Diyarname
Yek ji hunermendên kurd ê afirîner jî Seyda Perînçek e. Berê jî me Perînçek carek kiribû mêvanê Klîbê Hefteyê, lê vê carê hinek bi xemgînî em dikin mêvan: Ji ber ku Seyda Perînçek hat girtin. Baweriya me ew e ku divê kurd xwedî li hunermendên xwe derên. Û ji bo careke din bibîranîna wî, banga xwedîlêderketina wî em vê carê strana wî ya "Lê lê yarê" hildibijêrin û pêşkêş dikin. Ev stran, straneke gelêrî ye û dîmenên ji bo klîb hatine bikaranîn jî ji fîlmê "Mem û Zîn" (derhêner Umît Elçî) hatine girtin.
Fermo ew stran: