Diyarname
Ev nûçe hinek bêhna reklamê dê jê bê, lê îdare bikin derdê me ne reklam e: Lîstikvana navdar a spanyolî Penelope Cruz, lîstikvan Margot Robbie ku niha li Hollywoodê her diçe navdar dibe, lîstikvana çînî Zhou Xun, dîsa lîstikvana ji Koreya Başûr Kim Go Eun û lîstikvana amerîkî Alice McGraw ji bo kompaniyeke saetan derketin pêş kamerayê.
Kompaniya luks a fransiz Chanel ji bo modelên saetên xwe J12 navdarên sînemayê anîn ba hev û di reklamê de dan xebatê.
Foto ji aliyê Karim Sadli ve hatin kişandin; lîstikvanan bi makyajeke xwezayî dîmen dan û fotoyên wan ên reş û spî hatin belavkirin.
Marget Robbie
Penelope Cruz