Diyarname
Li Îranê meseleyê estetîkê ya jinan her diçe zêde dibe. Li ser vê yekê berpirsên televîzyonê gavek nû avêt û biryar da ku lîstikvanên ciwan ên ku estetîk bikin dê negirin kar û rol nedin wan.
Li gor nûçeya ajansa ÎSNA ya ku wekî ajanseke nîvfermî ya Îranê ye rayedarên berpirs ên televîzyona dewletê, keçikên ji bo xweşikbûnê estetîk kirine dê negirin kar.
Midûrê beşa rêzefîlm û fîlma ê televîzyona Îranê Elî Ekber Mehmûdî Mehrîzî wisa gotiye: "Keçik an kurikên operasyona xweşikî yan ya rûyê xwe çêkiribin ji niha û pêde dê di nav lîsteya me de cih negirin."
Li Îranê herî zêde operasyona xweşikirina poz tê çêkirin ku bi vê ew di nav welatên herî zêde estetîkê çêdikin de cih digire.