Dilşêr BÊWAR
Ez fambarî xwe bûme nebûme dengê dengbêjan di guhê min da dizinge. Bi taybetî jî sewta Şakiro.
Dengbêjî ji bo min ne tenê cureyekî muzîkê ye, "ava heyatê" bi xwe ye. Çawa ku wexta merû ji tîbûnan dikesire û rastî kaniyeke sar tê, devê xwe dike kaniyê jê vedixwe û zik li mirov dibe meşk lê hesta tîbûnê ji ser mirov ranabe, guhdarkirina min a li dengbêjan hesteke wiha bi mi ra çêdike...
Carna mîna zarokekî ku çavên wî çawa bi pêlîstokekê dikeve, ji kêfan lê tê ku bifire; wexta peyveke teze keşif dikim di nava dengê dengbêjan dikevim heman halî.
Carna bi dengbêj re digirîmû dikalim, li qada şer çav li min tarî dibin, bi wan re şer dikim... Piştî salan bi çavê serê xwe dibînim ku her tere zimanê min sade û sivik dibe, "peyvên naylonî yên birqok" ji xwe dikim, bal li min sivik dibe. Bi gotineke din li kok û asasê xwe vedigerim.
Dema cara ewil çavê min bi reklama “Antolojiya Dengbêjan Reso û Şakiro” ya ku ji alî Omer Guneş û Îbrahîm Şahîn ve hatine amadekirin ket, mîna zarokekî ku şeva eydiyê xew bi çavan nakeve bi min hat. Ne bi dilekî, bi deh dilan mam li benda vebûna deriyên Pêşangeha Pirtûkan a Stenbolê. Bi vebûna deriyan ra min xwe li ber standa Weşanxaneya Nûbiharê dît...
Bi awayekî ji awayan, min bi sê nivîsên cuda yên ku di diyarname.com ê da weşiyan bal kişand ser her du antolojiyan. Lê her ku çû antolojî mîna xoya merû li agir bike bi canê min ketin. Xewa şevan dîsa li min herimî.
Li ser vê bi rêya medya sosyal, berî berî min xwe gihand Îbrahîm Şahîn û bi rêya Îbrahim jî xwe gihand Omer Guneş. Min xwest vê carê ne nivîs lê hevpeyvînekê ligel wan çêbikim. Mala her du xweşmêran ava, di nava kar û barên xwe yên zêde zêde da wexteke xweş ji min re terxan kirin.
Di hevpeyvîna ku li ber dest e de, min bi zanebûn hin pirsên wekî “Dengbêjî çi ye? Di çanda û folkrora kurdî de cihê dengbêjiyê li ku ye? û hwd. nekirin. Ji ber ku bersiva van pirsan û gelek pirsên dîtir di nava antolojiyan da heye, loma hewce nake em bikevin nava dubareyan. Hin pirsên edetî hene mirov bixwaze nexwaze bi wan ra rû bi rû dimîne. Min hewil da hin mijar, çîrok û hîkayetên di nava sohbeta me ya li ser têlefonê bala min kişandin de derxim pêş.
Di hevpeyvîna me de nêzî 20 pirs derketin holê û xilas. Ger Xwedê bêje erê sibê du sibê em ê hevpeyînê dîsa ji ser Diyarnameyê re pêşkêşî we bikin.
Ez bawer im dê bi kêr bê û hûn ê jê tehmeke xweş bigirin.


