___Brahîmê Alûcî___
Destpêk
Frantz Fanon ji bo me kurdan ne teorîsyenekî dûr e ku em li ser wî dinivîsin û jê dûr bimînin. Fanon neynika me ye, derdê me ye, jiyana me ye. Dema em nivîsên wî dixwînin, em ‘xwe’ dibînin - di her hevok de, di her rêzan de, di her dahûrînê de. Ew qala mirovan dike ku di navbera du cîhanan de mane ku nasnameyê wan tê înkar kirin ku hebûna wan tê pirsîn ku di nava xwe de (hundir) şikestî ne lê li derve hewl didin ku bi hêz xuya bikin. Ma ev ne em in?
Fanon zarokekî Martinîkî bû ku di dewleta Frensî de mezin bû. Ew bi frensî mezin bû, bi dîroka Frensî, bi çanda Frensî. Lê çermê wî reş bû û ev her tişt bermeqlûp vediguherand. Herçiqasî zanîna wî bi frensî be, herçiqasî wêjeya frensî ji ber bike, herçiqasî li ser Napoléon û Jeanne d'Arc binivîse, çavên spî her wî wekî yê-din (the other), wekî biyanî, wekî kêmtir didîtin. Fanon vê rewşê wekî biyanîbûna hebûnî (existential alienation) rave dike. Mirov bi laşê xwe li wir e, lê bi hebûna xwe ne li wir e. Mirov tê de ye, lê nayê qebûl kirin. Mirov dipeyive, lê dengê wî nayê bihîstin.
Em kurd jî di vê rewşa şêmûg û navbeynîtiyê (liminality) de ne. Em ne tirk in, ne ereb in, ne farisî ne. Lê em di dewletên van heman gel û neteweyan de dijîn, di sînorên wan de, di pergala wan de. Em zarokên xwe bi zimanên wan mezin dikin, dîroka wan hîn dikin, li gorî qanûnên wan dijîn. Lê em her kurd in û ev her tiştî vediguherîne. wekî Fanon bi çermê xwe ve girêdayî bû, em jî bi zimanê xwe ve, bi çiyayên xwe ve, bi bîra xwe ve girêdayî ne. Ev girêdan ne bijartin e - ev hebûn e, ev bûnewerparêzî ye. Lê pergala ku em tê de dijîn, vê hebûna me qebûl nake, vê bûn û hebûna me înkar dike, dixwazin me tune bikin.
Dema zarokekî kurd cara yekem di dibistanê de bi tirkî an erebî an farisî pirs jê tê kirin û ew bi kurdî bersivê dide û mamoste bi hêrs dibêje "bi vî zimanî nepeyive!", dema ew zarok li kitêbên dersê dinêre û li wir ne wêneyekî kurdan, ne çîrokeke kurdî, navekî kurdî nabîne, dema ew li ser şemaya dîrokê dinêre û cihê ku bavê wî lê jiyaye bi navekî din hatiye binav kirin - ev ew dîmena destpêkî ya trawmatîk (primal traumatic scene) e ku Fanon behsa wê dike. Zarok di wê çirkeyê de fêr dibe ku ew cuda ye ku ew pirsgirêk e ku hebûna wî xelet e. Ev ne hînbûnek a hişmendî ye - ev şikandinek a navxweyî (hundir) ye, parçebûna kûr a hevgirtina eziyê/xwebûnê (ego integrity) ye.
Înkara Hebûnê
Fanon dinivîse ku mirovên reş di bin nêrîna spî de, rû bi rû tên bi tiştekî ku ew wê wek şemaya çermî (epidermal schema) nav dike. Ev wateya wê ye ku reşik di civakên spî de ne bi şemaya laşî (body schema) ya normal û siruştî tê dîtin û nas kirin, lê bi tenê çermê xwe ve tê nas kirin. Laş û bedena wî tune dibe, dîroka wî tune dibe, zihnê wî tune dibe - tenê çermê wî dimîne. Ev çerm dibe nîşaneke înkarê, dibe mehra bêqediriyê, dibe tesbîta xwekêmdîtina ontolojîk (ontological inferiority) a wî.
Ji bo me kurdan, şemaya çermî nîne, lê tiştekî din heye ku wek wê li ser kar e - em wê bi şemaya erdnîgarî (geographic schema) nav bikin. Kurdistana me li ser şema û nexşeyên fermî yên dewletan tune ye. Cihê ku em lê jiyane, cihê ku bav û bapîrên me lê jiyane, cihê ku gorên wan lê ne, ev cih bi navê me nayê binav kirin. Li şûna Kurdistanê, "Rojhilata Anatolyayê", "Bakurê Iraqê", "Rojhilata Îranê", "Bakurê Sûriyê" tên gotin. Ev ne tenê bêhêvahiya navnîşanan e - ev înkara bûn û hebûna me ye, ev tunekirina cîhê me ye di cîhanê de.
