___Ar-da Arşêl___
"Dojeva Veşartî" pirtûka çîrokan a Bawer Rûken e. Çîrok bi çavên kesên sêyemîn hatiye nivîsandin. Çîrokên mînîmal û helbestî û bi tehm in. Zimanê çîrokan hêsan e û tijî hest in. Çîrok di hundirê çîrokan de aj daye. Tehma çîrokên çîroknûs Wolfgang Borchert ji çîrokan dihat. Peyv têkûzê, hevok kin in. Ne kêm ne zêde ne. Rêbazên guhertî di çend çîrokan bi kar aniye. Hinek çîrokan xwe dubare kiriye. Di gelek çîrokan de tesîra bav xwe daye der. Deqên baranê ji atmosfera çîrokan kêm nabe. Ew jî rewşê hestiyar dike. Lehengên çîrokan piraniyê wan penaber in. Danasandina lehengan kêm e. Tenê em temenê wan dizanin. Derûniya rihê çîrokan di atmosfera kaotîk de ye. Kêf û şahî pir kêm e. Tenêbûn, tekakesî, penaberî, evîn, koçbûn, têkilî …hwd ser mijara çîrokan e.
Dahûrandina çîrokan
PERDE Lehengê çîrokê, Perde, Niviskar, Jina Tirk e.
Perde hem kesek e hem jî dibe dîtbarê nivîskar û zewaca wî. Peyva “Perde“ hêmayek e û “metafora” eybê ye û şûtî taziya malê digire. Perde dibe şehadê “Nivîskar“ têkiliya di nav wî û jina wî. ”Perde“ sinirê nivîs û jiyana nivîskar e. (Lê min ev fêm nekir çima gotiye jinek “Tirk”, di jiyana nivîskar de “jinek” ku ji kîjan miletî be wê ferq neke)
Çîrokên “ŞIMIK, PÊNÛS, MASE, KURSÎ, LÊNÛSK, TEXTÊ RAZANÊ, PİRTÛK” dubareyê hev in. Qala dîtbariyên xwe dikin. Di dîtbariyên van de çîrokên mînîmal û mijar “nivîskar" e.
BEŞA JI ROJNIVÎSKA SIRGÛNEKÎ
Çîrokek tekakesî ya sirgûnekî ye. Wî di gavê xeyalan de û ya rastiyê de dibe û tîne li wê tenêbûna xwe, har e bi şik e. Gelo sirgûn hebûya tune bû ji ku hatibû û heta kijan êlan qelebalixa xwe hebû?
ÇÎROKA ÇÎROKÊ
Çîrokek tevnê xwe li ser nivîsandin û ji xelaskirina tenêbûna xwe stendiye. Çîrok ji xêzên reşkirî û nivîsên di kevanê de û peyvên kin û bi wate pêk hatiye. Çend dîmenê peyvê ji vê çîrokê ev in:
'Nivîsandin ji êş xilas kirinê ye', “Gava tu diçî dilê min qorîdorek sar û tarî ye” rp 29, “Jiyan xapandinek bi plan e”, “Qeder lîstikek xwe xapandinê ye ya li hemberî xwe" Rp 29”
SIBEHÊ
Tenêtiya di tenêtiyê de bi peyvên mînîmal bi qasî rêzikekê aniye ziman.
A HA
Di vê çîrokê de rû bi rû li hemberî xwe dimîne , revek ji reva wê û lê gihîştina xwe, tîne ziman.
GULÊN ZER
Çîrokek hêviyê xwe ji bende mayinê, ji dûrbûnê, ji êşê, ji evînê, ji têkçûyinê, ji veqetandinê distîne. Çîrokek mekanê wê/wî, di nava bajêr de û di nava gûnd de derbas dibe. Çîrokek kine û hêmaya “Mizgînê’ xweş lê hatiye , tahmek xweş daye çîrokê
XAÇA ŞIKESTÎ
Çîrok li gund derbas dibe. Henêfî, xortekî Ermenî ye û malbata Edûlê, ew ji xwe re xwedî kiriye.Temenê wî li dor 20 salan e. Aqilmendê gund Reşîdê Kal e. Gava ku diçe cem wî ku dawa esiltîya xwe jê re bike ku esil û fesle wî kî ye. Lê Reşîdê Kal çiqas zana be jî eslê wî qebûl nake û dawîya dawî dibêje “ma emê dawîya dawî li cihekî xwe bigihêje hev “ vedibêje.
