logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran
  2. Vê carê deng ji Qamişlo, Amûdê, Çilaxa, Dêrik û Til Temirê bilind bû
  3. Ji sala 1992'yan ve heta niha meseleya tabelayên bi kurdî
  4. Hefteya yekem; Va ne hemû encamên Lîga Şampiyonan
  5. Agahiyên der barê kuştina Samî Şêx Huso de
news-details

Saziyên ziman: Heta zimanê kurdî di Zagona Bingehîn de bê qebûlkirin emê têbikoşîn

  • Dîrok: 13/02/2026
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Amed
Li Amedê saziyên ziman ji bo 21'ê Reşemî Roja Zimanê Zikmakê a Cîhanê bi diruşma “Statuya Kurdî perwerdehiya Kurdî” daxuyanî da çapemeniyê.

Daxuyanî li eywana Alî Emîrî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi beşdariya endamên saziyan û hevşaredarên navçeyên Amedê li dar ket. Daxuyanî bi kurmancî û kirmanckî hat dayîn.
Endama Komeleya Wêjekarên Kurd Stran Yaşar kirmanckî, mamosteyê zimanê kurdî Rifat Ronî kurmanciya wê xwend.

Va ne hin gotinên ji daxuyaniyê:
- Ziman hêmanê bingehîn ê netewebûnê ye. Mirov bi zimanê xwe dibin mirov gel û civak bi zimanê xwe dibin netewe.
- Gel û civak bi rêzgirtina ji nirx û rûmetên hev re, dikarin hezkirin, xweşbînî û hestên xwişk û biratiyê di navbera xwe de ava bikin, bi pêş bixin û bingeha aheng û pêkvejiyanê mayînde û mîsoger bikin, wekheviya zimanê dayikê jî, bi pirrengî, pirdengî pirçandî û pirzimaniyê saz bikin.

-  21'ê Reşemî wekî Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê ji aliyê Rêxistina Çand, Ziman û Zanistê (Unesco) yê ve hatiye qebûlkirin. Di sedsala 21'emîn de, hîn jî li gelek welatên cîhanê gel û netewe, wekî gelê kurd ji bo çand, ziman û nasnameya xwe têkoşînê dimeşînin, berdêlên mezin didin 

KURD DIJÎ PERGALA YEKPEREST TÊDIKOŞE
- Gelê kurd, zêdetirî sed salan e, li dijî pergala yekperest a ku li hemberî çand, ziman û nasnameya gelê kurd polîtîkayên înkar û tunekirinê dimeşîne, li ber xwe dide, daxwaza mafên xwe yên nasnameyî dike û bang li hemû gelên Kurdistan, Tirkiye û cîhanê dike ku têkoşîna xwe ya ji bo statu û mafên xwe yên zimanî xurttir bikin. 

BI ‘STATUYA KURDÎ, PERWERDEHIYA KURDÎ’ XEBAT
- Em wekî saziyên zimanê kurdî, bi hest, helwest û hişmendiya parastin, pêşvebirin û bilindkirina qîmet û rûmeta zimanê kurdî, bi daxwazên xwe yên perwerdehiya bi zimanê dayîkê, em ê, bi şiara ‘Statuya Kurdî, Perwerdeya bi Kurdî’ xebatên xwe yên Zimanê Kurdî, yên di çarçoveya 21'ê Reşemiyê Roja Zimanê Zikmakî Ya Cîhanê de bimeşînin.

GELEK MEŞ Û ÇALAKÎ WÊ LI DAR BIKEVIN
- Emê gelek çalakiyan li dar bixin. Emê bi panel, meş, daxuyanî, nîşandana lîstikên şanoyê, fîlm û belgefîlman, nîşandana lîstikên şanoyê yên ji bo jinan û her wiha lîstikên şanoyê yên ji bo zarokan, şevbuhêrkên dengbêjan, bernameyên îmzekirina pirtûkên ku ji aliyê nivîskarên kurd ve hatine nivîsandin, li cihên navendî danîna standên bi daxawaza perwerdehiya zimanê kurdî, vekirina Parka Gulistana Zimanan, konserên pirzimanî, forum û belgedayînan, bi hevkariya saziyên ziman û çandê lidarxistina konserên pirzimanî, semînerên hişmendiya ziman ên ji bo malbatan, stand-up, bi pêşengiya Meclisa Zaravayê Kirmanckî, ji bo pêşîlêgirtina windabûna zaravayê kirmanckî, ji Rêxistina Çand, Ziman û Zanistê (Unesco) û Wezîrê Perwerdehiyê re şandina nameyan, kar xebat û têkoşîna xwe ya zimanê zikmakî berdewam bikin.

KURDÎ JI DIBISTANA SERETAYÎ HETA ZANÎNGEHÊ BILA BIBE ZIMANÊ PERWERDEHIYÊ
- Heta zimanê kurdî di Zagona Bingehîn de bê qebûlkirin emê têbikoşîn. Zimanê kurdî heya bi qanûnan were mîsogerkirin, bibe zimanê fermî û ji pêşdibistanê heta zanîngehê bibe zimanê perwerdehiyê, em ê têkoşîna xwe ya parastin, pêşvebirin û mîsogerkirina çand, ziman û nasnameya kurdî, ku nirxên bingehîn ên neteweyî yên gelê kurd in, bi biryardarî bimeşînin û xurtir bikin.

- Ji niha ve 21'ê Reşemî Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê li gelê me yê dildar û dilsozê zimanê kurdî û hemû gelên bindest ên cîhanê, yên ku ji mafê perwerdehiya bi zimanê dayîkê bêpar in pîroz be.

***

Nûçeya Eleqedar:

- Ji bo 'Roja Zimanê Zikmakî' bernameyeke berfireh hat organîzekirin

 

 

 

 

 ***

HESABÊN DIYARNAMEYÊ:
PODCAST: podcasters.spotify.com/pod/show/diyarname
YOUTUBE: www.youtube.com/diyarnamediyarname 
MALPER: www.diyarname.com
TWITTER: twitter.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname
INSTAGRAM: instagram.com/diyarname1

MAIL: diyarname@diyarname.com   

 

 

 

 

Dibe ev nûçe bala te bikişînin:

- Ji bo 'Roja Zimanê Zikmakî' bernameyeke berfireh hat organîzekirin

- 2025: Hemû pirtûkên bi kurdî: Ji par zêdetir in

- Pirtûk û fîlmên ku Obama pêşniyar kirine

- 2025: Lîsteya hemû kovarên kurdî ên îsal derketine

- 2025: Va ne 100 jinên herî bi hêz

- 2025: Lîsteya pirtûkên nû yên weşanxaneyan, 1314 pirtûk

- Nêzîkî 20 hezar kurd hatin Almanyayê (îstatîstîkên 2025'an)

 

 

"3 Deqe ligel Cemil Oguz"

Parve Bike

Youtube Me

Hecî Bûbê

news

Meseleya Tabelayên Bi Kurdî: Nijadperest çima aciz in, çapemeniya kurdan çi dike?

news

Hogir Berbir: 'Ez ne Narîna Bakur im, Narîna Rojava me!'

news

KÛÇIK Û PASEPORT

news

Hogir Berbir: Cîhana ‘Ûsivê Bafile’ û ‘Xezalê’ ji hev cihê ye!

news

Roja Tiwaletê

news

"Em neviyê Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran, Meleyê Cizîrî ne; em rêhevalê Baba Tahirê Ûryan in"

news

H. Kovan Baqî: Îşev ez rastîyeke giran im di vê derewê de

news

Fayeq Mihemedî (Ji fîlmê "Stranên Welatê Dayika Min")

news

Dengbêj Sebrî Agirî...

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 08 09 2026

Festîvala FîlmAmedê hat taloqkirin

news
  • 07 09 2026

Li Hesekê şevbuhêrkek helbestan

news
  • 02 09 2026

Ji bo kurtefîlman dema serîlêdanê ye

news
  • 29 08 2026

Afîşên Mîhrîcana Fîlman a Rojava hatin belav kirin

news
  • 28 08 2026

Jurî 'Belgefîlman' û 'Kurtefîlman' eşkera bî

news
  • 19 08 2026

Rojên li darketina Fûara Pirtûkan a Amedê diyar bû

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
news

Wesiyet e!

  • Hogir Berbir
news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

  • Yaqob Tilermenî
news

Gelo Rojava têkdiçe? (Plan 1)

  • Helîm YÛSIV
news

Nivîsên Yaqob Tilermenî yên li ser Kûpaya Cîhanê ya 2026'an

  • Yaqob Tilermenî
news

Xwendina pirtûkan bi rastî jî seksî ye?

  • Cemil Oguz
news

Kevirê Sîsîfos, Nesrîna Mihemed Şêxo, penaberiya min

  • Kadir Stêra
Ev jî hene
ad

Amed Spor û Van Spor ji bo alîkariya mexdûran dilîzin

ad

Di navbera YNK û PDK’ê de nîqaşa postê serokomariyê

ad

Ji bo xaniyê 1,6 metreyî mîlyonek sterlîn dixwazin

ad

Xelatgirên Nobelên Fîzîkê û Tibê eşkere bûn

ad

Gotina hefteyê: Bangek li mebûsên kurd

ad

IDFA'yê deriyê 300 belgefîlman vekir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

  • 11 09 2026
news

Vê carê deng ji Qamişlo, Amûdê, Çilaxa, Dêrik û Til Temirê bilind bû

  • 10 09 2026
news

Ji sala 1992'yan ve heta niha meseleya tabelayên bi kurdî

  • 10 09 2026
news

Hefteya yekem; Va ne hemû encamên Lîga Şampiyonan

  • 11 09 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname