Diyarname
Piştî hunermend Sezen Aksu şanogera navdar a Tirkiyeyê Yildiz Kenter jî piştgirî da Heskîfê.
Ji bo rizgarkirina Heskîfê ji bin bendava Ilisû ku tê çêkirin Komeleya Xwezayê ev demekê ye xebata xwe ya berhevkirina îmzeyan û piştgiriya ji bo Heskîfê didomîne.
Komeleyê çendekî berê îmzeya piştgiriyê ya Sezen Aksu, tevî gotina wê ku ji bo Heskîfê vegotibû* kiribû qertposterek û hem di malpera xwe de weşandibû, hem jî îlan dabû gelek rojnameyan.
Komeleyê vê carê jî piştgiriya şanoger Yildiz Kenter ku daye Heskîfê bi heman rêbazê weşand. Kenter dibêje: "Ez Anatolî me. 15 hezar sal in ez li ser dika Heskîfê me."
Komele vê xebata xwe dê bidomîne.
Komele bi vê xebata xwe dixwaze Neteweyên Yekbûyî Heskîfê bigire nav Lîsteya Mîrateyên Çandî ya Dinyayê û Heskîf ji noqavbûnê rizgar bibe.
**
Nûçeya eleqedar: