Diyarname
Sala 2002'yan ji aliyê UNESCO'yê ve wekî "Sala Nazim Hîkmet" hatibû ragihandin. Li Tirkiyeyê li ser vê yekê di sala 2002'yan de gelek çalakiyên taybet hatin çêkirin. Yek ji wan jî lîstika şanoyê bi navê "Nazim'a Armagan" (Diyarî ji bo Nazim) bû. Niha ew lîstik 29'ê mehê tê nîşandayîn.
Weqfa Çand û Hunerê ya Stenbolê (ÎKSV) ku li Stenbolê Festîvala Şanoyê li dar dixe di sala 2002'yan de 13'emîn car Festîvla Tetra ya Navenetewî li dar xistibû. Di vê çarçoveyê de jî ev lîstika "Nazim'a Armagan" hatibû pêşkêş kirin. Lîstik wekî lîstika destpêkê ya festîvalê li Rumelî Hîsari hatibû lîstin. ÎKSV'ê di van rojên koronayê de vê lîstikê pêşkêşî şanohezan dike. Li gor daxuyaniya weqfê 29'ê mehê roja çarşemê saet 12'yan de li ser kanala Youtube ya ÎKSV'ê dê lîstik bê pêşkêş kirin.
Kunyeya lîstikê
Lîstik ji aliyê lîstikvanê navdar Genco Erkal ve hatibû amadekirin. Erkal hem derhêneriya lîstikê kiribû û hem jî têde rol girtibû ser milên xwe. Ji bilî wî lîstikvanên wekî Yildiz Kenter, Ayla Algan, Zeliha Berksoy, Julide Kural, Zuhal Olcay, Tilbe Saran, Sema Moritz, Zeynep Tanbay, Işik Yenersu têde lîstibûn.