Parlementera DEP'ê ya berê Leyla Zana û heyeta pê re ji bo ku vekirina Navenda Şêwirmendiyê ya Binevşê ya Şaredariya Culemêrgê çû Colemêrgê. Sana çû serdana Şaredarê Culemêregê Fadil Bedîrhanoglu.
Parlementera DEP'ê ya berê Leyla Zana, Parlementera BDP'ê Pervîn Buldan û endamên DOKH'ê ên ji bo vekirina Navenda Şêwirmendiyê ya Binevşê ya Şaredariya Colemêrgê çûn Culemêrgê û çûn serdana Şaredarê Colemêregê Fadil Bedîrhanoglu. Şaredar Bedîrhanoglu kêfxweşiya xwe ji bo saradna Zana û heyeta pê re anî ziman û diyarî dan wan. Zana jî ji ber diyariyan sipasiyên xwe pêşkêş kir û got: "Ez gelek kêfxweş im ku îro li Culemêrgê me. Min dixwest ku ez havînê bêm û biçim Zozanên Berçelanê. Lê tiştek nabe ez dê havînê jî bêm. Ez sipasiyên xwe li gelê Culemêrg û şaredar dikim."
'Navenda Şêwirmendiyê ya Jinan a Bînevşê ji bo jinên Colemêrgê şoreşek e'
Parlementera BDP'ê Pevîn Buldan jî gera 3 rojan a Coulemêrgê nirxand û got: "Em di nava zivîstanê de hatin. Li gel gelek sir û seqemê me germahiya gelê Culemêrgê dît. Wekî her caran me germahiya dilê gelê Culemêrgê hîs kir. Gelê Culemêrgê bi salan e di bin zextên dewletê de ye. Em navenda şêwirmendiyê ji bo jinên Culemêrgê kêm dibînin. Jinên me layîqî xizmetên hê baştir in. Lê Navenda Şêwirmendiyê ya Jinan a Bînevşê ji bo jinên Colemêrgê şoreşek e."
Zana û heyeta pêre pişt re ji bajar veqetiyan.