Diyarname
5'emîn Festîvala Fîlman a Rojava îro li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Huner a li Qamişloyê bi merasimek dest pê kir. Fîlmê "Heval Birako" wekî fîlmê destpêkirina festîvalê hat nîşandayîn.
ŞEHÎDÊN SÎNEMAYA AMÛDÊ HATIN BIBÎRANÎN
Îro 65'emîn salvegera şewata Sinemaya Amûdê bû. Berî merasimê amadekar û mêvanên festîvalê çûn ber abîdeya Sinemaya Amûdê û zarokên di sînemayê de hatibûn kuştin bibîr anîn.
Di merasima destpêkirina fesTîvalê de Hevseroka Şaredariya Qamişloyê Bêrîvan Omer, derhêner Numan Yîgît û Hevseroka TEV-ÇAND'ê Sumeya Mihemed axivîn. Her wiha Endama Desteya Serokatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif jî axivî. Yûsif kesên li ser vê rêyê canê xwe ji dest dane bibîr anî û got ku ew serbilind e ku bi zimanê dayikê li sînemayê temaşe dike.
HUNERGEHA WELAT LI SER DIKÊ BÛ
Piştî axaftinan Koma Hunergeha Welat stran gotin û govend gerandin. Dûre wekî fîlmê destpêkirina festîvalê "Heval Birako" hat nîşandayîn. Komîna Fîlm a Rojava ev fîlm kişandibû. Fîlm ser şerê li Reqayê, hebûna çeteyên DAIŞˊê li wir, rêbazên ku çeteyan li dijî civaka êzidî pêk dianîn hatiye kişandin.
85 FÎLM
Festîval heta 20'ê mehê didome. Di festîvalê de 81 fîlm di beşa pêşbaziyê de ne û 4 fîlm jî di beşa nîşandayînê de dê derkevin pêşberî temaşevanan. Fîlm li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li Qamişloyê û li navenda TEV-ÇANDˊê ya Qamişloyê têne nîşandayîn. Li aliyê din 22 senaryo ji bo pêşbaziyê dê li festîvalê bin. Di dawiya festîvalê de fîlmên bi ser bikevin dê bêne xelatkirin.
Her wiha 6 panel û seminer ên li ser sînemayê û çend atolye jî dê li dar bikevin.

Hunermendên Hunergeha Welat bi stran û bi govenda xwe li ser dikê bûn.

**
Nûçeya Eleqedar:
- Mîhrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Rojava dest pê dike