logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çîrokên ji 'Şewtbihêrk'ê hatin
  2. 'Ew jina herî xweşik bû'
  3. Nêçîrvan Barzanî: Rewşa Başûr û Rojava ji gelek aliyan ve cuda ye
  4. Xelata Nobelî ay Ekonomî da di tenan
  5. Anketek nû: Kîjan partî li pêş e?
news-details

'Beybûnên Yasemînê' ya Ferhadê Mihemed

  • Dîrok: 21/10/2025
  • Beş: Serbest


___Faîk Ocal___

Ferhadê Mihemed çîroknûsekî ciwan e lê çîrokên wî xurt in, ji bo wê jî bala me dikişîne. Bi zimanekî xweser û dewlemend çîrokên xwe disewirîne û diafirîne. Kurdiya wî cihêwaz û zindî ye. Em bi zimanê wî re diherikin. Zimanê wî çîrokên wî; çîrok jî zimanê wî diafirînin; ew jî tiştekî nû ye, hewldaneke şexsî ye. Em ewil li ber bayê çîrokên wî dikevin, bi pişt re li bûyer û mijaran diqelibin.

Di pirtûka dest me de deh heb çîrok û di dest çîroknûs de jî çiraya çîroknûsiyê heye. Em bi hev re peyv bi peyv, gav bi gav, peyam bi peyam digerin. Ew me bernade; bi girêkên zexm, me bi çîrokên xwe ve girê dide. Li ser serê me, di bin ziman û lingê me de her dem xurtî û ronahiya zimanê kurdî heye. Ew dibêje: Min çavên xwe di bin çiraya zimanê kurdî de vekirin û min çi dît û çi xeyal kir, hûn jî bibînin. Em xwîner di nava hevokên kurt û henasên dirêj de xwe radestî çîroknûs dikin.

‘GAZINDA BAV’
Di çîroka “Gazinda Bavê Min û Dilê Min ê Sojiyayî” de, rastî û xeyal tevlihev dibin. Serkarakter şopgerekî Ehmedê Xanî ye, lê di nava xewn û xeyalên xwe de winda bûye. Baba wekî karekteterî bi tirs û xof tim li pey wî ye û ji wî tola xwe dipirse. Ew diçe gund, ji rastiya xwe direve û dikeve nava xewn û xeyalên xwe. Di xeyala wî de jî tim perîzade Julie (Renate Reinse; serkarekterê fîlma Verdens Verste Menneskeyê) heye û di bêrîka wî de hespekî textîn û titûna baba... Çîroknûs bi teknîka flashbackê behsa zarokatiya xwe, cih û warên kal û pîrên xwe dike. Li ser serê me ronahiya çiraya zimanê kurdî û bi sêwirandinên sînematîk em bi serkarakter ve destpêk û dawiya wekî hev, çîrokeke dinivîsin: “Av. Ava zelal û spehî. Qamûşên rêzbûyî yên qeraxa avê. Zîz dibin bi hêza bayê re. Ba li bin guhên wan dixe. Zexeliya nûserîdayî ya teze. Celp û lîm…” Pirsa serkarekter ya ku li me dike jî ev e: “Xewn û xeyal rastîn in yan rastî û heqîqet, xewn û xeyal in?” 

