logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  3. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
news-details

Bahoza serdemekê 'Bahoz' di vîzyonê de ye

Fîlmê Kazim Oz "Bahoz" ku îro ket vîzyonê Apê Mûsa jî derdixe ser dikê.

  • Dîrok: 14/11/2008
  • Beş: Nûçeyên Çandî

 

Cemil Oguz

Fîlmê Kazim Oz "Bahoz" ku îro ket vîzyonê Apê Mûsa jî derdixe ser dikê.

Derhêner Kazim Oz pêşî bi kurtefîlmî "Ax" hat nasîn. Dûre çîroka ciwanekî kurd û yekî tirk "Fotograf" kişand. Herî dawî jî belgefîlmê metrajdirêj "Dûr" derxist ser perdeya sibî. Oz niha bi fîlmê xwe yê nû, bi "Bahoz"ê ku navekî wî yê din "Firtina" ye di rojevê de ye.
Duh ji bo endamên çapemeniyê û nivîskaran nîşandayîna fîlm li Moviepleksê li dar ket û îro jî fîlm li bajarên wekî Semsûr, Enqere, Batman, Çewlig, Amed, Entab, Culemêrg, Stenbol, Îzmîr, Kayserî, Mêrsîn, Riha, Wan û Wêranşarê bi 24 kopyayan di vîzyonê de ye.

Heyecana rûspiyên kurdan

Fîlm li ser ciwanên salên 1990’î, li ser çîroka siyasîbûna Cemal, Rojda û Orhan e. Cemal di ezmûnê de mafê xwendina li Zanîngeha Stenbolê bi dest dixe û ji navçeyeke biçûk tê Stenbolê. Cemal di nav qelebalixa bajarê mezin de di nav tenêtiya hundirîn de ye û bi naşîna komeke ciwanên şoreşger re ev tenêbûna wî ji holê radibe. Bi yek ji rêberên komê Hêlînê re dikeve xirecirê û bi vê yekê re nasnameya xwe kifş dike. Heman pêvajo ji bo Rojda û Orhan jî derbas dibe. Ev ciwanên ku hê nû berê xwe dane salên bîstî xeyalên guherandina dinyayê dikin.  Fikra ‘Şoreş’ê bi enejiya wan a ciwan re dibe yek û di fîlm de derdikeve pêşberî me.
Fîlm vekirina saziyên kurdan, çalakiyên korsanwarî ya ciwanên welatparêz, têkiliyên di av wan de radixe li ber çavan. Sûrprîzeke fîlm jî ew e ku Apê Mûsa (Musa Anter) derdixe pêşberî temaşevanan. Rola Apê Mûsa kurê wî Dîcle Anter lîstiye. Her wiha konsera Ahmet Kaya ya li NÇM'ê, heyeta rûspiyên kurd Îsmail Beşikçi, Musa Anter, Îsmet Şerif Wanli surprîzên fîlm in.

'Ji bo pêşerojeke baştir a Tirkiyeyê'

Li ser fîlm me bi derhêner Kazim Oz û lîstikvanên wî re xeber da. Oz diyar dike ku wan kiriye wê demê nîşan bidin û wiha berdewam dike: "Bêşik fîlmek nikare hemû kîteyên serdemekê nîşan bide lê derdek fîlm heye. Ne rast e ku di vî warî de hedefên wî yên mezin hebin. Derdekî vî fîlmî heye. Dema em wisa lêbinêrin fîlm gelek tiştên wê serdemê nîşan dide."
Fîlm yekem car îsal di Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê de hat nîşandayîn û bi xwe re hin nîqaş derxistin. Oz bal dikişîne ser van nîqaşan û wisa dibêje: "Heta niha gelek hat nîqaşkirin. Ha negatîf, ha pozîtîf ev hêza fîlm nîşan dide. Ji vî alî ve jî ez bi hêvî de ku dê fîlm zêde lê bê temaşekirin."

