Diyarname
Serokwezîra Swêdê Maddalena Andersson piştî bi temamî jimartina dengên di hilbijartinê de hatine dayîn têkçûna xwe qebûl kir û got dê îstîfa bike.
Li Swêdê 11'ê mehê hilbijartina giştî çêbû. Dengên bloka rastgir û çepgir ser bi ser diçûn. Piştî hemû deng hatin jimartin derket holê ku bloka rastgir bi ser ket. Ji 349 mebûsan bloga rastgir bi 176 kûrsiyan bû yekemîn û bloga çepgir 173 mebûs bi dest xistin. Li ser vê yekê Serokwezîra Swêdê Maddalena Andersson ku di heman demê de Seroka Partiya Sosyal Demokratan e got ku dê sibê (yanê îro) îstîfa bike.
Bi vî awayî Rêberê bloka rastgir Ulf Kristersson dê hikumetê saz bike.