AMED
Li bakurê Kurdistanê bi pêşengiya Tevgera Jinên Demokartîk û Azad heyetek jinan, ji bo ku lêkolînan bike ber bi rojavayê Kurdistanê ve derket rê.
Heyeta ku ji rêveberên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) BDP, Înîsiyatîfa Dayîkên Aştiyê, Şaredarên BDP'yî yên jin, saziyên jinan û DÎKASUM pêk tê berî ku bikeve rê li avahiya KCD'ê ya li Amedê civînek çapemeniyê lidar xist.
Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk li ser navê heyetê daxuyanî xwed û got ku ew wekî heyeta jinan diçin Rojava. Tugluk, got ku berî niha jî wan hewl daye ku biçin, lê Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê destûr nedaye wan, lewre vê carê wê hewl bidin ku di ser başûrê Kurdistanê re derbasî Rojava bibin.
Tugluk li ser armanca heyetê jî wiha got: "Em ji bo ku rola jinê ya di Şoreşa Rojava de bibînin, saziyên jinan ên Rojava ziyaret bikin û pirsgirêkên ku jin û zarok ji ber rewşa şer dijîn bibînin diçin."
Li gor gotina Tugluk piştî serdena wan di vegerê de ewê çavdêriyên xwe bi çapemeniyê re parve bikin.
Piştî daxuyaniyê heyeta jinan ber bi başûrê Kurdistanê ve derket rê. Çav li rê ye ku heyet sibe (3'yê mehê) di Deriyê Sînor ê Sêmalka ku di navbera başûr û rojavayê Kurdistanê de re derbasî Rojava bibe.
Ger heyet karibe derbasî Rojava bibe dê 10 rojan li Rojava bimîne û paşê vegere.