Bi vê yekê re Hemîfî dibehece hêrs dibe û berî dide Gozê hezkiriya xwe. Jê re dibêje; Ez dixwazim tu îşev bibe ya min. Paşê bi hev re şa dibin. Qîzantiya wê xera dike. Li ber xwe dikeve Henifî jî jêrê qala peyva Reşîdê kal dike “ ma emê dawiya dawiyê son sonî xwe bigihijê hev “ û paşê jî xwe dikûje. Çîrokek derûnîya wê giran e . Bêbextî, înkarî, hezkirin, îxanet,….hwd ser mijara çîrokê ye.
MEŞK
Kêl a dil e
WINDA
Çîrok li odeyek ê de derbas dibe, lê miriye, di xew de ye , di mezel de ye, di şevek tarî de ye, ne belî ye. Çîrokek bingeha wê li ser qedr û qîmetê ye û derûniye ye. Zarok heta 15 salî li gund e, jîr e û ji zarokên gund re qala çîrokên li ser tirsê dike. Bavê wî qedr û qîmetê nadê, pê re dixeyide û ji tirsa navê xwe, havînan li derve li ser pûş vedikeve. Paşê diçe direve bajarekî din li mizgeftekê li ba melayekî heta 20 salî dixebite. Paşê bavê wî telefon dike dibêje “tu çûye wî welatî ca xwe bikişîne pereyan bişîne ya na na here ba birayê xwe’y mezin “ ew jî diçe ba birayê xweyî mezin lê li wir jî tebatîyê nadê ji wir jî direve û heta 27 saliya xwe li parq û baxçeyan dimîne paşê xwe dikuje. Lê birayê din û mezin çima li wî, dixistin ew ne belî ye?
DEMJIMÊR
Ev çîrok gava ku dem tunebe jî tê xwendin. Ew dem bê mahne dimîne ji ber ku tu ferqîtîyê naxe navbêra metnê. Di vê rojnivîska demkî de
Dîsa zilamek reviyaye dervî welêt .Dîsa bav dawa pereyan dike Û dîsa baran dibare li paceyê dixe.
Bingeha çîrokê bîranîna Marîya yê lê bîranîn bi çavê kesekî sêyemîn vedibêje û bi dengê Mistefê diqede di bin sîyek veşartî de. Di destpêkê de wê bîranînê li ber çavên me radixe li TV’yê dinere dem 14;00 yî ye rismê wan herdûyan li ser sehpêye bi bîra me dixe û çîrok her dû siet derbasdibe di metneke din xwe dide der ango serê çîrokê dest pê dike û dem dibe 23:00 diqede.
Çîrokek tevna wê xweş hûnandiye zimanê wê sivik û helbestîye, dawîya çîrokê jî ta bi derzî venekiriyeû her tiştî ji xwendevên re hiştiye.
TEVN
Çîrokek mînîmal e. Kûr e û bi tîn e.
GORE
Baran û ewr di vê çîrokê de jî xwe da der. Lehengên çîrokan cangiranin, xwerenedînin, feqîrin, xebatkarin, penaberin.
Û piranî ya çîrokan bîranîna bîranîna ye . Gava li ser textê xênî bû tiştek bi bîrê ket ....û wûsa berdewam e
LEPQUT
Çîroka zankoyê ye.
MASÎ
Çîrokek di hundirê çîrokande ye. Çîrok mekanê wê zankoye.
DOJEHA VEŞARTÎ
Ev çîrok bîranînê nivîskarekî ye him dinivîse him jî çîrok di nava çîrokêkê de diherikîne.
**
Nivîsa Ar-da Arşêl a ku berê di Diyarnameyê de hatiye weşandin:
- Ev roman tabloyeke surrealîst a realîst e