Edene
Xebatkarê Azadiya Welat ê Edeneyê Metin Alataş bi daliqandina darekê ve hat kuştin.
Alataş duh saet li dor 14’an piştî ku belavkarî kir ji holê winda bû. Alataş li Taxa Hadirli bi dareke porteqalan ve daliqandî hat dîtin. Cenazeya Alataş rakirin Saziya Tiba Edlî ya Edeneyê. Di vê navberê de malbata wî, hevalên wî, rêveberên BDP’ê û gelek kes hatin ber avahiya tiba edlî.
Sê meh berê li ber avahiya BDP’ê 3 kesên ji erebeya sivîl peya bûn li wî xistibûn. Alataş ku her ew dihat şopandin serîlêdana sûcê li cem Dozgeriya Komarê ya Edeneyê kiribû lê encamekê bi dest nexistibû.
Bavê Alataş Bekir Alataş got ku tu pirsgirêka kurê wî bi kesî re nîn bû.