîkçî bû, divê mirov dîtina wî wekî “rexne” binirxandana, gava pirtûka “Ramanên li ser PKK’ê” jî nivîsî heman Beþîkçî bû. Gava wekî “Ziya Gokalpê Kurdan” hat dîtin jî û gava ji “propagandaya PKK bi dehsalan ceza xwar jî heman Beþîkçî bû. Çawa ku dewlet divê hînî ramana azad ya wî bibe, her wiha divê kurd jî hînî rexneyên wî bibin. Lê hin der û dor an kesên ku gava Beþîkçî rexneyan li tevgera kurd ya niha tîne, radihêjin kevnikê û dihejînin, zêde bextewar dibin û dixwazin vê sekna wî bi kar bînin, di dema ku BDP li Beþîkçî xwedî dertê, niqrîsk li qirika wan dikeve; mirov dê ji vê yekê re bêje çi nizane. Ev 19 sal in ez wî dinasim, di her du rewþan de jî min têkiliya xwe pê re nebirî, ew heman Beþîkçî bû, wekî kurd dibêjin li ser darê jî û li bin darê jî neguherî. Yên ku diguherin em bûn, yên siyasetmedar bûn, yên dixwestin wî têxin hin qalib û prensîban bûn. Yên ku dixwestin ew di formek ku wan dipa de bibînin bûn. Lê, gava Beþîkçî ceza bixwe bi nêrînek cihê, gava li derve be û di “medyaya rengîn” de cih bigre cihê were nirxandin, ne rast e, çewtiyek mezin û dîrokî ye.
Serokê BDP’ê di axaftina grûba xwe ya roja 08. 03. 2011’an de qala cezagirtina Beþîkçî jî kir û wiha got: “Her çiqas wî rexne li me kiribe jî, ji ber cezagirtina wî em dê heta dawî li gel Beþîkçî xoce bin.” Ev piþtî ew çend rexne û nîqaþan gavekî pîroz û di cih de ye, xoce vê yekê û jê bêhtir jî heq dike. Partiyek bêhtir ku ya kurdan e, divê li zanyarek giyankurd xwedî derketaya. Lê pirsek tê eqlê mirov, çima wextê ku ew tenê dihat hiþtin de kesekî ji heman partiyê derneket û negot “însaf!”
 

edibpolat@hotmail.com


***

Nivîsên Edîb Polat ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weþandin:

- Ziman û armanc û çend pirs ji bo Komeleya Nivîskaran
- Bavê min Ehmedê Reþo
- Ev dil çi ji bîr dike?
- Bi Mûnzûr re çi herikî?
- “Rê”ya ber bi qeyrana dil!
- Þaþiyên ziman ên TRT 6’ê -2-
- Þaþiyên ziman ên TRT 6'ê
  

 

Foto: Cemil Oguz

 

 

Hûn dikarin li van jî binêrin

Ji Mûsa Þanak 3 helbest

Ji Mûsa Þanak 3 helbest

02 05 2022

Ji deftereke min çend tiþtonek

Ji deftereke min çend tiþtonek

01 05 2022

Aþa êþên jinan

Aþa êþên jinan

27 04 2022

Roja Rojnamegerên Kurd pîroz be

Roja Rojnamegerên Kurd pîroz be

22 04 2022

Ev jî hene

Bila HDP li meclisê be yan na?

Bila HDP li meclisê be yan na?

23 11 2016

Nameyek ji bo Gabriel García Márquez

Nameyek ji bo Gabriel García Márquez

29 06 2017

Bîþenga Min û Bîþenga Kawa Nemir

Bîþenga Min û Bîþenga Kawa Nemir

29 08 2009

Bila kes netirse, Xwedê jî gotiye ''Min Dît''!

Bila kes netirse, Xwedê jî gotiye ''Min Dît''!

23 04 2010

Bavê min kuþtine!

Bavê min kuþtine!

14 03 2009

Nivîsên Nû

Dilþêr Bêwar

Peþkên Þevê : 2

Dilþêr Bêwar

Omer Dilsoz

Play off û Amedspor of of!

Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Baskên ‘edebiyatê’

Omer Dilsoz

Cemîl Andok

Erebe

Cemîl Andok

Dilþêr Bêwar

PEÞKÊN ÞEVÊ

Dilþêr Bêwar

Salname

HERE JOR

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Yên piþtgirî didin Diyarnameyê
  • Agahiyên ji bo nûçeyan
  • Bikaranîna Diyarnameyê
  • Têkilî-Contact-Ýletiþim

Nivîskar

  • Cemil Oguz
  • Helîm YÛSIV
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Þêxo Fîlîk
  • Cîhan ROJ
  • Zekî OZMEN
  • Hekîm Sefkan / Tava Heyvê
  • yeqîn h.
  • Kazim Polat
  • Welat Dilken
  • Bedran DERE
  • Omer Dilsoz
  • Mîrza Ronî
  • Krîstîn Ozbey
  • Dilþêr Bêwar
  • Arjen Arî / Agirdank

Beþ

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan

 

    • Portreya Mehê
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
  • Facebook
  • Twitter
  • RSS

Copyright © 2005-2022 Diyarname