Diyarname
Li bajarê Monheim ê Almanyayê bi merasimek peykerê "Qêrîna Azadiyê" hat vekirin. Peyker ji aliyê peykeltraşê kurd Saman Hîdayet ve hat çêkirin. Bi piştgiriya şaredariya bajêr ve peyker hat çêkirin û di merasima vekirinê de gelek kes amade bûn û eleqe nîşan dan. Peykeltraş Saman Hîdayet jî bi cil û bergên kurdî beşdarî merasimê bû.
Em vê wêneyê wekî wêneyê rojê pêşkêşî we dikin. Fermo...
Wêne: Ebrahîm Namo