PARÎS
Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemir nerazîbûnek tund nîşanî sûcdarkirina bi ‘terorîzmê’ da û got; “Ger daxwaza min ya ji bo çand, nasmame û zimanê min sûc be, belê ez sûcdarim”. Baydemir diyar kir ku ew ne dijî Meclisa Tirkiyeyê re lê ew meclisek herêmî dixwazin.
Şaredarê Amedê yê ku ew jî ji Doza KCK’ê di nava hilbijartî û parêzvanên mafê mirovan yên kurd de tê darezandin, rojnameya Franse L’Humanite pêre hevpeyvînek re kir.
PARÊZERIM, MEHKÛMYETA MIN 4 QAD JI YA MUWEKÎLÊN MIN ZÊDETIR E
Baydemîr nerazîbûna xwe ya li hemberî darezandina siyasetmedarên kurd yên bi awayek demokratîk hatine hilbijartrin, wiha anî ziman: “Ez ji sala 1995’an û vir ve parêzer im, sûcdarkirin û mehkûmiyeta min ya ji vê salê û vir ve 4 qatê yên miwekîlên min e! Em dikarin bêjin AKP di mijara tiştekî ji reş wergerîne spî de pir zîrek e. Sala 2006 guhertinek pêk hat. Ev guhartina ku xistina girtîgehan ya zarokan rast dibîne kete jiyanê. Bi vê re bi sedan zarokên temenên wan 12, 13, 14 salî ne hatin mehkûmkirin. Hinek ji wan 30 sal cezayê girtîgehê wergirtin. Kesek tiştek negot.”
JI BO DIXWEŞKIRINA YE’YÊ WÊ TEHLIYE PÊK BÊN
Tu têkiliya pirsgirêka Kurd bi terorîzmê re tune ye. Têkoşîna dad, azadî û wekheviyê ye. Divê Ewropa vê yekê bizane. Lê mixabin agahiyên yek-alî yên ji Dewleta Tirk tên têra vê yekê nake. Ev çend sal in, nûner ji bo serdanên fermî nayê Kurdistanê. Tenê diçin serdana Stenbol û Enqereyê. Her tiştê ku hikumeta Tirk derbarê pirsgirêka kurd de dibêjin dipejirînin. Berovajiyê vê, ji bo hikumetên Ewropa û Yekîtiya Ewropa agahiyan der barê pirsgirêka Kurd de bigirin, divê destpêkê bi BDP û bi nûnerên kurd re hevdîtinan pêk bînin. Lê ji bo polîtîkaya dewletên Ewropa bên guhertin divê, zextên raya giştî hebin. Rola çapemeniyê pir girîng e.
Niha rojnameya we tenê ji rojnameyên navnetewî rûniştina doza li Amedê dişopîne ev yek girîng e. Wê ji bo dilxweşkirina YE’yê gelek tehliye pêk bên û wê di heman demê de gelek girtin jî pêk bên. Em nikarin li ber dadgehan tiştek bi dest bixin. Her tişt di destê raya giştî ya Franse û Ewropeyê de ye.”
MÎNAKA KATALONYAYÊ
Baydemîr derbarê bi ‘terorîzmê’ sûcdarkirinê de jî ev got; “Ger parastina mafê mirovan û demokrasiyê sûc be, rast e ez wê demê sûc dikim. Ger daxwaza min ya ji bo çand, nasmame û zimanê min sûc be, belê ez sûcdar im. Heta mafên me tên naskirin em ê tekoşînê bi domînin û sûc bikin. Em pir tiştî naxwazin. Em Tirkiyeyek demokratîk û Kurdistanek Xweser dixwazin. Em ne li dijî hebûna meclisek neteweyî ya Tirkiyeyê ne. Em parlementoyek herêmî dixwazin. Em dixwazin ligel fermîbûna tirkî, fermîbûna kurdî jî hebe. Em ne li dijî fermiyeta zimanê tirkî ne, lê em dixwazin li Kurdistanê jî zimanê fermî kurdî be. Wekî mînaka Katalonyayê. Ev 29'emîn serhildana kurdan e. Heta realîteya me bê naskirin emê berdewam bikin.”