Diyarname
Ji bo Bakurî rewşa Başûr hinek fêm bikin emê ji çapemeniya Başûr çend nûçeyan pêşkêş bikin. Belkî di dawî de du sê pirsên me jî hebin. Kerem bikin:
Vê serê sibê, yanê roja 14.12.2020'an (saet li dor 11'an) Rûdawê li ser malpera xwe nûçe weşandine, em çend heban jê hildibijêrin:
1-Kerkûk - Îro dema ku artêşa Iraqê ji bo valakirina gundê Pelkane dabû kurdan bi dawî tê
Îro ew dem bi dawî tê, ku Fermandarê Operasyonên Kerkûkê Seied Herbiye ji xelkê gundê Pelkane re diyar kiribû daku gundê xwe ji bo erebên hawirde vala bikin.
Lê Cîgirê Serok Parlamentoya Iraqê têkilî vê bûyerê bû û komîtek ji bo şopandina rewşê pêk aniye. Îro ev komîte serdana Kerkûkê dike û Beşîr Hedad hişyarî da Fermandarê Operasyonên Kerkûkê daku hêzên leşkerî nêzîkî gundê Pelkane nebin.
Ev bûyer di demekê de tên ku ji 16 Cotmeha 2017 an de heta niha gelek caran alozî di navbera kurdên nişteciyên deverê û Erebên hawirde de derketiye.
Nakokî di navbera wan de li ser zeviyên wan navçeyan gihiştiye astê şer. Perlemanter jî ji aliyê xwe ve vê yekê wek erebkirineke nû bi nav dikin.
**
2- Wezareta Navxwe: Heşda Şeibî dibêje haya me ji avakirina Heşda Kurdî tune ye
Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê dibêje, têkildarî avakirina hêzeke bi navê Heşda Kurdî li Kerkûkê, wan peywendî bi Serokê Desteya Heşda Şeibî kiriye û wî gotiye, em agahdarî avakirina ti hêzeke wiha li Kerkûkê nînin û eger her gavek jî ji aliyê serokatiya Heşa Şeibî di vê derbarê de hatibe avêtin jî dê bê hilweşandin.
Roja Şemiyê 12ê Kanûna 2020an hat ragihandin, ku li sînorê parêzgeha Kerkûkê hêzeke Kurdî bi navê Heşda Kurdî hatiye avakirin ku ew bi xwe dibêjin, ser bi Heşda Şeibî ve ne, baregeha wan li gundê Çexmaxe ya Dubizê ye û ji 150 xortên Kurd pêk tê. Fermandarê wê hêza Kurd, kesek bi navê Cebar Xazî ye ku pêştir Fermandarê Istixbaratê Pêşmerge bû li Dûbizê.
**
3- Di şerê PKKê û Pêşmerge de li Amêdiyê pêşmergeyek şehîd bûye
Şeva bihorî 13ê Kanûna 2020an derdora demjimêr 23:30, otomobîleke PKKê li nêzîk gundekî ser bi devera Berê Gare li nêzîk navenda qezaya Amêdiyê xwestibû di xaleke kontrolê ya Hêzên Pêşmerge re bê rawestan derbas bibe, di wê demê de di navbera Hêzên Pêşmerge û gerîlayên PKKê de alozî derketiye û teqe hatiye kirin.
Di encama wê aloziya navbera PKKê û Pêşmerge de, pêşmergeyekî Leşkerê Roj bi pileya Mulazim Yekm canê xwe ji dest daye.
Bedel Bendî, Fermande ji Leşkerê Roj ji Rûdawê re ragihand, “pêşmergeyê ku di bûyera şeva derbasbûyî de şehîd bûye, navê wî Ebdurehan Emîn e û pileya wî Mulazim Yekem û xelkê Bakurê Kurdistanê ye.”
Bedel Bendî herwiha got, “biryar e termê wî pêşmergeyî îro li bajarê Zaxoyê bê veşartin.”
