Ji bo guhdarîkirinê:
Hêlîn, ji derve ve tê dîtin, wekî avahiyek ji kevir û kerpîçan xuya dike; di nav çar dîwaran de bêdeng û bêliv dimîne. Lê belê ji bo kesên ku di hundirê wê de dijîn, hêlîn ne tenê cîhek e ji bo serê xwe lê danîn; ew çîrokeke jîngehê ye ku tê de hest, bîranîn û nasname bi hev re têne honandin. Bi germahiyekê giyanê mirov hembêz dike û di her quncika xwe de wateyeke veşartî dihewîne. Hêlîn straneke kûr û bi bandor e ku navê wê bi xweşî tê bilêvkirin: “Hêlîn!”
Awaza herî kevnar a vê stranê dayik e. Bêhna wê di malê de belav dibe, dengê wê nerm e, bêdengiya wê têgihîştî ye, çavên wê yên kûr her tiştî dibînin û bi dilovaniyê tijî ne. Dayik gotina vê stranê ye ku bi nermî di dilê malê de tê strandin. Hebûna wê dibe dengekî dilşewat ku li dîwaran diqelibe, vedigere û wekî evînekê ji pencereyan diherike derve. Ev melodiya efsûnî hêlîna sade vediguherîne maleke germ û zindî.
Bav jî stûn û bingeha vê stranê ye. Carinan wekî helbestekê tê xwendin, carinan wekî dengbêjekî diqîre û dilorîne, carinan jî dibe senfoniyeke xwezayî ku bi helwesta xwe ya qewîm, bi keda xwe ya bêdawî û hebûna xwe ya ewlekar tê naskirin. Bav rêbaza xetekê ye ku di bingeha malê de bi ked tê lêkirin. Hesteke pêbaweriyê dide avakirin û di bin barê giran de çog danayîne. Gotinên wî ne tenê gotin in; ew şîret, xwêdan û şevên bêxew ên ji bo dabînkirina malbatê ne, ku bi bêdengî parçeyên laşê xwe ji bo pêşeroja zarokan dike qurban. Her kiryara bav noteyeke vê senfoniya malbatê ye ku dilê mirov bijenîne û biramûsîne.
Zarok jî, endamên nû yên vê malê, di nav vê awazê de çêdibin, mezin dibin û bi demê re dibin parçeyeke bingehîn a stûnên hêlînê. Bixwazin an nexwazin, tevlî vê govendê dibin, ji ber ku rihê vê awazê wan dorpêç dike. Dîwarên ku hîn zexm nebûne, bi hezkirina wan qewim û saxlem dibin. Her ken, her girî, her serkeftin û her têkçûn dibe kerpîçek di avahiya vê hêlînê de û ew hêlîn dibe qesrek bêhempa.
Dem derbas dibe, zarok mezin dibin, diçin û hêlînên xwe yên nû çêdikin, dest bi lêkirina stûnên nû dikin. Serpêhatiyên nû bi ceribandinê dest pê dikin. Lê li derek dûr an nêz, di bêdengiya lomeyên dê û bavan de, di quncika herî nazik a dilê zarokan de, awazeke nas û nû dest pê dike. Ev bîranînên germ ên zarokatiyê ne, hestên ewlehiyê yên di bin banê wê hêlînê de hatine hîskirin ku di dil de zindî dimînin. Ji ber ku rastiya jîngehê bi vê dab û nêrîtê hatiye hûnandin, wekî şaxekî darê bi rehên jiyanê ve tê girêdan. Ev ne straneke nû ye, ne jî kevn e; straneke herdemî ye ku xwe dubare dike. Zarok di bin banê vê hêlînê de, bi dengê dilovaniya diya xwe, li ber siya bavê xwe bi hêz û ewle dibin. Heta dawiya jiyana xwe li dû şopa vê qudretê dimeşin ku di dilê xwe de hilgirtiye û dixwazin cihê dê û bav bigirin. Hêlîn dibe ew strana dubare ku her dem bi kûrahî di bîra jiyanê de xwe dide hîskirin û jiyîn.
Hêlîn wisa du stûn û saxlem e. Bi stûnekî nikare li ser lingan bimîne û bêyî yekî kût e.