Diyarname
Dayika Emîne Şenşayar di vê dema erdhejê de navber dabû rûniştina xwe ya li ber Edliyeya Rihayê, çend roj bêrê ji nû ve dest bi rûniştina xwe kir. Îro 701'emîn rûniştina wê ya ku navê Nobeta Edelatê kiriye bû. Tam bû 701 roj ew li edaletê digere. Bi hêviya ku di demek kurt de dê edalet bê, em vê fotoyê ku îro hatiye kişandin wekî fotoyê rojê pêşkêş dikin.