‘ÇÎROKA DEWRIM’
Çîroka Dewrim çîrokeke trajîk e. Seîdê Xemsê û Asiya Xanim bav û dayika Harûn û Dewrim in. Harûn birayê mezin e. Xwişkeke wan a çarsalî jî heye. Seîdê Xemsê şoferê axayê gund e. Bi zor û zehmetî debara mala xwe dike. Ew dixwaze ku kurên wî mîna wî nebin, biçin bajêr û li wir, dibistana navîn bixwînin. Lê bûyereke balkêş li pêş van e. Çîroknûs, bi devê dê û bavê Dewrim, di tevahiya çîrokê de -ku bi giştî diwanzdeh rûpel e- çar caran hişyariyê dide Dewrim. Ev hişyarî wisa ne: “Mêze lavê min, efendî bin., qarmiş tu kesî mebin…” (r. 27). “Hûn bi kesî re lejê nekin ha! Dewrim hele tu…” (r. 28). “Tiştên wa dişmiş mebin lawê min…” (r. 30). Di rûpelên dawîn de gotinên diya Dewrim wisa tên bîra wî: “…wekî din jî eki em bibîzin we gûyekî xwaribi, mebên negotiyi vana me ra.” (r. 33). Bi ev her çar fîşekên hişyariyê em ber bi bûyerê ve diçin. Evdirrehman hevalê Dewrim ê sinifê ye. Plana Dewrim û Evdirrehman basîd e: Di nava nanê teze û germ de xwarina helawê. Lê haya çeteya dibistanê ji plana wan çêdibe. Ew, li Dewrim û Evdirehman dixin û wan bi xayintiya welêt û diziyê tawanbar dikin. Ji lew re heqê xwarina nanê teze û germ tenê aîdê çeteya dibistanê û merivên Silêmanê qûnmezin û îdareya dibistana leylî ye. Em têkçûna xeyala du hevalan dibînin. Xeyala Evdirrehman awikatbûn, ya Dewrim jî doktorbûn e. Pirsên çîrokbnûsî ev in: Serdest û bindest kî ne? Kî malê kê didize? Çima xayinên serdest û niştecihên bindest hene?

‘BEYBÛNÊN YASEMÎNÊ’
Di çîroka “Beybûnên Yasemînê” de derûniya serkarakter tevlihev e û ew li xwe, li tiştinan digere. Li ser serê wî siya dayika wî û di ber serê wî de maseya jiyaneke berbelav. Di nava wî de bombeyên kîmyasal ên Helepçeyê diteqin û bi dengê soj ê Ciwan Haco, heya ku bi qîm were, wê xemgîniyê di dilê xwe de hîs dike. Wî di paytexta tenêtiyê de peykerê giyanê xwe daçikandiye. Piştre demetek beybûnê li ber çavên wî dikevin û em gav bi gav ber bi mijara çîrokê ve dimeşin. Ewil em pêrgî keça kurd a xeyalî Ruyaya ku ew dişibe Sophia Lorenê, piştre pisînga wî tên. Serkarekter li neynikê mêze dike, xwe li nexweşxaneyê di nava kirasekî ecêb û ji kêlekê ve çitpirkirî de dibîne. Siya dayika serkarekter li ser wî ye û wî dibin ameliyatxaneyê. Wî ameliyat dikin û em li ser zikê wî “L’yekî paşpê yê mezin” dibînin. Ew jixweveçûyî dibe û bi teknîka flashback û veherikîna hiş ve, diçe dema Beybûbên Yasemînê. Di eynî demê ev, mijara çîrokê ye jî. Serkarekter ji bo mamostetiyê bike, diçe gundekî. Li gund mêrikek di hêmbeza wî de Yasemîn, ku texsiyek li wê qelibiye, ew tev bi hev re tên serdana serkarekter. Keçik beybûnan dirêjî wî, ew beybûn, beybûnên ambalajkirî yên destpêka çîrokê ne. 

ÇÎROKA EVÎNDARÊN NAGIHÊN HEV
“Hesp, Bûkanî û Sêv” çîroka du evîndarên ku negihîştin hev e. Navê wan Serkan û Mujgan e. Em dikarin çîrokê bi du beşan ji hev veqetînin. Di nava herdu beşan de vebêjerekî biçûk heye. Vebêjer di beşa ewil de mirin û şîna kekê xwe Serkan vedibêje. “Hespê qatil” yê Serkan di beşa ewil de serdest e. Lê Serkan miriye û dora Mujganê ye. Çilê Serkan temam dibe bi şûn de îcar Mujgan derdikeve sehneyê û bi vebêjerê biçûk ve diçe serdana gora Serkan. Li vir berê xwe dide Çemê Firatê, xwe întihar dike. Em di dîmena dawî de li ser pelên Firatê kirasê bûkaniyê Mujganê û sêva ku qurnefîl tê de citkirî ye dibînin. 

