Mûş
Li Melezgîra Mûşê du hezar kes ji bo perwerdehiya bi zimanê kurdî meşeke li dar xistin.
Di çarçoveya kampanyaya TZPKurdî ya "Êdî bes e em bi zimanê kurdî perwerdehiyê dixwazin" de îro li Melezgîra Mûşê meşeke bi beşdariya du hezar kesî li dar ket.
Şaredarê Melezgîrê Tahir Karamaner, endamê MP'ya DTP'ê Orhan Artunç, Serokê DTP'a Melezgîrê Nedim Alkan, endamên Meclisa Şaredariyê jî di nav de li dar du hezar kesî meşeke ji bo ziman li dar xistin. Di meşê de pankartên "Zimanê me rûmeta me ye, li rûmeta xwe xwedî derkevin", "Em kurd in zimanê me kurdî ye", "Bijî zimanê kurdî", "Zimanê me rûmeta me ye", "Asîmîlasyon sûcê mirovahiyê ye" vekirin.


