Diyarname
Nivîskarê ji Şîlî yê bi navê Luis Sepulveda ku li Spanyayê dijiya bi nexweşiya vîrusê ket, piştî 6 hefteyên li nexweşxaneyê 16'ê mehê mir.
Weşanxaneya Tusquets ku navenda wê li Barselonayê ragihand ku nivîskarê 70 salî miriye. Nivîskar Sepulveda piştî ji festîvala pirtûkan a li Portekîzê vegeriya bû roja 25'ê reşemî/sibatê rakiribûn nexweşxaneyê û ji wê rojê de dihatin dermankirin.
Nivîskar Luis Sepulveda di sala 1949'an de li Ovalle ya Şîlî hatiye dinê. Wî di ciwaniya xwe de di nav çalakiyên siyasî de cih girtibû û beşdarê Yekîtiya Ciwanên Komunîst ên Şîlî bûbû. Di sala 1973'yan de bi derbeya rejima Pinochet re hatibû girtin, îşkencekirin û piştî 2 sal û nîv bi banga û xebata Rêxistina Efûyê ya Navneteweyi hatibû berdan.
Nivîskarê ku di sala 1977'an hatibû sirgûnkirin. 1980'ê de çû Almanyayê, ji sala 1997'an de jî li Asturias a Spanyayê bi cih bû û ji wê demê de li wir dijiyan. Ew endamê Green Peaceê bû û her wiha di nav gelek xebatên UNESCO'yê de kar kiribû.
Heta niha gelek pirtûkên wî hatibûn weşandin, hin ji wan bûbûn fîlm ku di hinan de wî bi xwe derhêneriya wan kiribû. Fîlmên bi navê "Vivir a los 17" (1986) û "Nowhere" (2002) hin ji ew fîlmên ku wî bi xwe derhêneriya wan kiribûn in.
Pirtûkên wî li gelek zimanan hatibûn wergerandin û li Tirkiyeyê jî 5 pirtûkên wî li tirkî hatibûn wergerandin û capkirin.