Enqere
Wezîrê Karên Hundir ê berê yê Tirkiyeyê Mehmet Agar ku gotibû me "Hezar operasyon pêk anîn" niha cezayê hepsê lê birîn. Di çarçoveya Doza Susurlukê de ku wê demê Midûrê Giştî yê Emniyetê bû bi sedema "teşwîqê sûcê kiriye û rêxistina çekdarî ava kiriye" ji aliyê 11'emîn Cezayê Giran a Enqereyê ve bi 5 salan cezayê hepsê hat cezakirin.
Di danişîna ku roja 15'ê rezberê li Enqereyê li dar ket de dadgehê 6 sal ceza lê birî lê ji ber rewşa wî ya sekan a li hemberî dadgehê ceza daxistin 5 salan.
Parêzerên Agar dê îtîrazê cezayê bikin.