Diyarname
Mebûsê berê yê Rihayê yê HDP'ê Îbrahîm Bînîcî duh li Enqereyê li mala xwe hat binçavkirin û ew şandin girtîgeha Sîncanê.
Di sala 2013'an de li Wêranşara Rihayê axaftineke kiribû, dadgehê ji ber vê yekê salek û 8 meh cezayê hepsê lê birîbû. Parêzeran îtîraz kiribû lê di berfanbara 2022'yan de cezayê wî hatibû erêkirin. Bînîcî ji ber vê girtin û şandin girtîgehê.
Mebûsê berê Îbrahîm Bînîcî di çarçoveya "Doza Kobanî" de 9 meh girtî mabû û roja 26'ê pûşpera 2021'ê hatibû berdan.


