Ji bo guhdarîkirinê:
Destê xwe didim ser gerdûnê.
Nowa destê xwe datîne ser serê gerdûnê, gerdûn li trênê siwar dibe, trên dide rê û rê nema trêna xwe şaş dike li ser sînga vê ve-gotina firînê, welew firîna ve-gotinê.
Çavê pacê li dîtina deng, guhê wê li dengê dîtinê, “Trên tê, Nowa. Trên gerdûnê tîne bo li rawestgeha vê romanê daxîne.”
Radibim. Keledûxanê li ser pacê daniye, bi serê tiliya xwe wêneyê xwedayên kulîlk di dest de dixêzînim li kêleka wêneyê te. Wêneyê te xwêdan daye, wisa bi helke helk û bêhnçikîyayî. Bi destê xwe, te teva xwedayên kulîlk di dest de didim alîkî. Hew ez dimînim di nava xwêdan û xumamiya camê de.
Keledûxan wekî perdeya qataraqtê ji ser reşika çavê pacê vedikişe, mezinbûna dinyaya biçûçik di çepera awirê de ye êdî. Xwedê û No zarokatiya xwe winda kirine û kulîlk bêxwedî mane ji berî xuliqîna nivîsê ve. Loma ye her gotinek Nowa dibe kulîlkek û ji bo kulîlk bêax nemînin, Nowa deng ji kulîlkan re dike deşteke avî. Di erdgilora romanê de, deşta avî dibe zemanê bêdawî û kulîlk germahiya xwe bi laşê zivistanan werdikî bo zivistan li şînbûna biharan neqefilin.
Hiş nebe Nowa! Dinya zarokeke zindî ye. Heke tu hiş bibî, li gundê van romanên cemidî ew ê pir bitirse ji ucûbetiya ew qas qerekterên mirî.
Destê Nowa xwêdana çavê pacê paqij dike û dinya bi lotik li rawestgeha romanê dadikeve. Nowa dinyayê dixe mista xwe, serê wê mist dide û gotinên wê dibin stêrk di ezmanê devê xwendinê de.
Li ber ronkahiya stêrkan romana stêrkan dixwînim îşev û zemanên pîr di sînga şevê de dibe zarokên berşîr.
Hiş be çavê paceya pêjgehê! Ma tu nabînî ez romana Nowayê dixwînim û xwendin devê min dike ezmanekî mişt galaksî…
Hiş nebe Nowa! Gotinên te stêrk in Nowalîsa. Tu hiş bibî, tarî wê stêrkan bitefîne.
Nowa bi cûtinê nizane
Ji dêvla nên kêlîyan dicû
Nowa bi rêveçûnê nizane
Lingên wê qet şîn nehatin
Loma dengê xwe kirîye erebok ji xwe re.
Min derê romana te vekir û ez bûm kemanek ji dara kevnare, Nowa. Gotinên te notayên nû ne di sînga kevnarebûna min de. Gotinên te vîrtuêz in Nowalîsa. Gotinên te dijenin kemana sînga min û zengara têlan şîn dibe di axa deng e.
Derê romana Nowayê digirim. Tî bûme. Radihêlim qedehê, qedeh ji min bêtir tî bûye. Radibim, mislixê vedikim, hêmayên Nowayê jê diherikin. Devê xwe dixim mislixê, tîbûna şevê dişikê û şev diçe di hembêza aramiyê de radizê.