Erê! Boykot!
Yildirim Turker
Nivîskarê navdar ê ‘1984’an George Orwel di cihekê de wiha dibêje, “Dema ku ez dibînim kedkarekî di nava kef û xwîdanê de bi dijminê xwe yê xwezayî, bi polîs re pev diçe wê çaxê hewce nake ez bêjim ku ez kîjan aliyê digirim.” Sazbûna hevokê di der heqê hilbijartina Orwel de fikreke mîsoger dide me. Di vê derê de alîgirtin pêþdarizîneke kor destnîþan nake. Bi temamî ji cîhê ku hûn lê radiwestin di der barê rewþa cihanê de serê meseleyê dide destê we. Bi vî awayî, nêrînek alîgiriya xwe ji me re diyar dike ku ev nêrîn bi bazarkirinên xwe dispêrin îstîkrar, îtîdal, tifaq û yekîtiyê û tiþtên bi vî rengî nayê þolîkirin. Ev alî, aliyê wî kesî ye ku li hemberî yê ku dixwaze wî biçewisîne, bê deng bike, çavtirsî bike, dest bide ser li ber xwe dide.
Aliyê kesê ku tiþtek xwe yê wendakirinê nîn e. Aliyê kesê ku avahiyeke qat bi qat li ser piþta wî hatiye lêkirin, aliyê kesê ku di qatê binî de rûdine.
Orwel di seranserê jiyana xwe de bû xwedî seknên polîtîk ên cihêreng; tu carî nekarî bi kesên li rex xwe re li hev bike.
Dema ku dît xeyala wî ya li ser pêþeroja azad û wekhev a mirovahiyê li xewneroþekê hatiye veguhestin wî xwe spart cihaneke alegoriyan. Dema ku di “Çewlika Sewalan” de behsa hin sewalên ku ji yên mayî zêdetir dikir ji xeyala xwe nexeyidîbû. Wî nikaribû li hemberî wê zulmê bêdeng bimîne, ku piþtî þoreþeke gewre ji nû ve hatibû hilberandin; ango li ser navê nasnameya xwe ya siyasî wî nekarîbû rûyê xwe ji vê berepêþbûnê bade. Nexwe, di nava wê pevçûnê de wî timî xwe da hêla kedkarên di nava kef û xwêdanê de.
Tevahiya civaka me wekî ku em alî bigirin, li aliyekê bin difikirin.
Hemû klîþeyên westiyayî yên di der barê alîgiriyê de ku em pê dizanin bi ser me de têne rokirin. Hemû peyvên hamasî yên ku kesên wextekê ew bi kar dianîn ji baweriyê bêpar hiþtine vêga bûne benîþtê devê deshilatdaran.
“Alîgir” hewl didin ku me bidin bawerkirin ku em mecbûrî girtina aliyekê ne.
Peyva serokwezîr a di der barê karsazan de ku dibêje “yê ku bêteref be ewê berteref bibe” destnîþan dike ku kar çiqasî sinciriye.
Hêviya herî bêbersiv a dîroka komarê; Kiliçdarogluyê ku ji encama erozyona qumaþê xerabûyî ku bi serê vê civakê de hatiye û Erdoganê ku ji xoyratbûna xwe di dil de textek ava kiriye û serê carê ji ser vî textî bi hêrs hem radibe û girm rûdine, ev her du kesên ku li ber hev çeper kutane baþ didin destnîþankirin bê ka ev referandûm çi ecêbeke giran e.
Her yek ji wan diþibe kekoyê taxê ku her du jî bi heman hincetî heman tiþtî diparêzin. Hatina wan a hemberî hev bi temamî rasthatinî ye.
Mirovên xwedî fikir ên ku wan dane dû xwe jî bi korahî dikopijin ser kesên li hemberî xwe.
Kesê ku hinek ji dûr ve bala xwe bide zimanê ku ew bi kar tînin wê bêje qey roja piþtî referandûma 12 Rezberê emê çavê xwe li cîhaneke nipî nû vekin. Heyteholeke ew qasî bê ser û ber, hêrseke ew qasî bi coþ.
