Diyarname
Di roja yekem a konserên Avea yên li Harbiyeyê de hunermend Tarkan derket ser dikê û temaşevanên xwe mest kir.
5'emîn Konserên Harbiyeyê yên Aveayê duh êvarê bi konsera hunermend Tarkan dest pê kir. Salona bi qasî 5 hezarî mişt tijî bûbû û li ser nêrdewanên wê jî cih nîn bû.
Tarkan pêşî strana xwe "Findikiran" pêşkêş kir, dûre got, "Stranên me yên ku hatine ji bîr kirine hene, em hinek jî wan bibêjin" û dest bi stranên xwe yên kevn kir. Di beşa yekem de stranên xwe yên wekî "Bu gece", "Unut beni", "Kiş guneşi", "Sabret", "İstanbul agliyor" û di beşa duyem a konserê de jî stranên xwe yên nû û yên kevn pêşkêş kir.
Salona Servekirî Harbiye ku mişt tijî bû bi yek dengî stran tevî Tarkan distriyan.
Her wiha hunermend Tarkan biryareke girîng girt. Li gor vê biryarê ji niha û pêde kîjan hunermend straneke Tarkan jê bigire, Tarkan dê pere jê negire û jê bixwaze ji dêvla pede bide wî, wan pereyan pêşkêşî komele yan jî weqfeke bike. Sibel Can ku meha borî albumeke derxistibû û straneke Tarkan bikar anîbû, Tarkan pere jê nexwestibû û jê xwestibû ku ji dêvla van pereyan alîkariya komeleyeke bike.
Hunermend Tarkan wekî hawirparêz jî tê nasîn ku bi Komeleya Xwezayê re xebatên xwe didomîne. Tarkan heta niha ji bo ku Heskîf di bin avê de nemîne jî gelek hewl dabû.
Konserên Avea yên Harbiyeyê heta 14'ê mehê dê bidomin. Di konserê de ev hunermend dê derkevin ser dikê:
2 Gelawêj: Fahir Atakoğlu û Zara
3 Gelawêj: Bulent Ersoy ve Muazzez Abaci
4 û 14 Gelawêj: Serdar Ortaç
7 Gelawêj: Zulfu Livaneli
8 Gelawêj: İbrahim Tatlıses
9 Gelawêj: MFO
10 Gelawêj: Volkan Konak
11 Gelawêj: Duman
12 Gelawêj: Sibel Can û mêvanên wê
Foto: Cemil Oguz