Diyarname
Fanzîna fotografîyê "Flashhilat" bi hejmara xwe ya 13'yan li pêşberî xwendevanên xwe ye.
Fanzîna ku mehê carek derdikeve di hejmara xwe ya meha reşemiyê de jî cih daye hin nivîsên li ser fotografgeriyê.
Vane nivîsên di kovarê de:
- Bahar Ayîrkan bi "Serencama HÊDÎ"yê behsa poza pêşî ya fîlmekî makîneya analog dike.
- Bilal Nergizli bi "Havînek Ji ‘Emr Bihurî" hevokan dibe havîneke Farqînê û çîroka fotografekî dibêje.
- Fexrîya Adsay bi du fotografên ji Dêrikê balê dikişîne ser mêlavên jin û mêran.
- Walter Benjamin, bi wergera Fatîh Aydin fedîya di fotografan de nîşan dide.
- Agît Işık û Berken Bereh behsa "Wêneyekî Qufilî" yê bûye stran dikin.
- Mem Al bi şiîreke bi navê "Ji Avê Xeyidîm" li fotografê beravekê dinêre.
- Firat Keklîk bi fotografekî ji "Axirîya Reş" zimên dibe zemanê berê.
- Canan Başhan ji fotografekî dapîra xwe "Dengê Tenêtiyekê" derdixe.
- Berzê bi rêzewêneyekî çavan dibe ser "Zivistana Welatekî Dûr"
- Di berga paşî de Rozerîn Tadîk jinên li ber tirbekê dia dikin, dike fotograf.
Ji bo têkilî û xwestinê:
flashhilat@gmail.com