Dema ku hûn bala xwe didin vê gelteya qirêj a di navbera eniya “Evetçî” (yên di referandûmê wê rêya erê bidin) û ya “Hayircî”yan (yên di referandûmê wê rêya ‘na’ bidin) ma hûn nabînin ku her du enî jî yek aliyek in? Her wiha hin kesên ku ji navê difilitin hene, kesên dilpak û niyetqenc, car tê ku ew xwedî hêza nirxandinên bi ser siyasetê re ne, kesên ku dibêjin “qîm nake dîsa jî erê”.
Bi raya min, kesên di nava wê komê de, hîs dikin ku di vî karî de lîstikek heye, wijdana wan diêþe û pêdivî bi vê gotinê dibînin, “em ne ehmeq in lê…”
Hêja Ayhan Bîlgen, li ser peyva serokwezîr Hrantî bi bîr dixe û her wiha bi bîr dixe ku terefbûn berterefnebûnê mîsoger nake. Ma dîroka me ya hevpar ne ew dîrok e ku kesên li hember þer, xwînê, zilmê bûbûn alî, bi destê dewletê yek bi yek hatin berterefkirin?
Loma jî em vê retorîka kawikî deynin hêlekê. Di vê referandûmê de, ji tirsa boykotê ye ku li ser her kesek zext tê kirin da ku ew aliyekê bigirin.
Serê carê wiha tê gotin ku îlleh divê mirov aliyekê bigirin û rengê xwe diyar bikin, dijberî vêya îxanet e. Heger tevlîbûn kêm be, baweriya her du aliyan a di der barê hêza wan a hundirîn de wê veheje.
Galegaleke kevn e.
Berî her hilbijartinê, aloziya sûnî ya li dorhêla rêjeya hilbijêrên bêbiryar tê li darxistin êdî bûye parçeyek ji jiyana me ku em nema lêpirsîna wê dikin. Mirovên aqilmend ên ku xwe di rêza yên bi biryar de dibînin dikin ku bêjin yên bêbiryar ji bo demokrasiya welatê me xetereya herî mezin in. Ji rûyê wan de tu car hesabê derve û hundir hev nagire. Ji rûyê wan de hêzên dijî pegalê dikarin “binisilin” nava deshilatdariyê. Ji rûyê wan de keys çênabe ku em bernameya xwe ya hevpar derbasî “qada jiyanê” bikin. Werhasil, vanên bêbiryar artêþek bê serî û beredayî ne. Bi ser de jî, em ew qas wan hiþyar dikin û ji wan re dibêjin bêbiryariya we sedemî felaketên mezin e ku dê bi ser welatê me de were lê hê jî ew bi serhiþkiya xwe di nava xumamê de wilo radiwestin.
Birê min, rengê te çi ye? Tê dengê xwe bidî kîjan partiyê? Welat ji dest diçe, îrtîca dîsa xwe spart ber derî, riya þaristaniyê diyar e, riya deshilatdariya xurt jî. Çima tu hê jî wekî ehmeqan dinêrî?
Helbet, helwesta ‘boykot’ bi bêbiryariyê nayê pîvan. Dîsa jî, her du helwest jî li derveyî peyva bi erk û kontrola lîstikbazî dimîne.
Ez bi xwe li hêla boykotkirina vê referandûmê cîh digirim.
Tevlîbûna vê referandûmê, deng bi çi rengî tê bikaranîn bila bê bikaranîn, tê wateya meþrûkirina vê rewþa aloz a ku wan spartiye me.
Referandûmekê hatiye sazkarkirin ku bi mîlyonan hemwelatî û nûnerên wan tê de tune têne hesabkirin; mirovên ku wesleyên wan cih guhertine, kurdên belakir, ango ji bilî dayîna navê wan ên ku bi dehî salan di bine berfê de maye me tirkan tu mafekî wan nenasiye, wateya vê referandûmê ev e.
Niha ew li bendê ne ku em beþdarî vê referandûmê bibin û hetan hetayê kurdan ji siyasetê tasfiye bikin.
