Amed
Navçeya navendî ya Amedê Sûr ciheke dîrokî ye. Têde Xana Hesen Paşa, Kerwansaray, Dêra Dayika Meryem, Dêra Ermen a Surp Giragos, Medreseya Mesûdiye, Koşka Ataturk, Mizgefta Hz. Silêman, Pira Deh Derî, Minareya Çarling jî têde gelek cihên dîrokî hene.
Şaredariya Sûrê ku xebatên xwe bi pirzimanî dike niha biroşûreke ku ji 7 zimanan hatiye amadekirin weşand. Bi vê biroşurê Sûrê û cihên dîrokî dide nasîn.
Di nav zimanên ku pê biroşur hatiye amadekirin de kurdî, tirkî, ermenî, suryanî, erebî, îngilîzî û rusî hene.