Fanon dibêje ku dema reşik li neynikê-dinêre, ew tenê çermê xwe yê reş nabîne - ew tevahiya bîrên neyînî yên civakê li ser reşîtiyê dibîne. Ew dibîne ku spî wî wek heywan, wek kovî, wek kêmaqil, wek tehdîd dibîne. Ev dîtin dibe beşek ji eziya (ego) wî – loma ew jî dixwaze ku xwe bi çavên wan bibîne, ‘xwe’ bi pîvanên wan bipîve. Ev pêvajoya navxweyîkirina bindestiyê (internalization of oppression) ye. Êdî zilm, çewisandin û bindestî ne tenê derxweyî ye, lê dikeve nav hundirê mirovî, dibe beşek ji bîra wî û dibe hesteke siruştî ya derbarê hebûn û xwebûna xwe.
Ji me kurdan jî dema ku em li nexşeyê-dinêrin, dema dibihîzin ku "kurd tune ne, Kurdistan tune ye" û dema ku ji me re dibêjin: "hûn tirkên çiyayiyin", "hûn erebên ku xwe winda kirine" û "hûn farisiyên çiyayî ne" - ev ne tenê propagandaya siyasî ye. Ev êrîşeke kûr e li ser yekbûn û hevgirtina ontolojîk (ontological integrity) a me. Wateya wê ev e ku ne tenê dewleta me tune ye, lê hebûna me jî tune ye ku em di dîrokê de tune ne ku em di erdnîgariyê de tune ne. Fanon ji vê rewşê re dibêje tunebûn, qirkirin (annihilation). Mirov ne tenê tê bêqedir û qîmetkirin, tê tunekirin, xwebûn û hebûna wî ji holê tê rakirin.
Zarokê kurd di vê rewşê de mezin dibe. Ew di dibistanê de hîn dibe ku Tirkiye ji Edîrne heta Wanê ye, lê navê Kurdistanê nayê gotin. Ew hîn dibe ku Ereb in ku li Şamê, li Bexdayê, Faris in li Tahranê dijîn, lê ew ku li Dêrsimê, li Dihokê, li Mehebadê dijîn kurd in, navê wan nayê gotin an jî bi navên din tên gotin. Ew hîn dibe ku farisiya standard zimanê Îranê ye, lê kurdiya soranî ku ew bi wê re mezin bûye zaravayeke paşkewtî ye. Ev hînbûn ne tenê zanyariya siyasî ye - ev bernamekirina derûnî (psychic programming) ye. Zarok dest pê dike ku xwe bi çavên serdestên xwe (dewlet) bibîne, xwe bi pîvanên dewletê bipîve, xwe bi çarçoveya dewletê sînordar bike.
Girêka zilm û zordestiyê û Têkiliya Axe û xulam
Hegel di diyalektîka xwe de behsa têkiliya axe û xulam (master-slave dialectic) dike. Li gorî Hegel, di vê têkiliyê de her du alî xwe li ser hev nas dikin. Axe xwe di çavên xulam de wekî mêr û axe dibîne, xulam jî xwe di çavên axe de wek xulam dibîne. Lê Hegel dibêje ku bi demê re, xulam di kar û xebata xwe de azadiya xwe dîtin, dike û dişibe mêran (axe), lewre ew e ku dinyayê diguherîne, lê axe di vegotin û karahiya xwe de dimîne.
Lê Fanon dibêje ku ev diyalektîk ji bo mirovên reş ne wisa ye. Çawa? Ji ber ku di koloniyalîzmê de, nasîna hevbeş (mutual recognition) tune ye. Koloniyalîst reşikan wekî mirov nas nake/nabîne, wan wekî tişt/heyberê (thing/object) dibîne. Reşik dixwaze were nas kirin, dixwaze mirovbûna wî were pejirandin, lê koloniyalîst rê nadin vê nasînê. Lewra diyalektîka Hegel disekine, naşixule. Reşik di rewşeke bêderkeft de dimîne - ew dixwaze bibe spî, dixwaze bibe mêr, lê nikare. Çermê wî wê qet spî nabe, cihê wî di hiyerarşiya kolonyal de her li jêr e/bindest e.
Di vê rewşê de, reşik dest bi xwewekdîtina bi êrîşkar re (identification with the aggressor) dike. Ev mêkanîzmeke berevaniyê (defense mechanism) ye ku Anna Freud rave kiriye. Dema mirov di bin êrîşa domdar de ye û nikare xwe biparêze, ew dest pê dike ku xwe bi êrîşkar re bike yek, armanc û nirxên wî bike yên xwe. Zarokê ku ji bavê xwe yê tundrew ditirse, dest pê dike ku xwe wekî bavê xwe bike. Jina ku di bin şidetê de ye, dest pê dike ku xwe li ser êrîşê xerîb bike. Ev ne bijartin e, lê stratejiyeke derhişî ye ya bijartinê ye.
Li Kurdistanê jî em vê xwewekdîtina bi êrîşkar re dibînin, lê bi awayekî gelek aloz û tevlihev û bi gelek forman. Hinek kurd hene ku dibêjin "ez jî tirk im, lê ji herêma Rojhilatê me." Ev ne tenê gotinek siyasî ye ku mirov ji ber tirsê yan jî ji ber berjewendiyê dibêje. Ew dibêje û di nava xwe de jî wisa bawer dike an jî bi awayekî derhişî dixwaze wisa bawer dike. Ev hişmendiya ducarî (double consciousness) ye ku W.E.B. Du Bois behsa wê kiriye. Mirov di heman demê de hem kurd e, hem jî tirk e. Hem li vir e, hem jî li wir e. Hem ‘xwe’ ye, hem jî yê-din e. Ev ne hevgirtine (yekbûn) e, lê parçekirina derûnê (psychic splitting) ye.
Hinek kurd hene ku bi zimanê kurdî ji zarokên xwe re naaxivin. Dema tê pirsin çima, ew dibêjin "ez dixwazim zarokên min fêr bibin, ez dixwazim ew pêşkevin, zimanê tirkî/erebî/farisî ji bo wan baştir e." Ev wekî biryareke pratîk xuya dike, lê di binê vê de navxweyîkirina xwekêmdîtinê (internalization of inferiority) heye. Dêûbav wisa bawer dike ku zimanê wî yê dayikê bes nîne ku ew zarokê wî paş vexîne ku ew astengî ye. Ev bawerî ji ku tê? Ev ji tevahiya civakê tê - ji dibistanê, ji televîzyonê, ji dewletê, ji civata mezin. Lê dema ev bawerî dikeve hundir, dibe beşek ji xwebûn û eziya mirovî, wê demê zilm û bindestî ne li derveyî lê li hundirê mirov kar dike.
Hinek kurd hene ku ji kurdîtiya xwe şerm dikin. Dema di nav civakên mezin de ne - di navçeyên mezin, di dewrên dewletê, di cîhên kar de - ew kurdîtiya xwe vedişêrin, hewl didin ku wek tirk, ereb, faris xwe bidin xuyanî kirin. Ev ne qedexekirinek a fermî ye - ev xwe-sansûrkirin (self-censorship) e ku mirov ji ber hesta şermê (feeling of shame) dike. Lê ev şerm ji ku tê? Mirov çima ji nasnameya xwe, ji zimanê xwe, ji çanda xwe şerm dike? Ev şerm ji bêqedirkirina civakî tê, ji mesajên ku her roj tên şandin ku dibêjin "tu kurd î = tu pirsgirêk î, tu paşkewtî yî, tu tehdîd î, tu terorîst e."
Bûyîna Yê-din
Lacan di teoriya xwe de behsa qonaxê neynikê (mirror stage) dike. Zarokek dema cara yekem di neynikê de xwe dibîne, ew xwe wek ez (ego/self) nas dike. Lê ev nasîneneke xelet e, lewre zarok hîna nayê koordîne kirin lê di neynikê de eziyê (xwebûn) wekî yekbûnekê xuya dibe. Ev biyanîbûneke damezrîner (constitutive alienation) e, lewma ezî (ego) her di nava cudabûnekê de tê ava kirin. Ezî ne rastiya navxweyîn (hundirîn) e, lê wêneyeke (image) ku em li derveyî xwe dibînin û wê wekî eziyê ‘xwe’ dihesibînin.
Lê Lacan her dibêje ku di vê pêvajoyê de, çavên dêûbav, çavên yên-din, pir girîng in. Zarok ne tenê ‘xwe’ di neynikê de dibîne, lê di çavên wan de jî xwe dibîne. Ew di wan çavan de dibîne ku ew hatiye dîtin, hatiye nas kirin, hatiye pejirandin. Ev nêrîna yê-din (gaze of the other) eziyê (xwebûn) ava dike.
Fanon dibêje ku ji bo reşikan, ev pêvajo bi awayekî xerab û bêpergal ava dibe. Lewre dema reşik di çavên spî de xwe dibîne, ew ne wekhevî, ne qebûlbûn, lê nefret, tirs, bêqîmetê dibîne. Di çavên spî de, reşik ne mirov e - ew heywan e, kovî ye, tehdîd e, heybera seksî (sexual object) ye. Lewma wêneya ku reşik li derveyî xwe dibîne û divê wê wek eziya xwe bihesibîne, wêneyek a bi kîn û nefretê tijî ye. Ezî (xwebûn) di vê rewşê de çawa tê ava kirin? Ezî di bin trawmayê de tê ava kirin, ezî di nava înkarê de tê ava kirin.
Fanon dinivîse ku reşik di bin vê trawmayê de dest bi arezû û xwestinekê dike - xwestina bûyîna spî. Ew dixwaze bibe ew ê ku heye, ew ê ku tê nas kirin, ew ê ku mirov e. Ev ne arezû û xwestina siruştî ya alîkariyê yan wekheviyê ye - ev arezûya ontolojîk (ontological desire) ye, xwestina hebûnî ye. Reşik dixwaze wisa bibe ku hebûna wî neyê pirsîn ku ew wekî mirov were dîtin ku cihekî wî di cîhanê de hebe.
Lê ev xwestin arezûyeke nemimkûn (impossible desire) e. Çima? Lewre çermê wî qet spî nabe. Ew herçiqasî hewl bide, herçiqasî xwe biguherîne, çermê wî her reş dimîne. Fanon ji bo vê rewşê mînak dide: Reşikek dikare bi frensî bipeyive, lê ew frensî qet wek frensiya spî nabe - ew her devok (accent) e ku nîşan dide ku ew ne ji vir e. Reşik dikare bi jineke spî re bizewice, lê zarokên wî her col, dureh û têkel (mixed) in, ne spî ne. Reşik dikare xwe li gorî çanda spî bike, lê ew her li derveyî vê çandê dimîne, lewre çanda spî li ser reşî hatiye ava kirin - reşî wek ew tiştê ku nîne, ew tiştê ku bêqîmet e, ew tiştê ku divê were înkar kirin.
Li Kurdistanê jî em vê xwestin û arezûya ne mimkûn dibînin. Kurd dixwaze were qebûl kirin, dixwaze were dîtin, dixwaze bibe beşek ji dewletê, ji netewê, ji civakê. Lê ev qebûlbûn bi şert û mercekê tê - divê kurd kurdîtiya xwe înkar bike. Ew dikare bibe tirk, lê divê ji kurdîtiya xwe dûr bikeve. Ew dikare bibe ereb, lê divê zimanê xwe ji bîr bike. Ew dikare bibe faris, lê divê bêje ku Kurdistan tune ye. Ev çi cure qebûlbûnek e? Ev ne qebûlbûn e, lê windabûn e, tunebûn e.
Gelek kurd di vê rêyê de herimînin. Wan zimanê xwe winda kirine, navên xwe guherandine, ji çanda xwe dûr ketine. Lê çi biserxistinin? Ew wekî tirk, ereb, faris hatinin qebûl kirin? Na. Ew her "kürt" mane, her "el-ekrad" mane, her "îranî" mane. Her "yek ji wan" mane, ne "yek ji me." Çima? Lewre wekî çermê reşik her reş dimîne, bîra kurd jî her li wir e. Mirov nikare ji bîra xwe, ji zimanê xwe, ji çanda xwe bi temamî dûr bikeve - ew her li wir in, di hundirê mirovî de, di binehiş û derhişê mirov de, di xewnan de. Û civaka serdest jî dizane - her dizane ku ev kes ji ku ye, bav û bapîrên wî kî bûne, ew ji ku tên.
Lewma kurd di rewşeke girêdana ducarî (double bind) de dimîne. Ew heger kurdîtiya xwe biparêze, tê înkar kirin, tê dûr xistin, tê bêqedir kirin. Ew heger kurdîtiya xwe înkar bike, xwe winda dike, lê dîsa jî nayê qebûl kirin. Di her du rewşan de, ew tê bindest kirin. Ev ne bijartin e - ev feq e, ev rewşeke bêderkeftkirinê (situation without exit) ye.
Ziman û Hebûn
Fanon di kitêba xwe ya "Çerma Reş, Maskên Spî" (Black Skin, White Masks) de dinivîse: "Axaftin, hebûna tevgerî ye ji bo yê-din". Ziman ne tenê amûrek a ragihandinê ye - ziman awayê xwebûn û hebûnê ye, awayê li cîhanê bûyîn e. Mirov bi zimanê xwe de bifikire, bi zimanê xwe de hest bike, bi zimanê xwe ji ‘xwe’ re cîhanê çê û ava dike.
Lê çi dibe dema zimanê mirovî tê qedexe kirin, tê bêqedir kirin, tê înkar kirin? Fanon dibêje ku ev ne tenê qedexekirinek a pratîk e - ev êrîş e li ser eziya (xwebûn) mirovî. Ziman amûreke veguhestina çandê ango wesayîta çandê (vehicle of culture) ye. Dema ziman tê qedexe kirin, çand jî tê qedexe kirin. Lê ya herî giring jî ziman avahiya derûnê (structure of the psyche) bi xwe ye. Mirov di zimanê xwe de dirame, di zimanê xwe de xewan dibîne, di zimanê xwe de hest dike. Dema ev ziman ji mirovî tê stendin, beşek ji derûn û giyana wî jî jê tê stendin.
Fanon mînak dide: Dema reşikek martinîkî frensiya standard dixwîne û bi wê re dest pê dike ku bipeyive, ew di civaka martinîkî de tê dîtin ku ew xwe guherandiye ku ew bûye cuda ku ew ‘‘pêşketî’’ û peresend (evolved) bûye. Lê ev peresend ji çi re ye? Bi dûrketina ji civaka xwe, bi dûrketina ji zimanê xwe, bi nêzîbûna bi frensiyên spî. Ev peresend biyanîbûn (alienation) e - cudabûn e ji hebûn û xwebûna xwe, ji civaka xwe.