Ji ber ku ev lîstik ji aliyê hêleke diyar a vê civakê ve hatiye amadekirin û ji ber ku ez naxwazim tevlî vê lîstikê bibim ez pêdiviya boykotkirina vê referandûmê dibînim. Ya rast, tiþta di nava pakêta di der barê guherîna Destûra Bingehîn de jî qet ne xema min e. Lewra ev pakêt ji alî wan zilamên bêter ên ku bi tu awayî guh nadin daxwaza kurdan û her tim wan û nûnerên wan di bin erdê dixin ve hat amadekirin ku ew bi qasî mîsqalekê qesta aþtiyê nakin.
Ez qada siyasetê ya ku maye li benda însafa mirovên ew qas bi rik, ew qas cudaxwaz, ew qas oportunîst napejirînim. Li welatek ku serokwezîr û partiya wî tenezul nakin bi kurdan re bipeyivin, Îbîþê nû Kiliçdaroglu û partiya wî ya ku di eniya þer de li ser yek piyek radiwestin, berdevkê dewleta qirêj çapamenî û mucahîdên wê, serê her carê wê zihniyeta ku xwe bi benê neteweperestî û nîjadperestiyê ve radigire; li welatek ku ev tiþt hemû lê hukim diajon Zagona Bingehîn biguhere wê çi bibe, neguhere wê çi bibe?
Cemil Çiçekê ku wextekê nûnertiya edaleta AKP’ê dikir hê jî derpê PKK’yiyên kuþtî dadixîne jêr. Niha ew kesên xwe wekî tu alî pêþ dikin û têkoþîna îqbalê didin hemû bi hev re li hember gotina kurdan radiwestin. “Evetçî” ji gelê kurd ê ku bi soza berlêvekirinê bêhtir curdeyî bûye re wiha dibêjin: “Hûn ji xwe re li vê derê hinekî bêdeng bisekinin. Emê zagona bingehîn biguherînin û emê jiyana we jî isleh bikin.” ‘Hayýrcî’ dibêjin ka carekê em we ji bin nîrê AKP’ê rizgar bikin, emê paþê herêmê bi pêþ bixin. Mesela bendava hilbijartinê kar û bar, filan û bêvan…’
Yanê av a biçûkan e, gotin a mezinan e.
Lê kurd, na, ew, ew ji bo tevlîbûna vê lîstikê nayên qebûlkirin. Xwediyê gogê wan di vê maçê de naxwaze. Tevlî vê yekê ji wan tê xwestin ku ew beþdarî vê referandûmê bibin û qerebalixekê li dar bixin. Ji bo tevlî vê lîstika ku wan tune dihesibîne bibin bi hezarî peyv têne kirin, gef û gurên bêsînor li kurdan tê xwarin.
Heger em vegerin ser Orwel…
Ê min mêzîna min jî giraniya xwe dide hêla kurdan ku dewleta ceberût ligel endamên wê û hemû mekanîzmayên deshilatdariyê ji hingaftina wan têr nabe. Divê ez li cem mafê gotina wan cîh bigirim. Di vê mijarê de misqalek dudiliyê nakim. Îro pirsgirêka herî mezin a vî welatî pirsgirêka kurd e. Bêyî hewl û hemleyên çareseriya vê pirsgirêkê tu tevgerek nikare hembêza xwe ji hemû pirsgirêkan re veke û meþrû bê dîtin.
Li gor baweriya min jî du alî hene. Aliyê yek, maf nade bi mîlyonan hemwelatiyên vî welatî da ku ew jî tevlî vê projeya pêþerojê ya guhertina Zagona Bingehîn bibin, her wiha ev hêl bêyî ku ji vê referandûma ku pergala parlementeriyê dixitimîne aciz bibin tevlî wê dibin, aliyê duyemîn jî ew alî ye ku vê referandûmê meþrû nabîne, vê wêneyê welêt ê ku hin kes dispêrin wî napejirîne. Ango aliyê ‘boykotçu”/boykotvan.
Bi baþê xeraban cîhan nayê guhertin.
Pêþî divê em gelê kurd li ser esasek wekhev û beþdêr bibînin û vêya hezim bikin.
Di vê werza lînçkirinê de ya jiyanî ev e.
Heger zagona bingehîn bê guhertin divê kurd û tirk dest bidin hev du û bi hev du re vê yekê bikin.
Heger hûn di vê lîstikê de kurdan nedin lîstin ez jî nalîzim.
Ji Radikalê hatiye girtin
Werger: Rifat Arya