logo
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
3 ROJ
  1. Mungan: Tirkiyeyê ne tenê ziman, wijdanê xwe jî winda kir
  2. FîlmAmed bi xelatdayînê bi dawî bû
  3. Omer Ocalan: Rêber Apo dibêje 'Divê li her malî bi kurdî bê axivîn'
  4. Lehiyê zirakek mezin da pirtûkxaneyê
  5. Amedspor dikare çawa lîder bimîne?
news-details

Bijî serê heshesok

  • Dîrok: 09/11/2025
  • Beş: Serbest


___Ayşegul KIZILKAYA___

Berf, li Stênbolê kêm caran dibare. Cara dibare jî, ji ber ku bi şiliyê ve dibare, kezeba mirov diqerisîne. Ji doh ve berf dibare û heta vê nîvşevê jî berdewam dike. Hesên, ji spêde vir ve, heta vê wextê, bi saetane, di eynî cî de, li ser banqê rûniştiye û ji xeynî cixara kêşanê, qet neliviyaye. Di wê tariya şevê de çirûskek lambê, li ser stûyê Hesen dibiriqe. Her çi qas lambên kolanê, bi dûr ve şewqa xwe berde ser peravê jî, berfa ku bi erdê girtiye, nîvroniyek çêbike jî, bi her awayî desthilatê şevê, tarî û reşî ye. Reşiya şevê, çawa ku heşiniya behrê veguhirandiye lacîwerd, di wê demê de, tariya jiyanê jî, dest avêtibû xizika hêşiniya Hesên, ew ber bi lacîwerdiyê ve dikişand. Hesên di nav behrê de, ji xwe re bîrek vekiribû. Di dest de cixareyek, awirên xwe bi awayekî zîq berdabû ser bîrê. Di nav bîra Hesên de masiyek gewr, du sê caran, bi ser avê ket, paşê dîsa li pêş çavan winda bû çû. Bi lacîwerdiya ji hundir ve, ba bibû kêrek, tûj û şil, rûyê Hesên dibirrî. Kêliyek kurt, masî dîsa bi ser avê ket, bi Hesên re kenî. Wê kêliyê, wan rojên ku ew jî dikêniya, anî bîra Hesên. Wekî ku ew masî li pêş çavên wî winda nebibe û her pê re bikene wîsa hizir dikir ku hemû pirsgirêkên wî jî çareser bibin. Lê masî carinan ji kêliyek kurtir de xwe nîşan dida û bi lez dîsa diket bin avê. Hesên westiyabû, êdî ji xwe bêzar bû. Dixwest ku ji her tiştî dest vebikişîne. Tevî ku hevalên wî hebûn jî gelek caran xwe bi tenê hîs dikir.
Dikir, nedikir neşiyabû ji wê hîsa tenêbûnê bifilite. Li ber sir û seqema tenêbûnê dilerizî, destên xwe li hev dişidandin, bi cemeda hinavê xwe, ve xwe top hev dikir. Li ser banqê ew qas xwe qurucandibû hev ku ew laşê wî yê qerase, her diçû, biçûk dibû. Heval, wê heta kî derê li gel wî bin? Ma hevalên wî jê re çi bikin, di nav vê jiyana tirş û tahl de?
Vê jiyanê hefsarek avêtibû stûyê Hesên, carinan hefsar sist dikir, wê gavê, wî jî bêhna xwe vedida. Carinan jî jiyanê, hefsar ew qas bi zext ve dişidand ku Hesen bênefes diman. Bêyî wan navberên bêhnvêdanê, jiyan barekî giran bû li ser pişta Hesên. Wan çaxên ku jiyanê hefsarê li stûyê wî şidandî sist dikir, ew gelek kêfxweş dibû. Bi dilxweşî diçû zankoyê, di dersan de bi ser diket, li gel hevalên xwe diaxivî. Hevalên wî bi saetan ji guhdarkirina wî têr nedibûn, zanînên xwe bi hevalan par ve dikir, heke çalakiyek bihata rêxistin di nav de bû, di çalakiyan de her gav li pêşiya hevalên xwe cîh digirt, gelek bernameyan de jî berpirsyar bû, henekbaz bû, dilxweşiya xwe bi her awayî derdikir.
Lê çaxa ku jiyanê hefsarê bi stûyê wî ve, bi zext dişidand, wîsa hîs dikir ku wekî werisek bi gewriya wî ve girêdayî ye. Di wan deman de Hesên pê dihesiya ku jiyan, wî her roj darde dike û ew ji nû ve vedijî. Lê jiyan dîsa bi hefsar ve, wî dardedike. Wê çerxa stewr her ro berdewam dikir. Wan deman qet li gel kesî nediaxivî, nediçû zankoyê, dev ji her tiştî berdida, bi rojan ji mal dernediket. Ji jiyanê dest vedikişand, wekî nîv miriyan her di ciyê xwe de rûdinişt. Hevalê wî yê malê, Dîyar pê re têkel dibû wê jî ew tazîrûazar dikir. Wîsa hîs dikir ku êdî nikare vî barê giran rabike. Xwe ji hêzdaketî dihîsiya.
&&&&&
Dîsa ji wan çaxan çaxek bû ku jiyanê hefsar bi stû ve şidandî bû. Nezikî meheke bû ku ji malê qet derneketibû. Di nav tariyeke bêdawî de digevizî. Dergistiya wî, Yildiz, rojê herî kêm sê çar caran telefonî dikir, wî deng ne dida. Ji bo ku Yildiz neyê malê jî, ji Diyar re gotibû “Ji Yildizê re bêje, bila neyê vir. Naxwazim ti kesî bibînim.” Nedixwest bi ti kesî ve têkel bibe. Rojê carek tenê şîv dixwar ew jî bi zora Diyar... Yildizê di dawiyê de şênekir xwe rabigire û hat malê. Ku di derî re ket hundir, Hesên, wekî hûtek bi pêş çavan bikeve û pê re bitekoşe, bi qêrîn ber bi Yildizê ve çû. Yildiz ji tirsan re veciniqî, sîngê wê bênefes ma bi lez nefes digirt û berdida. Bi xem û êşê ve dilê wê di hundira wî de werimî lê qet deng nederxist. Çavên wê bi qahrê ve tijî bûn ku gava Hesên got “Here ji vir!” û di ser de dîsa qîriya, girî di çavên Yildizê re wer bû û rondikên xwe têra Hesên jî li mal hêla û derket çû.
Dîyar bi xema Yildizê ket, xwest ku ji bo dilê Yildizê xweş bibe, divê Hesên li dû here û li gel wê biaxife. Lê Hesên, bi Dîyar re jî lec kir. Ji Hesên re wîsa dihat ku qey ew mirovê ku li gel diaxife Dîyar nîn e, hûtek e. Bêsebeb di ser Dîyar de qêriya. Dilê Dîyar jî hêla. Dîyar bi dilmayî got, “Em malên xwe ji hev cihê bikin ê çetir bibe” Hesen çi bersiv neda Dîyar. Bîskek din wekî ku ji xewnexofek hişyar bibe, bi tirs û fikar li Dîyar nêrî û hedî hedî hat ser hemdê xwe, hay ji xwe bû êdî. Tişt negot, pakêta xwe ya cixarê girt û ji mal derket. Derket lê nizanîbû ê herê kî derê. Her çi qas li hember mirovan neşiyabû xwe rabigirê jî mecbûr bû ku herê kolana Îstîklalê.  Ji ber ku wekî din tu cî nîn ên ku niha herê. Gava qelebalixa Îstîklalê hat bîra wî, dilê wî rabû, hişên wî çûn. Kêliyek di cihê xwe de rawestî. Baş e ku berf dibarî, bêhnek din hat ser hemdê xwe. Wê hewayê sar, sîng û hindûra mirov dicemidand. Ji kerban qocix jî ji bîr kiribû, nehilgirtibû ser xwe. Digel ku lê sar bû jî, serma ji xwe re nekir xem û ber bi Îstîklalê ve meşiya. Bêhna wî pir zêde teng bibû. Hinekî fikirî “çima wîsa li min hat? Ez çima di ser Dîyar de qîriyam?”
Wextek bû, bi rastî jî, wî xwe baş hîs dikir. Lê wê hewaya reş û tarî dîsa ew daqurtandibû, wî jî xwe spartibû tenêhiya xwe. Di wê tenêhiya reş û tarî de, wî jî nizanibû ku ew çi mehlûq in ku hê bi wan re, di nav lecê de ye.
Ji dibistana navîn vir ve, bi Diyar ve li gel hev bûn. Diyar li gel wî, her wext bi sebir tevdigeriya û ew fam jî dikir. Lê Hesên dilê wî jî hêla. Diyar got “gerek em malan cihê bikin” hewce bû êdî li malê jî derbikeve. Nedixwest êdî Diyar jî eciz bike. Ji vê şevê şûn ve nikaribû ku vebigeriya malê. Gihîştibû kolana Îstîklalê. Wekî her car Îstîklal dîsa qelebalix bû. Hin komên çepgir jî, di destên hinek kesên ku li ser kaxizên “kahrolsun emperyalizm” “Ya hep beraber, ya hiçbirimiz” û hwd. nivîsîne rakiribûn banî û çalakî rêdixistin. Di wê demê de ferq kir ku gerek ji bo îşev jî, ji xwe re cî peyda bike. Nizanibû ê çawa bike.
Serê xwe ji çepgiran da alî û çerxê qelebalixa kolanê kir meşa xwe domand. Dît ku polês li kêleka kolanê nobed digirin. Di dilê xwe de got; Ka li rûyê wan yê mirûz... Ma xwede, ew ji rehma xwe bêpar hêlanê gelo? An jî gava ku li ser kar in dibe ku wîsa mirûz bin?
Ji nişke ve fikrek hat aqilê wî, ji xwe re got “Vê şevê ez dikarim li nezaretxanê razêm, ma berê jî çend cara ez nemabûm? Qey ciyek ku ez nezanê wê ma? Lê divê ez xwe bixim destên wan.”
Koma çepgiran derbas kiribû, ew hinekî li paş mabûn. Zivîrî û ber bi çalakvanan ve meşiya. Ket pêşiya çalakvanan û bi dengekî bilind bang kir, bi slogana “bijî serê heshesok, bijî serê heshesok” ve qîriya. Çalakvan hemî heyirîn û ew bêdeng man Hesên diqîriya. Heta wê gavê polêsên ku ew komên din dimeşiyan û çalakî dikirin jî li şûna xwe neliviyabûn û çi nedikirin, bi bihîstina “Bijî Ser” ve bi fikaran ketin û li derdora xwe mezekirin ka deng ji kî derê tê? Beriya polêsan çalakvanekî li kêleka Hesen bi destê xwe ve kir ku devê Hesên bigre da ku ew neqêre. Hesên destê wî ji xwe dûr xist. Çalakvanekî li pişt wî jî Hesen xist erdê. Polêsan dîtin ku deng bi alî çalakvanan ve tê, bi jopan ve êrişî wan kirin. Hesên ser rû û ser zik he jî silogan diavêt. Polêsan, slogan bi tevahî fam nekiribin jî, gava ku gotina “bijî ser” bihisîn wekî bi cinan kevin tevdigeriyan. Ji polêsan yekî, copek li pişta Hesên da û pêhnek li zikê wî xist. Destên wî, bi kelemçê ve şidandin. Hesen hê jî xwest ku biqîre polês pêhnek din li zikê wî xist û got “hiş be kurê qehpikê”