Çîroka “Tinaz, Qeşmeriyên Qederê” dewama çîroka “Gazinda Bavê Min û Dilê Min ê Sojiyayî” ye. Serkarekter eynî ye, doktor e. Ew di şikeftekê de ye. Di xewna xwe de babayê xwe dibîne. Bavê wî kuştine. Bavê wî doza xwîndariyê li lawê xwe dike. Çawa? Wisa: Di herdu çîrokan de jî ev gotinên bavê wî derbas dibin: “Wesiyeta min a dawîn e, tu yê min li ser vî erdê sar ameliyat bikî. Tu yê çavên min ji kokên wan derxî û bi yên xwe re biguherînî. Tu yê herî tola min hildî. Ez ê bi çavên xwe bibînim. Wekî din ez ê ezabê cehenemê berê ku qiyamet rabe bijîm.” Li vir xewn û binhişên serkarekter têkil hev dibin, çîroknûsî derûniya wî baş îfade dike. Di alîyekî de tola xwîndariyê, yanî kuştin, di aliyê din de jî doza mîrovahiyê, yanî jiyanê dike. Serkarekter doza mîrovahiyê û jiyanê hildibijêre û tifinga ku hîn pê tola bavê xwe hilneaniye li keviran dixe û dişikîne. Bi peyvên evîn û hêviyê peyama çîroknûsî vekirî ye: Bimire xwîndarî û kuştinî, bijî aştî û jiyîn.

“Berf, Şewat û Jinik” çîroka Xenîm Xanim û mirina Faikê heştsalî ye. Xanîm di mala xwe de bi tenê dijî. Lê rabirdû qet ji bîra wê dernakeve. Nemaze mirina Faik. Çîroknûs, bi teknîka flashbackê diçe dema bûyerê. Xanîm Xanim mîna her sal diçe gund, mala Apê Bedir. Ji gundiyên mereqdar re qala bajêr û jiyana bajêr dike. Bûyer tam di vê demê de diqewime. Faik û Osman du zarokên biçûk in, pismamên hev in. Deyên pûş ên mezin li biniya gund in. Faik û Osman bêyî ku haya malbatê ji wan hebe, ew radihêjin kirbîd û fitîlên ku Xenîm Xanimê anîne û ew derin ber bi kom û deyên pûş. Dêlikeke gund nû teliqiye û wê cewrikên xwe biriye û xistiye nava zikê koma pûş. Faik meraq kiriye û ew dê biçe bikeve nav wê derê da ku dêlikê çend cewr anîne, belkî jî yekê bi xwe re bigire bibe mal û xwedî bike. Tunela ku dêlikê vekiriye dibe riya mirinê ya Faik. Faik dikeve nava tunelê û pê de dere, her ku diçe tarîtir dibe derûdor. Paşê kirbîdê pêdixe. Xwe şaş dike çaxê ku çavên tirsoke yên dêlikê dibîne û şaş dibe. Agir bi pûş dikeve. Bedena Faik dişewite û dibe rijik.

VEBÊJERÊ BIÇÛK
“Çîroka Bênav” çîrokeke balkêş e ji lew re hem mijara çîrokê hem jî fiction û vebêjerê çîrokê cihêwaz e. Vebêjer zarokekî biçûk e. Bavê wî mehkûm û girtî ye. Zarok û bavê wî, çar kesên din li girtîgehê ne. Bav kî ye? Ew “qehremanê gelê bindest” e, “dengê bêdengan” e, “alîkarxwaz û serhişkê serhişk” e, “serhildêrê hunerê” ye, “şoreşgerê sînemayê” ye. Bi ev tarîfkirinan, Yilmaz Guney tê aqilê me. Jixwe eleqaya çîroknûsî gelekî bi sînemayê heye. Ferhadê Mihemed ji Sêwregê ye, Hamîdê bavê Yilmaz Guneyî jî ji gundê Dêsman a girêdayî Sêwregê ye. Çîroknûsî bi vî awayî di navbera xwe û vebêjerê çîrokê de têkiliyek pêk aniye. Lê di dawiya çîrokê de “nivîskarê vê çîrokê, serê xwe ji kaxizê radike” çîrok li ber çavên wî wekî çîrokeke bênav a qels xuya dike. Ew çîrokê diçirîne û diavêje. Dest bi çîrokeke nû dike: Simore û Zîpik. Ev jî di pirtûkê de çîroka dawî ye. 

