Diyarname
Bulgaristanê serî li berpirsên înternetê dan û xwestin bi alfabeya kirîlî paşgoyê navnîşana înternetê bê terxankirin.
Serokê Saziya Teknolojiya Ragihandinê (DAÎTS) ya Dewleta Bulgaran Plamen Vaçkov serî li Serokê Saziya Nav û Hejmarên Tehsîlkar aj ji bo Înternetê (ICANN) Paul Twomey da. Bulgaran ji saziyê xwest ku digel kurteya paşgoyê navnîşanan ".com", ".net" û ".org"ê, û kurteya Bulgaristanê "bg" bi alfabeya kirilî bê qeydkirin û ew bikaribin bi vî awayî bikar bînin.
Hate gotin ku li Bulgaristanê fikra bikaranina paşgoyên bi alfabeya kirîli aîdê Serokomar Georgi Pirnavov e.
Serokê Giştî yê DAÎTS'ê Vaçkov da zanîn ku vê payîze dê Serokomar Pirvanov ji bo civîneke ya welatên ku alfabeya kirîlî bikar tînin mazûvaniyê bike.
Di înternetê de bi alfabeyên wekî latînî, erebî, çînî û hwd. paşgo hene.