**
4- Malpera ESTA Media jî li ser meseleya mirina pêşmergeyek nûçe weşandine (14.12.2020). Malper dibêje li gor Facebooka Wezareta Pêşmergeyan serbaz Abdulrahman Amin Şêx Mûsa miriye. Li aliyê din wisa gotiye bi şertê çavkanî neyê eşkere kirin, hinan agahî daye wan ku ew kesê miriye kurdekî ji Tirkiyeyê ye. ESTA MEdiayê paşê cih daye gotinên Osman Kerîm (Alîkarê Serokê Lijneya Pêşmergeyan a li Parlamentoya Kurdistanê): "Ew kes ne pêşmerge ye û ji bakur e. Ji xwe li gorî rêgez û qanûnan ji bo bibe pêşmerge divê rêgeznameya iraqê pê re hebe û dê û bavê wî ji iraqê bin."
**
5- (Duh, 13.12.2020, Rûdawê ev weşand):
Parlamentoya Kurdistanê hejmara kuştî û birîndarên xwepêşandanên li Silêmanî û Helebceyê aşkere kir
Serokê Komîteya Navxwe û Asayiş û Encûmenên Xwecihî li Parlamentoya Kurditsanê ragihand, di xwepêşandanên vê dawiyê yên li sînorî herdu parêzgehên Silêmanî û Helebceyê de, beta niha 10 kesan canê xwe ji dest dane û zêdetirî 70 kesan jî birîndar bûne.
Şaxewan Reûf, Serokê Komîteya Navxwe û Asayiş û Encûmenên Xwecihî li Parlamentoya Kurdistanê ji Rûdawê re ragihand: “Ji roja şemiya bihorî ve hin xwepêşandan û kombûn li Raniye û Kelar û Germiyanê hebûne, lê li gor rojên din aramtir bûye.”
Şaxewan Reûf diyar kiriye, di xwepêşandanên doh de hejmarek kes ji ber bikaranbîna gaza rondikrêj birîndar bûne, û birîndariya wan bi sedema fîşekan nebûye.
Serokê Komîteya Navxwe û Asayiş û Encûmenên Xwecihî li Parlamentoya Kurditsanê, amara dawîn a qurbaniyên xwepêşandanên çend rojên derbasbûyî li sînorê Silêmanî û Helebceyê aşkere kir û got, “Di xwepêşandanên sînorê parêzgehên Silêmanî û Helebceyê de heta niha 10 kesan canê xwe ji dest dane û zêdetirî 70 kesan jî birîndar bûne.”
Rojek pêştir Seroka Fraksyona Goran li Parlamentoya Kurditsanê, Gulistan Seîd ji Rûdawê re gotibû, “di xwepêşandanan de 10 kes şehîd bûne û 60 kes birîndar in. Hêj hejmarek kes di nava zindanan de mane û hêj nehatine berdan.”
Seroka Fraksyona Goranê herwiha destnîşan kiribû, ku parlamenter dikarin şerê ser cadeyê bibin nav parlamentoyê û tekez kiribû, nabe hikûmet tenî hizir li wê yekê bike ku Bexda pereyan naşîne, “divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê plana xwe hebe.”
***
Rojeva Başûr ji van çend nûçeyan dixuye. Em bêyî zêde bikevin navê, du sê tiştên din bibîr bixin û nirxandinê ji bo we bihêlin: Rûdawê ji bo Pêşmergeyên Roj her wisa dinivîsand: "Hemû endamên wan ji Rojava ne û ji bo xizmeta Rojava bikin têne perwerdekirin. Destûr bê dayîn dê herin Rojava." Ger wisa be Pêşmergeyê Roj li wir çi karî dikin? Didu, Rûdaw di nûçeya xwe de qala mirina Ebdurehman Emîn dike, lê nabêje ji aliyê hember kî miriye yan birîndar bûye. Çima?
Ji bo nûçeyên 1 û 2'yan not: Li Kerkûkê erebkirina wir didome. Li aliyê din bê înkarkirin jî li wir Haşdî Şeebî birêxistinkirina xwe xurt dike. Gelo pirsgira sereke ya kurdan li Başûr divê ne ev be? Ma Kerkûk ne bajarekî kurdan ê mezin e li Başûr?
**
Têbinî: Ev nûçe roja 14.12.2020, saet li dor 12'yan (Saeta Tirkiyeyê) hatiye weşandin. Agahiyên ji çapemeniyê hatine girtin me dest nedaye. Me tenê kurteya wan girtiye.