Diyarname
Festîvala Fîlmên Karkeran îsal 20'emîn car li dar e. Heta 11'ê mehê li Stenbol, Îzmîr û Enqereyê fîlm li benda temaşevanan in.
Festîvala Fîlmên Karkeran ku ji aliyê saziyên sivîl ve tê organîzekirin fîlmê di vî warî de derdixe pêş.
Di nav bernameyê de bi dehan fîlm û belgefîlm hene. "Morî", "GotûbêJin", "ÎSmaîlê Me", "Dargeçit", "Sêv", "Eksi Bir", "Gorunur Gorunmez: Bir (Oto)Sansur Antolojisi", "Guneşe Yolculuk", "Işigin Hasadi", "Mumeyyiz", "Sessiz Agaçlar", "Sînan" hin fîlm û belgefîlmên ku zimanê wan bi kurdî ne jî.
Fîlm li Navenda Çanda Fransiz, Salona Pera ya Sînemaya Beyoglu, li Aynali Geçit û li Tasarim Atolyesi Kadikoyê têne nîşandayîn.
Ji bilî nîşandayîna fîlman hin atolye û gotûbêj jî hene. Di bernameya Stenbolê de 10'ê mehê(saet 15.00) ligel derhêner Yeşîm Ustaoglu dersa sînemayê, heman rojên "Yên li hemberî demê ber xwe didin: Ji bo windayan li ser şopa edaletê" panelek li dar dikeve (saet 17.00). Her du çalakî jî li Salona Aynali Geçit in. Heman rojê saet 17.30 de jî li Navenda Çanda Bariş Manço panela "Zarok, bi mafên xwe zarok in" heye.
Ji bo bername dikarin li iff.org.tr'yê binêrin.


