Diyarname
IFFHS (Federasyona Îstatîstîkan û Dîroka Fûtbolê ya Navneteweyî) 10 hakemên herî serketî yên dinyayê hilbijartin. Sazî her sal sala xwe dinirxîne û yekemînan hildibijêre û vê yekê di malpera xwe de diweşîne. Li ser sala 2016'an jî lîste hate amadekirin û di rêza yekemîn a lîsteyê de ji Îngilistanê Mark Clattenburg heye ku bi 141 pûanên girtiye bûye yekemîn. Piştî wî Nicola Rizzoli (Îtalya) bi 65 pûanan bûye duyemîn. Di rêza 6'an de ji Tirkiyeyê Cuneyt Çakir, ji Hollanda Bjorn Kuipers 28 pûanan girtine û li dû hev ketine lîsteyê.
Xala balkêş di salên 2014 û 2015'an de Nicola Rizzoli bûbû yekemîn û Mark Clattenburg bûbû duyemîn, lê di sala 2016'an de Clattenburg di nav Lîga Şampiyonan û Euro 2016'an de gelek maç bi rê ve bir û yekemîniya xwe bi dest xist.
Vane 10 hakemên herî serketî yên dinyayê, pûanên ku wan girtine û welatê wan:
1- Mark Clattenburg, 141 Puan (İngiltere)
2- Nicola Rizzoli, 65 Puan (İtalya)
3- Viktor Kassai, 55 Puan (Macaristan)
4- Jonas Eriksson, 43 Puan (İsveç)
5- Cüneyt Çakır, 28 Puan (Türkiye)
6- Björn Kuipers, 28 Puan (Hollanda)
7- Felix Brych, 26 Puan (Almanya)
8- Martin Atkinson, 20 Puan (İngiltere)
9- Damir Skomina, 19 Puan (Slovenya)
10- Nestor Pitana, 14 Puan (Arjantin)