Diyarname
Li dinyayê ji bo hemû serdeman yek ji lîstikvanên fûtbolê yê navdar û yek ji teknîk dîrektorên navdar Johan Cruyff li Barselanoyê wefat kir.
Johan Cruyff ê 68 salî ku ev demek dirêj bû ji ber qansêra pişika reş dihat dermankirin lê êdî nekarî ber xwe bide û wefat kir.
Cruyff herî dawî teknîk dîrektoriya tîma Ajaxê (di sermaweza par de wî û rêveberiya klûbê li hev nekiribû û dest ji kar berdabû) dikir. Cruyff di sala 1991'ê de ji by-passê emeliyet bûbû wê çaxê dest ji cixareyê berdabû.
Gotina Cruyff a wekî "Fûtbolê lîstikek hêsan e. Lê bi qasî lîstina fûtbola hêsan tu tiştek din zehmet nîn e" navdar bûbû.
Ji ber porê wî yê zer û bi fîzavêtinê jêre digotin "Mişkê zer". Wî di navbera salên 1964-1984'an de li Ajax, Barcelona û Feyenoord lîst, di salên 1971, 1973 û 1974'an de, bi giştî sê caran li Ewropayê wekî Lîstikvanê Salê hat hilbijartin.
Di salên 1971, 1972 û 1973'yan de sê caran ligel Ajaxê li Ewropayê bû şampiyon; piştî lîstikvanî li tîmên Ajax û Barcelonayê teknîk dîrektorî jî kir.
Di serdema teknîk dîrektorî de jî dema li Ajaxê bû di sala 1987'an de, dema li Barcelona bû jî di sala 1989'an de Kûpaya Serketiyên Kûpayên Ewropayê bi dest şist.
Cruyff her wiha di sala 1992'yan de bi Barselonayê Kûpaya Lîga Şampiyonan û Super Kûpa jî bi dest xist.
Her wiha di sala 1974'an de dema Tîma Neteweyî ya Hollandayê di Kûpaya Cîhanê de bû duyemîn ew kaptanê tîmê bû.