Hesên bi wê pehînê ve ji ber êşa zikê xwe huş bû û di dilê xwe de got “ez bi gotinên te naêşim, xem nake”. Li gel çalakvanên din ve ew jî hat binçavkirin. Çalakvanan her çi qas li hember polêsan rabûn, gotin me “çi tişt negotiye” jî polêsan guh nedan wan. Hemû top kirin, li minîbusa polêsê kirin, çûn. Hesen wê şevê li nezaretxanê derbas kir. Serê sibê polêsan ji bo ku di slogana Hesên bangkir de çi tiştên sucdar bikin, nedîtibûn, ew berdan. Piştî serbest ma, hinekî din li Îstîklalê meşiyabû û hatibû li vê banqê rûniştibû.
Ji vê demê şûn ve, heta ku ji xwe re malekê kirê bikê, gerek ji bo razanê, ji xwe re cîyekê bidîta. Lê ê çawa bikira? Jixwe ew mehekê ku ji xwe bêzar e. Bi wan hût û mûtan re, di nav şerî de ye. Her ro, ji ber vî şerî, ji hêz de diket. Ê çawa ji nû ve ji xwe re malekê ava bike? Zanko jî êdî dikir ku xilas bibê, ya rastî dikaribû here cem parêzerekî stajê bike û hinêk peran jî qezenc bike. Lê nedixwest tu tiştî bike. Hesenê westiyayî êdî ji xwe bêzar bû. Dixwest ku ji her tiştî dest vebikişîne.
Piştî ku li ber peravê rûniştibû êdî tu tişt hîs nedikir, tu xem di dil de nema bû. Li wê banqê rûnişt şûn ve, barê jiyanê ji ser pişta xwe girtibû û avêtibû nav behrê. Dengê çerp û çerpa pêlan yê li qeraxê dida jê re wekî dengê çakûçan dihat, êdî ew deng jî nedibihîst. Cixaraya wî ya wekî pizotek diçurisî, bêhnek kişand û bi awirên bêwate, li pêlên ku rixtim dikutan nêrî. Kefa pêlên spî û rengê lacîwerdî bîranînên wî yên reng bi reng dimêtin û pera pera dîmenên bîranînan li ber çavên wî winda dibûn.
Gava ku bi lez ji mal derketibû, ji hêrsan re, bîr kiribû ku di vê sermaya zivistanê de, qocik li xwe bikê, an jî tiştekî din yê qalind. Bes bi qazaxek tenik ve laşê xwe yê qerasê li ber bayê sar, bêsitar hêlabû.
Dixwest hema bes li ber vê qeraxa behrê bi tenê rûne û hey rûne. Li vê derê hût tune bûn, ew mehlûqat nebûn. Heta hetayê dikaribû bi aramî rûne. Paketek cixarê xilas kiribû. Saet, nîvê şevê bû, cixarake din pêxist lê gelek xewa wî dihat. Cixare hê xilas nekiribû, bi xew re çû û cixara di destî re ket erdê. Çi xewek xweş bû ew xew. Bi aramî bû. Hût çûbûn, mehlûqat nîn bûn. Tenê tarî mabû ew jî wê xilas bibûya. Hesên pê dihesiya ku êdî ji her tiştî difilite. Çavên wî hatin girtin, êdî li ser tu tiştî nefikirî, ket xeweke kûr.
&&&&&
Serê sibê wexta ro hilat, paqijkerên şarederiyê hatin ku qeraxa behrê paqij bikin. Paqijkerekî, Hesên bi awayî bêqocix, çavên wî girtî, serê wî di ser mil de ketî dît. Çû cem, bi dest milê Hesên hêjand, xwest ku wî hişyar bike lê dît ku laşê wî hişk û wekî cemedê sar e.

 

***

Nivîsên Ayşegul Kizilkaya yên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:

- 603 kevirên çargoşe û obsesîfek

- Nixumandina Perdeyan
- 'Payîz an jî Ziyab'

Parve Bike

Youtube Me

Têkiliya Resûl Bafeyî û pirtûkan çawa ye?

news

Nûbihar bi berhemên xwe amade ye...

news

Weqfa Îsmaîl Beşîkçî li benda xwendevanên xwe ye

news

podcast diyar #diyarname20salîye #podcast #diyarname #booktok #3deqe #film #news #hinar #love #amed

news

Agahiyên li ser weşanxaneyên kurdan û fûarê

news

Pêşniyara temaşekirina fîlman

news

Ey Reqîb divê li ku derê neyê xwendin?

news

diyarname podcast Serketiyên Pêşbaziya Çîrokê ya Şerzan Kurt diyar bûn Dîrok: 06/12/2025

news

Roja Axê ya Dinyayê

news

Îhsan Bîrgul: Pelên Şil

news

H. Kovan Baqî: Gotin nebin dil, roman nikare bijî

news

Hogir Berbir: Li bajarên kurdan encamên qeyrana tenêtiyê

news

Dilşêr Bêwar: Zozanê OnlyFansê

news

Sînorên nav kurdan, sînorê Belçîka-Hollandayê

news

H. Kovan Baqî: Pelê darê û nefesa bê

news

H. Kovan Baqî: Çavên nivîsê ranazên

news

Curaçao

news

Kazim Polat: Piştî xwîna min guherî xuyên min jî guherîn!

news

Kadir Stêra: Asyaya me

news

diyarname Nûçe: #diyarname #diyarname20salîye #diyarnamenews

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 15 12 2025

Weşangerên kurd qala pirtûkên xwe dikin

news
  • 12 12 2025

Taştêya îngilîzan, şnîtzela avûsturyanan û ahtapota galîsyanan

news
  • 09 12 2025

Sartre û Beauvoir, Rizgan û Besna

news
  • 08 12 2025

Du Beden, Yek Dil di Dengê Strana Avê de: Şæmîran

news
  • 05 12 2025

2025: 10 welatên herî aram

news
  • 04 12 2025

2025: Peyvên herî zêde lê geriyane

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

…dayikekê didirû ji dengê min re

  • H. Kovan Baqî
news

Ezê Bikim

  • Mesûd Qeya
news

Rexneya rexneyê

  • Omer Dilsoz
news

Toza Çîl Spî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

  • Cemil Oguz
news

Li bajarên kurdan encamên qeyrana tenêtiyê 

  • Hogir Berbir
news

Gotin nebin dil, roman nikare bijî

  • H. Kovan Baqî
news

Zozanê OnlyFansê

  • Dilşêr Bêwar
news

Li berhevdanîna peyvên hevpar ên farisî û kurdî

  • Kazim Polat
news

Çavên nivîsê ranazên

  • H. Kovan Baqî
news

Mirov çawa dibe nivîskar?

  • yeqîn h.
news

Asyaya me

  • Kadir Stêra
news

Kuştina Weşanger

  • Dilşêr Bêwar
news

Suryanî bi kurdî lavayî Xwedê dikin!

  • Hogir Berbir
news

ev ne helbest e seba vê demsalê

  • Mesûd Qeya
Ev jî hene
ad

Merasima Xelatdayînê: Silav bo rojnamegerên girtî hatin şandin

ad

'Qutiya Pandorayê' dikeve dû Îstîrîdyeya Zêrîn

ad

Weşanxaneyên kurd ên beşdarî Fûara Çûkûrovayê dibin

ad

Di Festîvalê de fîlmên kurdî

ad

Zarok MA'yê 2 saliya xwe pîroz kir

ad

Sûriyeyê agirbest îlan kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Mungan: Tirkiyeyê ne tenê ziman, wijdanê xwe jî winda kir

  • 13 12 2025
news

FîlmAmed bi xelatdayînê bi dawî bû

  • 14 12 2025
news

Omer Ocalan: Rêber Apo dibêje 'Divê li her malî bi kurdî bê axivîn'

  • 14 12 2025
news

Lehiyê zirakek mezin da pirtûkxaneyê

  • 14 12 2025

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2025 Diyarname