AMED
Li navçeya Gêlê ya Amedê li ser şikeftên dîrokî ku qada SÎT'ê ye û ji dema Paleotîkê maye bê destûr avahiyeke du qatî lêkirin. Li gor nûçeay Lezgîn Akdenîz a di MA'yê de avahî qaçax e, tu destûr nehatiye girtin. Ligel vê yekê li qadên din jî avahiyên wisa bêdestûr, bi qaçaxî têne çêkirin.
Li Taxa Qonaxê ku wekî xirbeyên qonaxê tê zanîn û bi statuyeke taybet tê kontrolkirin, bi dehan şikeft û deverên dîrokî hene. Ev dera ku ji bo Hûrî, Mîtanî, Ûrartû, Asûr, Med, Pers, Împaratoriya Roma mazûvanî kirey 10 kîlometre dûrî navçeyê ye. Li vê derê ligel şikeftan, bermahiyên dêrek, bermahiyên bîrên şeraban jî hene.
Par jî kesên li xezîneyan digerin par bêrê xwe dabûn vê dera dîrokî û hin cih xira kiribûn.