Enqere
Lijneya Giştî ya Meclisa Tirkiyeyê tezkereya ku pê raye dide Artêşa Tirkiyeyê ku li derveyî Tirkiyeyê jî operasyonê biek bi 320 dengan qebûl kir.
Heta niha Meclisa Tirkiyeyê bi tezkereyê biryar dabû Artêşa Tirkiyeyû ku li derveyî Tirkiyeyê li nav sîronên Iraqê operasyonê bike. Niha ji bo Artêş bikaribe li nav sînorên Sûriyê jî operasyonê li dar bixe tezkere anîn meclisê û li meclisê tezkere hat qebûlkirin.
Di dengdayîna ji bo tezkereyê re mebûsên BDP û CHP'ê red dan, lê bi dengên mebûsên Ak Partî û MHP'ê tezkere hat qebûlkirin.
Bi vî awayî Artêşa Tirkiyeyê kengê bixwaze bêyî careke din destûrê ji meclisê û hikumetê bigire dikare li nav sînorê Sûriyê operasyonê bike.