Diyarname
Şeva înê hin kes an kesan agir berda depoya Weşanên Avesta ya li Amedê. Piştî cîranan xeber ragihand yek ji xwediyên weşanxaneyê Songul Keskin Duraker û hevalên wê ber bi depoyê ve çûn. Di vê navberê de kesên derdorê mudexele kirin û agir temirandin.
Li nav tora civakî ji her kesî, her derdorê peyamên şermezarkirinê hatin weşandin.
Polîs li ser bûyerê sekinîne û dest bi lêkolînê kirine. Gavek berê ku me xwe gihand Songul Keskin Duraker got ku niha polîs dê hin îfadeyan bigirin, em paşê biaxivin...
...Emê agahiyên nû biweşînin...


