RIHA
Kurdî-Der ku heta niha gelek şax vekiribûn û li ser kurdî xebata xwe dikir, niha bi merasimekê şaxa xwe ya Rihayê jî vekir. Di roja yekem de 100 kesî ji bo perwerdehiya kurdî qeyda xwe çêkir.
Komeleya Lêkolîn û Perwerdehiya Ziman a Kurdî (KURDÎ-DER), duh li Taxa Bahçelîevler a Rihayê bi merasimekê Şaxa xwe vekir. Di merasima vekirinê de mebûsê BDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Bînîcî, endam û rêveberên BDP'ê, rêveberên KURDÎ-DER'ê û gelek kesên din amade bûn.
Bînîcî li vir axivî û diyar kir ku vekirina komeleyê bersiva "zimanê nayê zanîn e". Bînîcî, got ku ziman sedema hemûn û tunebûna civakê ye û xwest her kes li zimanê xwe xwedî derkeve.
Piştî vekirina komeleyê 100 xwendekarî ji bo perwerdehiya kurdî qeyda xwe çêkir.
Piştî merasimê li salona Navenda Çandê ya Şaîr Nebî şahiyek hate lidarxistin.