Lê hewl ji aliyê-din jî heye. Dema ev reşik dikeve civaka Frensî, di Parîsê, dikeve di navbera spiyan de û bi frensiya xwe ya bêkêmasî (perfect) dipeyive, spî bi heyraniyekê lê dinêrin. Çima? Lewre ew hêvî nedikirin ku reşik bi vî awayî fêr be. Lê ev heyranî ne rêz e - ev ecêbmayîn e, ev dîtina tiştekî nenormal e. Spî dipirsin "tu ji ku hînî bûyî? Tu ji ku yî? Tu çawa hîn bû?" - hemû ev pirs nîşan didin ku ew reşik hîna wek yê-din tê dîtin, ne wek Frensî.
Û her di vê rewşê de, reşik fêm dike ku herçiqasî ew frensî bipeyive, herçiqasî ew bi frensî bifikire, ew her reş e, her yê-din e. Zimanê frensî yê wî bûye, lê ew nebûye Frensî. Ew niha di navbera du zimanan de ye - ne bi tevahî li Martinîk e, ne jî bi tevahî ji Frensayê. Ew di rewşeke navberê (in-between) de ye, di cihekê de ku ne ji vir e ne jî ji wir e.
Zimanê Kurdî û Biyanîbûna Zimanî
Li Kurdistanê, kurd vê dîrokê bi awayekî hîn jî jandar û kûr dijîn. Li Bakur, zarokên kurd bi tirkî mezin dibin. Ne ji ber ku dêûbav dibêje, lê ji ber ku pergal wisa dixwaze. Dibistan bi tirkî ye. Televîzyon bi tirkî ye. Dewlet bi tirkî ye. Zarok dema dikeve dibistanê, mamoste dibêje "li vir zimanê we qedexe ye " - li vir hûn ê bi tirkî bipeyivin. Zarok ku heta niha bi kurdî axaftiye ku bi kurdî li dêûbav guhdarî kiriye ku bi kurdî fikiriye, êdî divê bi tirkî bipeyive. Ev ne tenê hînbûna zimanekî nû ye - ev cihguhestina zimanî (linguistic substitution) ye ku bi darê zorê tê kirin.
Fanon behsa biyanîbûna zimanî (linguistic alienation) dike. Zarokê kurd dema dest pê dike bi tirkî bifikire, ew dest pê dike ku ji dêûbav, ji çanda xwe, ji civaka xwe dûr bikeve. Ew fêr dibe ku kurdî paşketî û paşverû (backward) ye ku tirkî pêşketî (advanced) ye. Ew fêr dibe ku kurdî ji bo malê ye, ji bo gund e, lê tirkî ji bo dibistanê ye, ji bo dewletê ye, ji bo geşedan û pêşkeftinê ye. Ev ferq ne tenê ferqa fonksiyonel e - ev ferqa nirxan e. Kurdî kêm e, tirkî zêde ye. Kurdî paş e, tirkî pêş e.
Ev ferqkirin di hundir de dibe eziya (xwebûn) zarok. Zarok dema bi kurdî dipeyive, wisa hest dike ku ew tiştekî şaş dike ku ew di cihekî paşverû û paşketî de ye. Zarok dema bi tirkî dipeyive, wisa hest dike ku ew xwe baş dike ku ew pêş dikeve. Ev hesta şermê (feeling of shame) ye ku bi zimanê dayikê ve girêdayî ye û ev şerm kûr e, di kûrahiya eziyê (xwebûn) de ye.
Gelek zarokên kurd di vê rewşê de mezin dibin. Ew bi tirkî difikirin, bi tirkî xewan dibînin, bi tirkî hest dikin. Kurdî ji bo wan dibe zimanê berê, zimanê pîr û kalan, zimanê gundan. Ew bi kurdî nikarin xwe îfade bikin - peyv ji wan re tune ne, struktûrên hevokê ji wan re biyanî ne. Di hundirê wan de şikestineke zimanî (linguistic fracture) heye, veqetandineke di navbera zimanê hest û zimanê ramanê de.
Lê zimanê kurdî qet bi tevahî nayê ji bîr kirin. Ew li wir e, di kûrahiya ezî û xwebûnê de, di binhiş û derhişê wan de. Ew ji demê derdikeve - di xewnan de, di demên hestyarî de, di demên hêrsê de. Gelek kurd hene ku dibêjin "ez bi tirkî baştir dipeyivim, lê dema ez hêrs dibim, bi kurdî dipeyivim." Ev çi ye? Ev nîşan dide ku kurdî ew zimanê navxweyî (hundirîn) e, ew zimanê hestan e, her çend tirkî bûbe zimanê fikir û ramanê jî.
Li Başûr, dîrok cuda ye lê trawma heye. Li wir erebîzekirina bi darê zor hat kirin. Navên gundan hatin guhertin. Enfalkirinên bi erebî hatin kirin. Dema rejîm dibêje "kurd tune ne, ev ereb in", ev ne tenê înkara siyasî ye - ev êrîş e li ser zimanê ku nasnameya te tê de ye, li ser xwe-derbirînê ye.
Li Rojhilat, zimanê farisî dibe zimanê desthilatê (language of power). Kurd dikare bi kurdî li malê bipeyive, lê dema ew dikeve nav dewletê, nav dibistanê, nav zanîngehê, divê bi farisî bipeyive. Ev ducarîtî duzimanzîtî (diglossia) ye - rewşek e ku du ziman di civakê de hene, lê yek ji wan bilind e û yek nizm e. Lê ev ne tenê ferqa statûyê ye - ev têkiliya desthilatê ye, têkiliya bindestkirin û bindeskirî ye.
Li Rojava, erebîzekirina dewleta Beêsî sal û salan domî. Lê piştî sala 2012an, karek nû dest pê kir. Kurdî bû zimanê fermî, dibistan bi kurdî vebûn, pergala nû bi kurdî hat ava kirin. Lê ev jî di bin tehdîtên domdar de ye, di navbera şer û nakokiyan de ye. Û gelek kurd hene ku ji ber erebîzekirina berê, êdî bi kurdî nizanin, xwendin û nivîsîn û nivîsandin pir zehmet e ji bo wan.
Kolonîzekirina Nvxweyî (Hundirîn)
Fanon dibêje ku zimanê koloniyalîst ne tenê zimanê ragihandinê ye, lê avahiya bilindeziyê/superegoyê (structure of the superego) ye. Li gorî Freud, bilindezî ew beşa eziyê ye ku normên civakî, qanûnên exleqî, dengê dêûbav û civakê di hundirê mirovî de temsîl dike. Bilindezî dibêje "ev şaş e, ev rast e, ev qedexeye, ev destûrdar e." Lê dema zimanê vê bilindeziyê zimanê zor û zilmkar be, dema ew normên ku di hundirê te de kar dikin zimanê dewleta bindestkar be, ev çi wateyê dide?
Ev tê wê wateyê ku mirov bi zimanê zilmkaran hebûn û xwebûna xwe seza û tawanbar dike, bi zimanê serdest û zilmkaran ‘xwe’ rexne dike, bi zimanê zilmkaran (serdest) nirxên civakî di hundirê xwe de dihesibîne. Zarokê kurd ku bi tirkî mezin bûye, dema ew bi kurdî dipeyive, dengek di hundirê wî dibêje "şaş e, paşketî ye, qedexe ye." Ev deng bi tirkî ye, ev deng dengê mamosteyan e, dengê televîzyonê ye, dengê dewletê ye - lê niha ev deng ji hundirê wî tê, bûye beşek ji xwebûna (ezî) wî. Ev kolonîzekirina navxweyî/hundirîn (internal colonization) ye ku mirov xwe bi xwe kolonîze dike, xwe bi xwe kontrol dike, xwe bi xwe seza dide.
Encam
Fanon dinivîse ku ji bo azadiya rastîn, divê mirov ji vê kolonîzekirina navxweyî (hundirîn) azad bibe. Ne bes e ku dewlet biguhere ku deman (îmtiyaz) werin dayîn û qanûn biguhere. Divê mirov ji hundirê xwe biguhere, divê ew dengê zilmkar ku di hundirê wî de ye bêdeng bike, divê ew bi zimanê xwe dest pê bike ku li ‘xwe’ (ezî) binêre, xwe bipîve, xwe hest bike. Ev ne karekî hêsan - ev pêvajoyek demdirêj e, êşdar e, lê pêwîst e.
Ji bo me kurdan, wateya wê ev e ku em divê ji înkara xwe, ji bêqedirkirina xwe, ji şerma xwe azad bibin. Ev ne bi înkara dewletê, lê bi înkara ku em di hundirê xwe de diparêzin dest pê dike. Em divê ji ew dengê ku dibêje "kurdî paşverû û paşketî ye", "Kurdistan tune ye", "tu pirsgirêk î, tu terorîst e" rizgar bibin. Em divê dest bi dîtina ‘xwe’ bi çavên xwe bikin, ne bi çavên dewletê, ne bi çavên zilmkaran (serdestan).
Fanon dibêje ku ev pêvajo bi nasîna trawmayê dest pê dike. Mirov divê bigihîje ku ew şikestî ye ku ew di bin zilmê de ye ku hebûna wî tê înkar kirin. Ev nasîn êşdar e, lewre ew hemû êşa ku mirov bi salan hewl daye ku ji ‘xwe’ veşêre derdixe holê. Lê ev nasîn pêwîst e ji bo derbasbûnê.
Piştî nasînê, hêrsa azad (liberating anger) tê. Ev ne hêrsa ku mirov bi xwe re dihêle û dibe xwe-êrîş, lê hêrsa ku li ser pergala ku te şikandiye tê derbirîn. Ev hêrs hêzeke veguhertinê ye, hêzeke avakirinê ye. Fanon di "Rebîlê Erdê" (The Wretched of the Earth) de dinivîse ku şideta kolonîzekirî ne tenê li dijî koloniyalîst, lê li dijî xwe-înkara ku koloniyalîzm di hundirê wî de çêkiriye ye.
Lê Fanon her dibêje ku şidet ne armanca dawî ye. Armanca dawî avakirina mirovahiya nû ye, avakirina civaka nû ye ku di wê de mirov wek mirov tê dîtin ku di wê de nasname nayê înkar kirin ku di wê de ziman nayê qedexe kirin. Ev ne tenê ji bo kurdan, lê ji bo hemû mirovan e. Fanon dibêje: "Ez ne tenê dixwazim ku reş azad bibe, ez dixwazim ku mirovahî azad bibe."
Ji bo me kurdan, ev tê wê wateyê ku em ne tenê li dijî înkara xwe, lê li dijî hemû înkaran şer dikin. Em ne tenê ji bo azadiya xwe, lê ji bo azadiya hemû mirovên ku di bin zilmê de ne dixebitin. Ev ne nasnamegeriya teng e, lê mirovahiya berfireh e. Fanon me hîn dike ku têkoşîna me ne tenê siyasî ye, lê derûnî ye, hebûnî e, xwebûnî û mirovî ye.
Di dawiyê de, Fanon bi peyamekê hêviyê dide. Ew dibêje ku mirov dikare ji trawmayê rizgar bibe, dikare ji biyanîbûn û cudabûnê rizgar bibe, dikare bibe ‘xwe’. Lê ev ne bi înkara kevneşopiyê, ne bi vegerîna paş e. Ev bi avakirina nû ye, bi şoreşa derûnî û civakî ye, bi avabûna mirovahiya azad û wekhev e.
Em kurd bi sedan salan li bin vê trawmayê jiyane/dijîn. Lê em her dijîn, em her li vir in, em her dipeyivin, em her diramin, em her xwe diparêzin. Ev xwe parastinek e, ev berxwedanek e, ev jiyînek e. Û wek Fanon dibêje, dema mirov hebûn û xwebûna xwe diparêze ji bin hemû înkaran, ew berê xwe bi azadiyê ve vedide. Em niha di vê rêyê de ne - rêya ku ji înkarê diçe ber bi pejirandina ‘xwe’, rêya ku ji şikestinê diçe ber bi hevgirtinê (yekbûn) xwe, rêya ku ji kolonîzekirinê diçe ber bi azadiya xwe.
Dê berdewam bike…
Çavkanî
- Fanon, Frantz (1952). Peau Noire, Masques Blancs [Black Skin, White Masks / Çerma Reş, Maskên Spî]. Paris: Éditions du Seuil.
- Fanon, Frantz (1961). Les Damnés de la Terre [The Wretched of the Earth / Nefretiyên Erdê]. Paris: François Maspero.
- Fanon, Frantz (1959). L'An V de la Révolution Algérienne [A Dying Colonialism / Sala V ya Şoreşa Cezayîrî]. Paris: François Maspero.
- Freud, Anna (1936). The Ego and the Mechanisms of Defense [Ego û Mêkanîzmên Berevaniyê]. London: Hogarth Press.
- Hegel, G.W.F. (1807). Phänomenologie des Geistes [Phenomenology of Spirit / Fenomenolojiya Giyanî]. Bamberg and Würzburg: Joseph Anton Goebhardt.
- Lacan, Jacques (1949). "Le stade du miroir" [The Mirror Stage / Qonaxa Neynikê]. Di: Écrits. Paris: Éditions du Seuil.
- Du Bois, W.E.B. (1903). The Souls of Black Folk [Giyanên Xelkê Reş]. Chicago: A.C. McClurg & Co.
- Gibson, Nigel C. (2003). Fanon: The Postcolonial Imagination. Cambridge: Polity Press.
- Gordon, Lewis R. (2015). What Fanon Said: A Philosophical Introduction to His Life and Thought. New York: Fordham University Press.
- Sekyi-Otu, Ato (1996). Fanon's Dialectic of Experience. Cambridge: Harvard University Press.
Termên Sereke
1. Biyanîbûna Hebûnî (Existential Alienation) Rewşa mirovî ku li cihekî ye lê li wir nîne jî. Mirov di civakê de tê de ye, lê nayê qebûl kirin. Wek Fanon ku herçiqasî frensî dizaniya bû, lê ji ber çermê xwe yê reş her wek "yê-din" tê dîtin.
2. Rewşa Navbeynîtiyê (Liminality) Di navbera du cîhanan de bûn - ne ji vir e, ne jî ji wir e. Kurd ne tirk in, ne ereb in, ne farisî ne, lê di dewletên wan de dijîn. Di navbereke ku ne vir e ne jî wir de mane.
3. Dîmena Destpêkî ya Trawmatîk (Primal Traumatic Scene) Ew dîmena yekem a ku zarok fêr dibe hebûna wî "şaş" e. Ji bo zarokê kurd: dema cara yekem di dibistanê de ji zimanê xwe re tê qedexe kirin an jî dema li kitêban dinêre û xwe nabîne.
4. Şemaya Erdnîgarî (Geographic Schema) Ji bo kurdan, alternatîfa şemaya çermî ya Fanon. Kurdistana wan li ser nexşeyên fermî tune ye - li şûna wê "Rojhilata Anatolyayê", "Bakurê Iraqê" tên gotin. Ev înkara hebûna erdnîgarî ye.
5. Navxweyîkirina bindestiyê (Internalization of Oppression) Dema zilm û bindestî dikeve nav hundirê mirovî û dibe beşek ji bîra wî. Mirov dest pê dike ku xwe bi çavên zilmkar bibîne, xwe bi pîvanên wan bipîve, dengê zilmkar di hundirê xwe de bibihîze.
6. Tunebûn/Qirkirin (Néantisation) Ne tenê bêqedirkirina mirovî, lê tunekirina wî. Fanon dibêje ku koloniyalîzm dibêje mirov ne tenê bêhêz e, lê hebûna wî tune ye - ew ji dîrokê, ji erdnîgariyê, ji mirovahiyê tê rakirin.
7. Têkiliya Axe û xulam (Master-Slave Dialectic) Diyalektîka Hegel ku Fanon rexne lê dike. Li gorî Fanon, di koloniyalîzmê de nasîna hevdû tune ye - koloniyalîst kolonîzekirinê wek mirov nas nake, wê wek tişt û heyber dibîne. Lewma diyalektîk disekine.
8. Xwewekdîtina bi Êrîşkar re (Identification with the Aggressor) Mêkanîzma berevaniyê ku mirov di bin êrîşa domdarî de armanc û nirxên êrîşkar dike yên xwe. Kurd ku dibêje "ez jî tirk im" an jî ku zimanê xwe bi zarokên xwe re naaxive - ev ne tenê biryara siyasî ye, lê hundirînekirina înkarê ye.
9. Hişmendiya Ducarî (Double Consciousness) Têgihêra W.E.B. Du Bois ku Fanon bi kar tîne. Mirov di heman demê de hem xwe ye, hem jî yê-din e. Kurd ku hem kurd e hem jî "tirk" e - ev ne yekbûn e lê parçekirina derûnî ye.
10. Parçekirina Derûnî (Psychic Splitting) Dema ezî (xwebûn) di navbera du nasnameyan, du zimanan, du cîhanan de tê parve kirin û nikare yekbûnek hebe.
11. Nêrîna Yê-din (Gaze of the Other) Ji teoriya Lacan. Ezî (ego) di çavên yên din de tê ava kirin. Lê ji bo kolonîzekirî, ew di van çavan de nefret, înkar, bêqedirî dibîne - lewma ego di bin trawmayê de tê ava kirin.
12. Arezûya Ontolojîk (Ontological Desire) Ne tenê xwestina wekheviyê, lê xwestina hebûnê - ku hebûna te neyê pirsîn ku tu wek mirov werî dîtin ku tu cihek te di cîhanê de hebî.
13. Arezûya Nemimkûn (Impossible Desire) Xwestina kolonîzekirî ku bibe koloniyalîst - xwestinek ku qet nayê cih. Çermê reşik her reş dimîne, bîra kurd her li wir e. Mirov nikare bi tevahî ji nasnameya xwe dûr bikeve.
14. Girêdana Ducarî (Double Bind) Rewşa bêderkeftiyê: Eger kurd kurdîtiya xwe biparêze, tê înkar kirin. Eger înkar bike, xwe winda dike lê dîsa jî nayê qebûl kirin. Di her du rewşan de tê bindest kirin.
15. Biyanîbûna Zimanî (Linguistic Alienation) Dema mirov ji zimanê xwe dûr dikeve û bi zimanê zilmkar (serdest) dest pê dike ku bifikire. Ev ne tenê veguherina zimanî ye - ev êrîş e li ser avahiya derûnê, lewre mirov di zimanê xwe de hest dike û dirame.
16. Kolonîzekirina Hundirîn (Internal Colonization) Dema mirov bi zimanê zilmkar li xwe dinêre û xwe seza dike, xwe rexne dike, dengê dewletê dibe beşek ji bilindeziya (superego) wî. Zarok ku bi tirkî mezin bûye, dema bi kurdî dipeyive, dengek di hundirê wî dibêje "şaş e, qedexe ye."
17. Duzimanzîtî (Diglossia) Rewşa ku du ziman di civakê de hene, lê yek bilind e (zimanê desthilatê) û yek nizm e (zimanê malê). Ev ne tenê ferqa fonksiyonel e - ev têkiliya desthilatê ye.
18. Hêrsa Azad (Liberating Anger) Li gorî Fanon, piştî nasîna trawmayê, hêrsek tê ku ne li dijî xwe lê li dijî pergala ku te şikandiye ye. Ev hêrs hêzeke guhertin e, hêzeke avakirinê ye.
***
Nivîsên Brahîmê Alûcî yên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Lêborîn û bexşandin; travma û derûnterapî
- Lêborîn û Bexşandin; Bi nêrîneke derûnkolînerî û civakî
- Vegera Yê Tepisandî Û Mekanîzmayên Bergiriyê
- Jêbirin û jiholêrakirina nasnameya bindestan
- Hişê Çêkirî (Artificial Intelligence) û pirsên herî zêde tên pirsîn
- Şerê Derûnî (Psychological Warfare)
- Çawa çîrok dibin bawerî?
- Hêza nerm û hêza hişk, du rêbazên siyaseta navneteweyî