Diyarname
Îro Roja Zimanê Zikmakî ye. Îro roja zimanê me ye. Îro roja pêşvebirina zimanê me ye.
Li dinyayê ji 21'ê reşemiya 2000'î ve her 21'ê Reşemiyê wekî Roja Zimanê Zikmakî tê pîrozkirin. Biryara ku UNESCO'yê ji bo Zimanê Zikmakî di sala 2000'î de girt ev 11 sal in tê pîrozkirin. Bi taybetî jî gelên ku zimanê wan li ber têkçûnê ye ji bo parastinê xebatê dikin.
Kurd* jî her sal vê rojê bi çalakiyan derbas dikin. Îsal jî bi heman awayî.
Bi hêviya ku emê zimanê xwe zêdetir bi pêş ve bibin Roja Zimanê Zikmakî pîroz be.
TZPKurdî vê rojê bi çalakiyên ku dê hefteyekê bidomin derbas dike. Vaye bernameya wan çalakiyan:


