VIYANA
Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim li Paytexta Avusturya Viyanayê bi nûnerên Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNK) re hevdîtin pêk anî. Di hevdîtinê de rewşa rojavayê Kurdistanê hate nirixandin.
Di hevdîtinê de rewşa Sûriyê û rojvayê Kuristanê hatin nirxandin û nûnerên YNK'ê piştgiriya xwe ji bo şoreşa Rojava nîşan dan.
Di civîna ku li Navenda Çanda Kurdî ya Viyanayê hate lidar xistin de nûnerên YNK'ê yê Avusturyayê Seîd Bîryanî û Umer Ehmed Heme beşdar bûn. Her du aliyan geşedanên li Sûriyê û rojvayê Kurdistanê nirixandin. Her wiha hevdîtinên li Hewlêrê yên di navbera her du meclisên kurdî de jî nirxandin û dane zanîn ku pêwîst e deriyê sînor yê Sêmalka ji bo alîkariyên mirovahî bê vekirin.
Nûnerê YNK'ê Saed Bîryanî da zanîn ku ew wekî partî piştgiriya projeya rêvebiriya xweseriya demokratîk û têkoşîna gelê rojavayê Kurdistanê dikin.