“Kundir û Derrase” çîroka Zeynep û birayê wê Yusif e. Herdu ji berbanga sibehê ve genim diçinin û didirûn. Yusif ji xwişka xwe musade hildigire diçe bal zeviyê Tehsîn Axa. Li wir, di nav zeviyê Apê Tehsîn de makîneya giyadirûnê dibîne, şaş û metel dibe. Ji Apê Tehsîn dipirse: “Eceba va makîneya çinînê ê her sal were vê derê, gundê me?” Apê Tehsîn dibêje: “Erê biraziyê min.” 
Yusif bilezûbez vedigere bal xwişka xwe û xebera xweş ji wê re dibêje. Dibêjin em vê xebera baş ji bavê xwe re bêjin da ku ev barê giran li ser me rabe. Bersiva bavê wan gelekî tund û şid e: “De siktir bin, bicehnimin herin zû!” …. “Du dilên şikeştî” qet ji bîra me naçin.

“Neçûna Malê” çîroka herî kurt e, tenê rûpelek e. Vebêjer rastiya ew kesê ku tim xwe egle dike wisa raveyî me dike: “Min şik pê bir ku ew naxwaze dîsa biçe vegere malê û biçe cem jinika xwe.”

Di “Simore û Zîpik”ê de vebêjer li gund mamostetiyê dike. Apê Çetîn çîroka Çetîn ji vebêjer re wisa vedibêje: “Bavê Çetîn dimire, dayika wî jî wî berdide û diçe. Malbata Apê Çetîn, xweditiyê li wî dikin. Çîroknûs vê rastiyê ji me re dibêje: “Hin zarok hene, bavê van tim û tim dimirin di derûniya wan de.”

Di Deh Xalan de Nirxandina Pirtûkê:

1-Di çîrokên F. Mihemed de her karekter li gorî rastî û peywira xwe dipeyive û tevdigere. Ziman û axatftina her karekterî cuda ye. 
2-Çîroknûsî bi şêwazekî cihêwaz û xweser çîrokên xwe afirandine û ava kirine. Wî hem ji folklora devera xwe sûd wergirtiye, hem jî teknîkên nûjen û modern bi kar aniye.
3-Çîrok di berekê de baş diherikin. Em gav bi gav ber bi lûtkeya çîrokan ve dimeşin. Di her gavê de rastiyek derdikeve pêrgî me. 
4-Fictiona çîrokan bi rêkûpêk e, bi hev ve girêdayî ye. Zemîn û banê çîrokan têkûz e. Em dizanin em li ku derê ne, em ê biçin ku derê.
5-Çîroknûsî di çîroka “Gazinda Bavê Min û Dilê Min ê Sojiyayî” û “Beybûnên Yasemînê” de erotîzmeke edebî bi kar aniye.
6-Çîrokên Mihemed bedew in; wî bi zimanekî şîrîn û dewlemend çîrokên xwe estetîze kirine, em bi kêfxweş çîrokên wî dixwînin.
7-Di hilbijartina vebêjeran de ew serkeftî ye. Wî di çîrokên mîna “Gazinda Bavê Min û Dilê Min ê Sojiyayî”, “Çîroka Bênav”, “Simore û Zîpik”ê de teknîka megafictionê (megakurgu) baş bikar aniye.
8-Ferhadê Mihemed bi çavên sînemagerekî teswîrên kurt û bi bandor pêk anîne. Ew tabloya çîrokên xwe de mîna wênekêşekî tevdigere, detayên biçûk û hûrgiliyên balkêş raveyî me dike.
9-Deng û awaza her çîrokê heye. Di Gazinda Bavê Min û Dilê Min ê Sojiyayî de dengê baba li her derê olan dide. Serkarekter diçe ku derê, dengê bavê wî jî pê re ye. Dengê giriya Dewrim di kerrika guhên me de olan dide. Dewrim li ser belengazî û feqîriya xwe, xeribiya û bêkesiya xwe, tenêtî û bindestiya xwe digîrî, her digîrî. Em guhdariya ev dengê Yasemînê dikin; “mamosteyê min tu dê ji binê vê kêrê derkevî, ez jî 45 roj di bin wê cehenemê de mabûm lê belê hîç tiştekî nayê bîra min, tu dê me, li mêrga paş mektebê, li ser giyayên hêşin, li dor xwe bicivînî û ji me re çîrçîrokan bixwînî û em ê dîsa lê bibin guhdar. Ez Yasemîn im, Yasemîn…” Em dengê Mujganê ku li ser Serkanê evîndarê xwe digirî di tevahiya çîrokê de dibihîzin. Di Tinaz û Qeşmeriyên Qederê de dengê baba li tifinga pereng-perengîbûyî diqelibe û tê de ditemire. Ji parçeyên tifingê dengê evîn û hêviyê derdikeve û olan dide. Ji Berf û Şewat û Jinikê de dengê dayika Faikê ku bedena wî rijikbûyî derdikeve. Ji Çîroka Bênav de dengê şoreşgerê Sînemayê Yilmaz Guney derdikeve. Ji Kundir û Derraseyê de jî em dengê bêkesiya xwişk û birayekî (Zeyneb û Yusif) dibihîzin. Di Neçûna Malê de em dengê dilê mêrê ku ji jinika xwe aciz e, dibihîzin. Di Simore û Zîpikê de em dengê sêwibûna Çetîn dibihîzin.
10-Xencî çend xetayên biçûk, weşanxaneya Dozê karê xwe bi rêkûpêk kiriye. Eyşem Jînda di karê edîtoriyê de serkeftî ye.

Pirseke balkêş û wekî gotineke dawîn tê bîra mirov piştî ku em vê kitêbê dixwînin û bi dawî dikin “Tevî ku Ferhadê Mihemed pir ciwan e, lê wî ev zimanê xwe çawa hewqas bi pêş ve biriye, xeyala wî hewqas kûr e, di vî salê xwe yê ciwan de ev xebata spehî çawa çêkiriye?”
Beybûnên Yasemînê li Edebiyat û Zimanê me pîroz be.
 

Parve Bike

Youtube Me

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news

Maça Amedspor û Beşîktaş: Îstatîstîk çi dibêjin, wê çawa be?

news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

news

Ma matematîk jî me dixapîne?

news

Li nav kurdan FÛTBOLA JINAN di çi rewşî de ye?

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

news
  • 05 10 2026

Çima bindest ji derewên serdestên xwe bawer dikin? (Nirxandineke Derûnkolerî)

news
  • 29 09 2026

Zozanî û Hilgêr

news
  • 28 09 2026

Ji romana 'Du Cîhan Yek Jan'; Pir cîhan hene, lê êş, evîn, dijwarî û têkçûn yek e!

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
Ev jî hene
ad

Du helbestên li ser HELEBÇE'yê

ad

Mebûsê BDP'ê yê berê Yaman wefat kir

ad

Demirtaş: Em mafê xwe dixwazin, ne yê kesek din

ad

Li Başûr xwendina pirtûkan kêm dibe

ad

Îsraîlê bi awayekî fermî dewleta Somalilandê nas kir

ad

Li ser Kobanî dereweke din!

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çîrokên ji 'Şewtbihêrk'ê hatin

  • 12 10 2026
news

'Ew jina herî xweşik bû'

  • 12 10 2026
news

Nêçîrvan Barzanî: Rewşa Başûr û Rojava ji gelek aliyan ve cuda ye

  • 12 10 2026
news

Xelata Nobelî ay Ekonomî da di tenan

  • 12 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname