Diyarname
Dinêser li ku ye? Ki li wir jiyaye, nivîskarên wê hebûn ya na? Em qala Dinêserê, bi navê xwe yê îro navçeya Qosera Mêrdînê dikin.
Îbnu Ilalmiş pirtûka "Tarîxa Dinêserê" amade kiribû. Pirtûk ji pirtûka Hilyet'us-Seriyyîn Min Xewasi'd-Duneyseriyyîn" hatiye neqandin. Ev pirtûka ku ji wir hatiye girtin û di roja de me bi werger û amadekariya Mela Birhanê Tarînî carek din derketiye pêşberî xwendevanan. Pirtûka ku ji Weşanên Peywendê derket agahiyên li Qoserê pêşkêş dike.
Tarîxa Dinêserê di warê dîroknûsiya bajarvaniyê ya serdema navîn de, çavkaniyeke gelek muhîm e. Hem dîroknasên ewropî, hem jî yên Misliman bi giştî li ser bajarên wekî Şam, Bexda, Qahîre, Îsfahan, Şîraz û Stenbolê berhemên xwe pêk anîne ku ew bajar bi giştî paytextên Împaratoriyan bûne û wekî navendên cîhana Îslamî hatine qebûlkirin. Lêbelê, li perîferiya împaratoriyan gelek bajar hene, di warê ilmî, çandî, aborî û siyasî de hîç ji van bajarana kêm nîn in. Bajarên Mezopotamyaya Bakur yên ku kurd lê niştecih in tu demê eleqeya heq dikin nedîtine. Dîroka gelek bajarên kurdan ên qedîm an nehatiye nivîsîn an jî li ser tarîxa milletên din hatiye hesibandin. Gelek destxet û belgeyên têkildarî dîroka bajarên qedîm yan li refên arşîvan de li benda rizînê hatine hiştin, yan jî bi zanatî hatine/têne tehrîfkirin. Evberhema ku niha derketiye xebateke xwedî taybetiyeke wiha ye û parçeyek muhîm ya dîrokeke qedîm radixe ber çavan. Tarîxa Dinêserê hem ji bo xwendevanên ‘jirêzê’ yên eleqe nîşanî dîroka serdema navîn a kurdan û Îslamê didin, hem jî ji bo dîroknas û lêkolîneran berhemeke muhîm e.
- Tarîxa Dinêserê / Îbnu Ilalmiş / Amadekar û Werger: Mela Birhanê Tarînî / Weşanên Peywend / 175 rûpel