Diyarname
Ji bo berendamtiya Serokomariya Tirkiyeyê ku hilbijartin 24'ê pûşperê ye nav diyar bûn. HDP'ê hevserokê xwe yê berê Selahattin Demîrtaş ku hê jî girtiye nîşan da. AKP'ê Serokomarê niha û serokê partiya xwe Recep Tayyip Erdogan nîşan da. CHP'ê mebûsê xwe Muharrem Înce nîşan da. Îyî Partî jî Seroka xwe Meral Akşener nîşan da. Her sê berendamên din pêdivî ne bi berhekirina 100 hezar îmzeyan bûn, lê yê Akşener pêdivî bi van îmzeyan bûn û wan îro ew îmze dan hev.
Li bendê ne ku SP serokê xwe Temel Karamanoglu, Vatan Partîsî jî serokê xwe Dogu Perînçek nîşan bide lê ji bo her duyan jî pêdivî bi 100 hezar îmzeyan heye û divê îmzeyan berhev bikin.
Demîrtaş ji girtîgehê bang li ciwan û jinan kir
Selahattin Demîrtaş ji girtîgehê peyam şand û got: "Bila tu şika we nîn be ku çi ji destê min bê ezê zêdetir bikim. Dest, mil û dengê min hûn in, ciwan in, jin in."
Demîrtaş di peyama xwe de wisa gotiye: "Nirxên azadî, demokrasî, wekhevî, edalet û aştiyê li ser navê we min li vir parastin. Hema hema her roj bênavber li hemberî min kampanyayên xirabnîşandayîn, heqaret û buxtan çêkirin lê hemberî vê hezkirin û baweriya we ya bi min zêdetir bû û vê yekê kir ku berpirsiyariya min zêdetir bibe. Tiştê dikeve ser milê min jî berdêla we çi dibe bila bibe layiqê vê helwesta we bim."
Demîrtaş gotiye ku hilbijêrên hemû partiyan birê me ne, destûrê nedin provakasyonan û di dawiyê de wisa gotiye: "Li hemberî du îtîfaqên ecêb ku hatine çêkirin tenê yek alternatîf heye, ew jî HDP ye. Bila rêya HDP'ê vekirî be! Tu emanetê gel î, gelê me jî emanetê Xwedê ye."
Diruşmeyên Demîrtaş
Ji bo Demîrtaş bi tirkî diruşma "Yurttaş, arkadaş, yoldaş, Demîrtaş" (Hemwelat, heval, hevrê, Demîrtaş) û bi kurdî "Tu dikarî bikî" û "Mirovekî baş Demîrtaş" diyar kirine.
Demîrtaş got ji bo em xizmetê 80 mîlyonî bikin pêdiviya me bi 55 mîlyon hilbijêran heye.
**
Nûçeyên Eleqedar:
- Konseya Ewropayê: Hilbijartinê bi paş ve bixin
- Partiyên dê beşdarî hilbijartinê bibin diyar bûn
- Ji CHP'ê 15 mebûs derbasî Îyî Partî bûn
- Hejmara mebûsên bajarên kurdan diyar bû
- Kîjan partî dê çiqas pere ji xezîneyê bigire?
- DYA: Ev yek dê ne hilbijartineke adil be
- Onder kincên qezenc kirin dê diyarî bike
- YSK: Em ji bo hilbijartinê amade ne