Diyarname
Tîma "Diyarbakir BB" ku duh navê xwe kir Amed Spor îro yekemîn maça xwe lîst, bi 3-2 bi serket û derbasî Maçîn Koman ên Kûpaya Zîraatê bû.
Di maçên Dora 3'yemîn a Kûpaya Zîraatê ya Tirkiyeyê de Amed Spor derket pêşberî Albimo Alanyasporê.
A.Alanyaspor di Lîga 1'emîn a PTT'ê de dilîze, Amed Spor lîgek jêrtir, di Koma Sor a Lîga 2'yemîn de dilîze.
Buhaya lîstikvanên Alanyasporê li dor 2 mîlyon û 600 hezar Euro ye, yê Amed Sporê mîlyonek û 850 hezar euro ye. Îdîayê ji bo 1,50 dabû Alansporê ku digot dê Alanya spor maçê bi dest bixe.
Amed Spor bi Levent Taşkin (qeleparêz), Kamil İçer, Ercan Çapar, Ercument Balikçi, Sercan Ozçelik, Bariş Ataş, Yusuf Yagmur, Abdullah Çetin, Mansur Çalar, Erhan Eren û Agît Balmiş derket sehayê. Ji 11 lîstikvanên derketin sehayê 7 jê ji bajarêr Bakur bûn ku ev yek serketinek e ji bo tîma Amedê.
Di nîveya yekemîn de Amed Sporê gelek baş lîst û encam jî bi dest xist: 2-0.
Golên Amed Sporê di deqîqeya 28'an de Yusuf Yagmur (ku ji Bismilê ye) û di deqîqeya 31'ê de Erhan Eren (ku ji Cizîrê ye) avêt.
Nîveka duyemîn de Amed Spor dîsa ber xwe da lê likumî. Di deqîqeya 79'an de li ser navê Alanyasporê Jonathan Ayite got avêt û encam bû 2-1. Ji Alanyasporê di deqîqeya 57'an de Adem Gokçe ji duyemîn qerta zêr, qerta sor dît û ji maçê hat avêtin. Di deqîqeya 88'an de jî qeleparêzê Amedsporê Levent Taşkin qerta sor dît. Di deqîqeya 90'î de li ser navê Alanyasporê Emre Akbaba gol avêt û maç bi 2-2 bi dawî bû. Dûre 30 deqîqeyên zêdek hatin lîstin. Lîstikvanê Amed Sporê Sadat Şahin (ku ji Gostivar a Makedonyayê ye) gol avêt û Amed Spor bi 3-2 derket pêş. Di deqîqeyên din de encam neguherî û bi vê yekê Diyarbakir BB, bi navê xwe yê nû Amed Spor yekemîn serketina xwe bi dest xist.
Piştî vê encamê Amed Spor derbasî Maçên Koman ên Kûpaya Ziraatê ya Tirkiyeyê bû.
Piştî maçên Dora 3'yemîn temam bibin tîmên bi ser ketin dê beşdarî pişkeyê bibin. Pişke meha pêşiya me lidar dikeve û maçên yekemîn ên di meha berfanbarê de ne.
Maçên Koman ên Kûpaya Zîraatê dê di van rojan de bêne lîstin:
Maçên yekemîn, 3 berfanbar 2014
Maçên Duyem, 17 berfanbar 2014
Maçên Sêyem, 24 berfanbar 2014
Maçên Çarem, 31 berfanbar 2014
Maçên Pêncem, 28 rêbendan 2015...
Piştî Maçên Koman temam bibin 16 tîmên serketî dê derbasî çarîk fînalê bibin.


