Diyarname
Komeleya Xwezayê ku ji bo Heskîfê îmzeyan berhev dike vê carê muzîkar Erkan Ogur jî îmzeya xwe pêşkêş kir.
Heta niha kesên wekî Tarkan, Şivan Perwer, Sezen Aksu, Yildir Kenter, Kibariye û gelek kesên din îmzeya xwe avêtiye bin metna piştgiriyê ya rizgarkirina Heskîfê vê carê hunermend Erkan Ogur bi îmzeya xwe piştî dide.
Heta niha nêzî 90 hezar îmze hatine berhevkirin.
Ogur li ser kampanyayê wisa gotiye: "Hunermend ew kes in ku pêşerojê dibînin û ji ber vê yekê rê didin ber civakên dinyayê. Muhakeme û hezkirina wan a li ser meseleyên civakî, di pêvajoya dîrokê de wijdanê raya giştî temsîl kiriye û rastî nîşanî mirovtiyê daye. Îro li Tirkiyeyê gelek hunermend piştî dide Kampanyaya Bila Heskîf Têk Neçe ya Komeleya Xwezayê û bi vê bangî hemû Tirkiyeyê dikin ku piştgirî bidin vê kampanyaya îmzeyê. Tu şik nîn e ku îro bi mîlyonên li Tirkiyeyê dê beşdarî vê têkoşîna rizgarkirina Heskîgê bibin. Tiştê li Tirkiyeyê tê ne ew e ku Heskîfê tê bibe, ew e ku Heskîfê bixe nav lîsteya Mîrateya Dinyayê ya UNESCO'yê."
**
Nûçeyên navdarên ku heta niha îmze avêtine bin kampanyayê:
- Şivan Perwer, Tarkan û Kîbariye jî piştgirî da Heskîfê
- Kenter: 15 hezar sal in ez li ser dika Heskîfê me
* Sezen Aksu: Ez li Heskîfê hatim dinê
Ji bo kesên bixwazin metnê îmze bikin:
http://hasankeyf.dogadernegi.org/
(Ji bo yên ku bi tirkî nizanin lê dixwazin îmze bikin: İsimi/Nav, E-posta/ E-mail, Meslek/Pîşe, Şehir/Bajar, İmzala/îmze bike)