Lîstikvanên fîlm jî li ser fîlm vê yekê tînin ziman:

Asiye Dinçsoy (Di rola Hêlînê de):
Wekî kesek nav fîlm hûn nikarin binirxînin, dibu ke hûn hestiyar tevbigerin lê bi ya min fîlm xweş bûye. Dîsa jî temaşevan binirxînin rastir e.
Di salên 1990'î de min dizanî livek hebû lê raste rast haya min ji tevgera kurd nîn bû. Min nedizanî ciwanên welatparêz di girtîgehan de çi dikin lê tiştên min bihîstin hebûn. Gelek kesên wekî Cemalê di fîlm de dev ji dibistan^ne xwe berdan û çûn derekê. Fîlm li ser wê demê, têkiliyên wê demê hatiye kişandin û min ew germahî, samîmîbûn di fîlm de dît. Bêşik ev yekem fîlm e ku li ser wê demê hatiye kişandin, mimkûn e kêmasiyên wî hebin, yên ku biecibînin jî, yên ku naecibînin jî dê hebin. Tiştê muhîm gaveke wisa hatiye avêtin û ew dem hêdî hêdî ronî dibe.

Selim Akgul (Di rola Orhan de):
Di fîlm de ez rola ciwanekî ji Amedê dilîzim. Fîlm bi ser xwendevan re qala pirsgirêka kurd a li Tirkiyeyê dike. Ji bo min hem lîstina di fîlmê Kazim Oz de, hem jî di nav çîrokeke wisa de ji bo min girîng e.
Di sala 1992'yan de ez 11 salî bûm, ji birên xwe min bi vê serdemê dizanî. Ez ne di nava vê demê de bûm lê nas û dostên me têde bûn. Fîlm li metropolê derbas dibe lê tesîra herêmê lê bûye. Haya min ji wê demê hebû û careke din jiyîna wê demê di fîlm de hesteke cuda bû. Tu xwe dikî cihê wan.

Cahit Gok (Di rola Cemal de):
Ez wê demê 12 salî bûm lê ez bûme şahidê hin tiştan. Ez raste rast ne di nav bûyerê de bim jî tiştên min bihîstin hene; hakimbûneke li bûyerên der û dora min heye. Lê girtina kamerayê ji aliyê Kazim ve û lê mêzekirina li wê demê tişteke din e. Wê demê çi diqewimî, mirov çawa dijiyan, têkiliyên wan çawa bûn... Em wisa civakekê ne ku her li ser wan zêde nayê axivîn, têne veşartin. Navê me heye lê tiştek din nîn e. Dema qalkirina van tiştan hatiye derbas jî dibe. Kazim ev kişand ser perdeya sipî. Bi ya min kariye wê demê vebêje.

 

Kunye:
Bahoz (Firtina - The Storm)
Roja ketina vîzyonê: 14.11.2008
Belavkar: Ozen Film
Sazkar: Yapim 13 Fîlm Production
Derhêner: Kazim Oz
Senaryo: Kazim Oz
Derhênerê Dîtbarî: Ercan Ozkan
Muzîk: Ayhan Akkaya, Vedat Yildirim, Burak Korucu (BGST)
Sazkar: Ozkan Kuçuk, Kazim Oz
Lîstikvan: Cahit GoK (Cemal), Havin Funda SAÇ (Rojda), Selim AKGUL (Orhan), Asiye DİNÇSOY (Hêlîn), Kadim YAŞAR (Halil), Ali GEÇİMLİ (Ali), Ali Surmeli Bertan DİRİKOLU (Muslum), Engin Emre DEGER (Ozcan), Volga SORGU (VK), Feyzullah GURDAŞ (Abdulbaki), Ececan GUMECİ (Leyla), Çaglayan BOZACI

Ji bo fragmanê: BAHOZ

Parve Bike

Youtube Me

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 23 10 2026

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

news
  • 21 10 2026

Festîvala Şanoyê deriyên xwe vedike

news
  • 21 10 2026

Fûara Pirtûkan a Hewlêrê vebû

news
  • 20 10 2026

Fîlmên Pêşbaziya Neteweyî ya Bogazîçî eşkere bûn

news
  • 18 10 2026

Fîlmên 'Pêşbaziya Neteweyî' yên Festîvala Enqereyê diyar bûn (Ene xebere bi zazakî û kurmancî ya)

news
  • 17 10 2026

Li vîzyonê vê hefteyê

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
Ev jî hene
ad

Baroyên Bakur rapora girtiyên nexweş eşkere kirin

ad

Li ser girtina TV û radyoya agahiyên nû

ad

Li Misrê artêşê derbe çêkir, Mursî daxist

ad

Xelata Ehmedê Xanî dan Celîlê Celîl û Eskerê Boyik

ad

Îro tu tîm negihîşt mirazê xwe

ad

Pirtûka sêyem: ‘Dengbêj Huseyno’ di xizmetê de ye

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname