Diyarname
Di Kûpaya cîhanê de roja yekem tîman pûan bi hev re par ve kirin.Her du maç jî bi wekhevî bi dawî bûn.
Afîrakaya Başûr: 1 Meksika: 1
Di roja yekem a maçên Kûpaya Cîhanê ya 2010'an ku li Afrîkaya Başûr li dar dikeve du maç hebûn.
Maça yekem nava rojê di navbera mazûvan Afrîkaya Başûr û Meksîkayê de bû. Maç bi 1-1'ê bi dawî bû. Gola Afrîkaya Başûr lîstikvan Siphiwe Tshabalala di deqîqeya 55'an de avêt û tîma xwe bi 1-0'ê derxist pêş. Ji Meksîkayê Marquez di deqîqeya 79'an de bersiv da û maç bi 1-1'ê bi dawî bû.
Maça ku di Stada Soccor City ya ku 94 hezar û 700 kes cihê temaşevanan têde heye de ji sedrî heta dawî tije bû.
Lîstikvanê Galatasaray Dos Santos jî di nav tîma Meksîka de cih girt. Afrîkaya Başûr maça xwe ya duyem roja 16'ê pûşperê wê bi Urugay re, Meksîka jî wê maça xwe ya duyem 17'ê mehê bi Fransayê dre bilîze.
Kunyeya maçê
Stad: Soccer City
Hakêm: Ravshan İrmatov (Ozbekistan), Rafael İlyasov (Ozbekistan), Bakhadyr Kochkarov (Kirgizistan)
Afrîkaya Başûr: Khune - Gaxa, Khumalo, Mokoena, Twhala (Dq. 46 Masilela) - Letsholonyane, Tshabalala, Pienaar (Dq. 83 Parker), Dikgacoi, Modise - Mphela
Meksîka: Perez - Rodriguez, Salcido, Osorio - Juarez, Rafael Marquez, Torrado, Aguilar (Dq. 55 Guardado) - Franco (Dq. 73 Hernandez), Vela (Dq. 69 Blanco), Dos Santos
Fransa û Uruguay: 0-0
Maça duyem a rojê di navbera Fransa û Uruguay de bû. Fransa ku heta niha du caran di maçên xwe yên yekemîn ên Kûpaya Cîhanê de wekhev bi dawî dikir ev kevneşopî xira nekir.
Digel ku di deqîqeya 81'ê de lîstikvanê Uruguay Lodeiro ji duyemîn qerta zer, qersa sor dît û ji maçê hat avêtin û Fransayê deh deqîqeyên dawî bi kesek zêdetir lîstin jî nekarîn zora Uruguay bibin: 0-0.
Di maçê de lîstikvanê Fenerbahçeyê Lugano wekî kaptanê tîmê lîst û pêşî li golavêjin Fransayê girt.
Kunye:
Stad: Soccer City
Hakêm: Yuiçi Nişimura (Japonya), Toru Sagara (Japonya), Jeong Hae Song (Koreya Başûr)
Uruguay: Fernando Muslera, Diego Godin, Diego Lugano, Maximiliano Pereira, Mauricio Victorino, Egidio Arevalo Rios, Ignacio Gonzalez (Dq. 63 Nicolas Lodeiro), Alvaro Pereira, Diego Perez (Dq. 87 Sebastian Eguren), Diego Forlan, Luis Suarez (Dq. 73 Sebastian Abreu)
Fransa: Hugo Lloris, Eric Abidal, Patrice Evra, William Gallas, Bacary Sagna, Abou Diaby, Yoann Gourcuff (Dq. 75 Florent Malouda), Jeremy Toulalan, Nicolas Anelka (Dq. 72 Thierry Henry), Sidney Govou (Dq. 85 Andre-Pierre Gignac), Franck Ribery