Diyarname
Îro li ser Başûr 3 nûçe hebûn ku her sê jî muhîm bûn. Vane ew sê nûçe:
- Budçeya Herêma Kurdistanê sedî 12.67 e
Ji sala 2003'yan ve di nav butçeya Iraqê de para Herêma Kurdistanê sedî 17 bû, lê piştî ku hêzên Iraqê bi êrîşek dest danîn ser Kerkûk, herêma derdorê û petrola wê derê butçeya Herêma Kurdistanê jî kêm kirin. Îro li ser butçeya 2019'an a Iraqê nîqaş çêbû û hikumeta Iraqê ji bo Herêma Kurdistanê sedî 12.67 parê guncav dibîne.
- Pêşangeha pirtûkan vebû
Li Hewlêrê îro 12'yemîn Pêşangeha Pirtûkan a Navneteweyî bi merasimek vebû. Di merasimê de Serokdewletê Herêma Kurdistanê yê berê Mesûd Barzanî di merasima destpêkirinê de amade bû û benika vekirina deriyên pêşangehê birî.
Di pêşangehê de li dor 200 sazî û weşanxaneyan stand vekirine. Ji 30 welatan sazî beşdarî pêşangeha pirtûkan bûne.
- Li Silêmanî dema Festîvala Fîlman e
Li bajarê Silêmanî 3'yemîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî li Qesra Hunerî ya Silêmanî bi merasimek dest pê kir. Di festîvalê de ji 52 welatan 122 fîlm hene. Hefteyek dê li 3 salonan fîlm bêne nîşandayîn. Festîval bi nîşandayîna fîlmê "Keçên Rojê (Girls of the Sun)" dest pê kir. Di festîvalê de dê 14 xelatan bidin berhemên serketî.


